Mirin, te çima berê xwe da Gozê?
Mirin, te çima berê xwe da Gozê?
Dema weşanê: Nîsan 9, 2018, 7:32 Dîtin: 502

Pirr û pirr xemgîn û ber xwe ketibû, got:

“Ax û heywax, ax ku ax! Dêmeg, Gozê jî mir. Gozê mir, bi wê ra hezkirin jî mir. Gozê mir, bi wê ra xem û xiyal jî mir. Dêmeg, Gozê miriye…!

Ax û heywax! Gelo ka Gozê, çima mir? Mirin te çima berê xwe da Gozê?

Çi taqezaya te hebû ku te berê xwe da wê feqîra min?

Felek xayin e, bira. Ji tu kesî ra nebû yar ku ji wê ra jî bibe yar. Di wê bejin û bala xwe da Gozê, wek tayek ji tayê rihanê be, dirêj û dêrêjok bû…

Na, na! Ne wek tayê rihanê, lê wek qirşikekê zirav û ziravok bû. Nexweşî…?

Çi zanim kes nizane. Kes nizane, lê ancax Xwedê dizane.

Hinekan got, brûskê lêdaye. Hinekan got, bi derba boxeyê Mala Musa jiyana xwe ji dest biriye.

Hinekan jî got, bi emirê Xwedê. Riwayet e, herkesî ya xwe got. Na, bavê mino! Îca devê xelkê tûrike ku tu yê rabî girêdî. Ki ku çi zanibe wê dibêje. Gozê mir, bi mirina wê ra dil û hezkirin jî mir. Gozê, dilberek ji Taxa Filan bû. Kalikê wê, di seferberligê da li hember Urisan şer kiriye. Kê ji wê heznekir û kê nexwest bi wê ra serê xwe nede ser balgiyê.

Heta niha ka çend xwazginiyan berê xwe da mala bavê wê…? Ez nizanim, lê Xwedê dizane. Ne Gozê begem kir, ne jî bavê Gozê xwest bide.

Beriya min ji xwazginiyan yek jî Ehmo bû, Ehmoyê Hotan. Ji Ehmo ra jî nebû yar û Ehmo, ji kul û kesera vî dilî ra sê şev û sê rojan nan nexwar.

Bi Tirkiya xwe ya bilabila jî got:

“Ben Gozê xirabe demiyor, lê  babasî xirabedir..”Ma ne bes bû..? Wekî din ka wî yê çi bigota? Ji wî û xemginiya wê ra gotin hebû ku wî bikira.

Piştî Ehmo, min jî dil kir Gozê. Dil e, ku hezkir berê xwe dide qiyame jî û berê xwe dide rast û dûzan jî.

Min jî wek Ehmo, du xwazgînî şand. Na, ez jî bi miradê xwe şa nebûm. Ne ku bavê neda, lê Gozê kir nirç û got, na.

“Got kal e, kalekî ji kalan e û 60 salî ye. Dema ku nebû nabe. Ne bi bi lavayên şêx û melan û ne jî bi duayê pîr rayberan diçe serî. Na, ne tu rabî ben girêdî pere dike û ne jî tasê danî…”

Gozê, ji kesî ra nebû yar.

Mirina Gozê, bû xeber û li heft gundan belav bû.

Yekî jî duh got:

“Xiştik li Gozê ketiye û mirina wê jî ji ber vê yekê ye.”Na, ez nizanim ka êdî xiştik lêketiye an, wek mirina Siyabendê Silivî bi derba qoçê pezkuviyan û an jî bi ya ga û boxan e. Na, ez nizanim lê Xwedê dizane. Tiştê ku ez dizanim Gozê, ne ji min ra bû yar û ne jî ji Ehmo ra…

Mirin dayîka te bemire. Dêmeg, Gozê jî mir…