Asr î Saadet
Asr î Saadet.
– Xalo?
– Ha, Xalo bi qurban. Fermo, dixwazî çi bibirsî?
– Xalo! Min got, ev ‚Asr i Saadet‘ çi ye?
– Belê, Asr i Saadet. ‚Asr i Saadet‘, rûpelek ji dîroka Ereban e.
Ez ê berê te evdalî bidim wê demê û ji xwe ra guh bide ka çi bû ye û çi qewimî ye.
Ez nizanim, lê wer dibêjin. Dibêjin hinekan jahr daye Mihemmed û meyîtê wî jî sê rojan li erdê maye.
Meyit e, dikare li erd bimîne. Erk? Na, nabe erk bê xwedî û vala bimîne.
Ebu Bekir jî Ebu Bekir e, ha!
Bavê Bekir, her bi dek û dolab, fitne û fesadîya xwe ye. Erkê bi dest dixîne û dibeje; Eyyy, Ehalî! Men sîye olmişem xelîfe.
Ê de dor e, weeey! Dor hatiye, Osman. Osman, didin ber kêr û xenceran û wî camêrî xincxincî dikin. De here ku tu naçî!
Na, ne qedîyaye û Asr i saadet û biqede.
Dor hatîye Ömer, Ömerê ku berê xwe dide Kurdistanê û kevir li ser keviran nahêle. Yê ku heta Mêrdînê tê û kurdan dikişine çarmixê.
Helewa şirin nefsê kafir e, lê erk ji helawê jî şirintir e. Em ê werin Devr î saadet an jî, Asr î Saadet. Ömer, de here ku tu axa yî.
Didin ber derba xenceran û ji holê radikin. Dor bi dor e û dixwaze bila tê da zor û zordarî, dixwaze bila tê da rind û pakî hebe.
Dor hatîye Hz. Eyşe yê. Ê gotin gotina me kurda ye, şêr şêr e çi jin û çi mêr e.
Tu dibêjî qey bimbarek pilingek ji pilingên Efrîqayê ye. Elî ku şêrê Xwedê be, ê ew jî pilingê Erebîstanê ye, xiyo.
Ereb jî wek Tirkan bi fend û fîtne, dek û dolabin.
Aişe Xanim, devê xwe dide ber guhê xortekî, dike pistepist û berê wî dide mizgeftê.
Di zagona Ereban da heq çi ye, edalet çi ye nayê zanîn, lê xortê ku çû ye, li ser nimêjê Elî dide ber derba xenceran.
Eha, ji wê demê û ji van bûyeran ra dibêjin: Asr i Saadet.
Xwarzî, zêde neyne nebe û mejiyê min neçelqîne. De here ji te ra oxira xêrê.