Tu li kû yî edalet…?
Sal 1916e ye.
20 hezar Ermenî jiber zilm û zora Îttihat û Terakkîyê, jiber xezeba Talat, Cemal û Enver Paşa derbasê Dersimê dibin. Kal û pîr, zarok zêç in û ser da jî birîndar in. Haya îttihat û Terakkîyê jê heye û qumandarek Î.T, ji Dersimê ra xeberê dişîne û dibêje:
“Divê hûn wan qaçaxan teslîmê me bikin…”
Seyd Îbrahîm (bavê Seyd Riza), bersivê dide qumandar û dibêje:
“EM BAZÊN BIRÎNDAR TESLÎMÊ SEKVANAN NAKIN…Ger ku ji te hatîye û tu dikarî ji me bigirî, fermo.”
Bi minakek wiha min dest bi vê nivîsê kir û dilê min jan dide. Yê her miletî xisusîyetek wî heye. Em Kurd in, ger ku yek xwe bavêje ber bextê me em bizanibin kok li zarok û zêçên me tê jî em ji bextê xwe gavek para navêjin. Xwedî li mêvan, qaçax, berbextî derdikevin. Niha ez ji xwe û kurdbûna xwe fedî dikim. Fedî dikim ji ber ku esalet nemaye. Ji kurdbûna xwe fedî dikim ji ber ku kurdeyatî nemaye.
Tu 16e salan di zîndana Iranê da bimîne, bireve û berê xwe bide Başur û xwe bavêje ber bextê bênamûsan, bênamûs û bêşeref jî te teslîmê neyarên te bikin. Mirin e mirin. Ka ew esaleta kurdan û di ku da wenda bû, rûmet…! Lanet li vê biratîyê were ku ewqas erzan bûye. Lanet li vê rûmetê be ku ewqas ketîye. Bûyer hene meriv carekê pê dimire, lê buyer jî hene meriv bi hezar carî pê dimire. Bi mesela Mistefa Selîmî meriv ne carekê, lê heta dinya hebe rojane radibe-rûdine û pê dimire.
Berê kurd ne wisa bûn, lê niha bi vê mentalîta xwe herimîne û erzan bûne.
Du bûyer û du mînak;
Ji wan yek bi rûmet û esaleta xwe ye, Dersim. Minaka din jî bi navê xwe xiyanet e û xiyanet jî li welatê min bê ar û pê perva ye.
Çepilên xwe li ba dike û di kolanên Silêmaniyê da tê û tere.
Tu li kû yî edalet…?