Lo, de min çi dît û çi nedît…!
Lo, de min çi dît û çi nedît…!
Dema weşanê: Gulan 23, 2020, 9:14 Dîtin: 590

– Kalo, roj baş.

– Ser çavan ra ez bi heyran.

– Kalo, dixwazim pirseki ji cenabê te bikim.

– Fermo, pirsa te ser çavan ra. Lê dengê xwe hebkî bilind bike û bi wî awayî bibêje.

– Kalo, li dinyayê her kes bûye dewlet, xwedîyê tac û text, lê em kurd çima nebûne dewlet?
– Himmm…! Na, wele! Wele, ez nizanim. Tu vê pirsa xwe ji metikê bike, Metika Hewê. Ew ji min zêdetir ji sîyasetê fêm dike. Ji xwe ji ber sîyaseta wê bêbavê nîne ku ez ketime vî halî, bi sev û rojan dizarim û dinalim.

– Kalo, ê de gavek berê min ji wê pirsî û wê jî got, tu here ji kaloyê xwe pirs bike. Bila ew bersiva te delalî bide û ez jî hatim.

– Na, lo! Dêmeg, wê bêbavê ji te ra wer got, ha!

– Erê, wele. Wele got, here ji Kalo bipirse û ew dizane.
– Himmm! Erê, bavo ne min got Hewê, hem sîyasetmedar û hem jî fêlbaz e…! Erê, lo! Ma ez nizanim. Ez jî dizanim ku wê şandîye. Dizanim yê te pirs e û pirs jî ji min hatîye kirin.

Bavê Kalo, em kole ne. Ziman Kurdî, wek berfa belanên jorîn rojane helîya û dihele. Rengê zimanê sîyastmedaran Tirkoyî ye. Bi Tirkî diaxifin û dibêjin. Axaftin pûç û vala ye û ger ku tu ji min bipirsî tê da ne tam û ne jî tu lezed e. Ji xwe haya van serok û merokan ji dîrokê nîne û nizanin.

Roja ku Simbêlboq, bi simbêlê xwe nelîze nîne. Serok Qerqaş? Ew jî li pey şaredariyek biçuk ketîye û pê helak bû. Ji xwe ez tew naxwazim qala mankurdan bikim.

Lawo, şermek mezin e ku meriv kurdan bixapîne û berê wan bide Enqerê. Şerm e şerm, lê ne şerm maye û ne jî heya…

Ew jinik, jinika Ereb roja ku bi çirteçirt gotinên xirab neke nîne.

Bûye serokê murîdan û mûrîdek berê xwe nade wê û nabeje, qîzê tu fedî nakî tu dibêjî herçiqas kurd li Sêrtê hebin jî Sêrt bajarek ji bajarên Tirka ye.

Ew Mît e hat e çi ziqûm e, li çavên min mêze dike û dibêje, ’M. Kemal bi nêtek paqij berê xwe dabû kurdan û dixwast pirsgirêka wan çareser bike.’ De were dîn nebe û ji wî ra gotinan neke.

Lawo, Mîto – Tito! Di dema Misto da gund û bajar nema hilneweşe û nebe xirb û xirabe. Tu were ji min bipirse, ji min. Min di vê emirê xwe da êdî çi dît û çi nedît.

– Sipas, Kalo. Ez ê carekê din berê xwe bidim Metikê û tiştên ku te negotîyê ez ê ji wê bipirsim.

– Erê, tu ji wê bipirse û ew dizane. Ew dizane, lê bêbav e û naxwaze bibêje…