Ax, Osman ax…!
Ax, Osman ax…!
Dema weşanê: Gulan 27, 2020, 5:28 Dîtin: 616

Li vî welatî birîndar, bêwar û bê pergal ez ber bextê te ketime, Osman.

Na, Osman! Na, bext nemaye û bext êdî bêbextî ye. Li Silêmanî yê jî wisa ye û li Diyarbekir û Urfayê jî. Li Silêmanîyê şûna bext da xwîn herikî, lê di wê xwînê da ne Lahor xeniqî û ne jî Babîl û ebabîl.

Tu jî dizanî, Xalê Osman. Li welatê me jîyan bi serûbin bûye. Tu jî dizanî ku mentalîte nemaye û li ber bayê Evdilmusa ketîye û tê da tiştekî nemaye, ne mezinahî û ne jî biçukatî.

Qey berê wisa bû, Xalê Osman? Na, giranî û maqulî, rêz û giranî hebû û me ji mezinek xwe ra nedigot,’hewal…”

Niha xal bûye ’hewal’, ap nemaye û bûye’hewal’, kalik û pîrik bûne ’hewal, ga û gameş jî dîsa bûne ’hewal’… Eyyy hevalê, Osman!

Ka ew hizr û raman, Xalê Osman? Ew berê bû. Belê, berê…Çi zilm û çi afat bû, Xalê Osman. Ka bibêje di 40 salan da me kurdan çend teqle avêt û em hatin li ber wî zinarê devê rê sekinîn?

Xalê Osman! Ka hela rabe, lo? Rabe ku ez ê bikaribim bejn û bala te xweşmêrî bibînim.  Heyf ku heyfa te xweşmêrî!

Xalê Osman, tu jî dizanî ku siwarê hespê xelkê timî peya ye. Bi wî hespî meriv nikare rê bigire û gav bi gav here.

Xalê Osman, tu ne nezanî û tu jî dizanî ku her teyir bi refê xwe ra difire. Ma ne wiha ye?  Xalo, xalê delal! Ka hela bibêje çima te pêsîra xwe daye destê hewal, çima?

Ax, Osman ax! Ez dizanim ka me çi êş û çi afat dit.  Xalê Osman, ma tu nizanî ’yoğunlaşma û kendimleşme’ çi ye? Çawa nizanî, xalo!? Ma tu nizani mankurdîzm çi ye?

Teze Xalê Osman rabûye, qala xirabîya ’Komara Demoqratik’ û Ortak vatan dike’. Ê yanî…!

Xalê Osman, ez dibêjim ger ku yekî bi te nedabe gotin, helal be. Lê dîsa jî nayê zanîn…

Qet nebe te negot, ’dinyayek bê mêr û bê jin’, lê te got bimire ’demokratik cumhurîyet û Ortak vatan…!’ Û herwiha ev jî gav e û gavek ne xirab e.

Lo xalo, Xalê Osman! Dibêjim dengê xwe neke, Imralî dibihîze.

Şşşşş xalo, Xalê Osman! Dengê xwe neke, Qandîl dibîhîze….

Lo xaloooo, Xalê Osmaaan! Dengê xwe bilind bike, biqîre û bibêje:

BIMIRE qilêra destan ORTAK VATAN…!

 Weeey, tu bimirî: ’Komara Demokratîk (Demokratîk Cumhuriyet…!

Ax, Xalê Osman! Ax, piştî ewqas salan…