Ey miletê bê millet, heta tu nebî millet tu nabî dewlet…
Ey miletê bê millet, heta tu nebî millet tu nabî dewlet…
Dema weşanê: Gelawêj 13, 2019, 8:27 Dîtin: 490

 

Ey miletê bê millet, heta tu nebî millet tu nabî dewlet…
Ehmedê Xanê

Sal 1919 ye. Xalid Begê Cibrî, li gundekî Elawîyan civînek lidardixîne, li Qeracêrê. Di mebestê da jî dixwaze giregirên Eşîra Xiromekan lihev bicivîne û bi wan ra biaxife. Di wê civînê da dibêje:

„Em ji Eslê Ariyan û birayên hev in. Her çiqas di navbeyna me da pirsgirêk hebin jî em Kurd in û mafê me û dewletbûnê heye û werin em bi hev ra kar û xebatê bikin…“

Giregirên Xiromekan bersiva Xalid Beg didin û dibêjin:

„Pîrê me got hûn ne kurd, lê hûn Elawî ne. Em naxwazin bi te ra kar û xebatê bikin. Em ne Kurd in ku Kurdîstanê jî bixwazin…“

Di warê ziman, çand û edebîyatê da Kurdên Êzdî berhemdar bûn. Ji Erebê Şemo bigire, heta Hecîyê Cindî, Ferîkê Usiv, Qanadê Kurdo, Wezîrê Eşo, Xelîlê Çaçan, hunermend û nivîskar di vê civakê da derketin. Ji wan camêran yekî negot ku em ne Kurd in.

Lê îro?

Îro, nifşek ji vî bawarîyê nabêjin em Kurd, lê em Êzdî û zimanê me jî Êzidkî ye. Çi bû? Çi qemî ku ev tevlihevîyek wisa rû da. Digotin kurdên xas em in, lê niha jî her kî ku devê xwe vedike, dibêje:

„Em Êzdî ne û tu elaqaya me bi kurdîyatiyê nine. Kurd ji me qetîyane‘, ‚zimanê me Êzdikî ye û û.‘ Dema meriv guh dide wan kesan, dibêje: ‚Hela hela ziman bi Kurdî û ji her gotinê jî fêm dikim. ’ Gelo ka Êzdkî zimanek çawa ye…?“

Meriv ku nebe millet dimîne wek ilet. Di 1920an da Koçgirî rabû ser pîyan. Negotin em Elewîstanê dixwazin, lê gotin em Kurd in û Kurdistanek serbixwe û azad dixwazin. Camêrekî wek Xalid Begê Cibirî, sunnî bû. Bi Elawîyan ra tekilî danîbû û nedigot tu Elawî û ez jî Sunnî me û ez şerîatê dixwazim. Digot: „Daw û doza min hiqûqê Milletê Kurd e û ezê bi kîjan wijdanî mefkureya xwe ya millî terk bikim…“

Na, neterikand û di wê rê da cane xwe da. Bi her reng û bawerîyên xwe em netew in. Heta ku em nebin milet, emê timî li bindest bin.

Pirsa me ya mişterek ne ol e. Em miletekî bindest in û pirsa me pirsek millî ye. Anxcax li ser nirxên millî em dikarin xwe ji koletîyê xilas bikin. Wekî din jî tu hêvî nîne.