Dengê xwe neke
Dengê xwe neke
Dema weşanê: Adar 29, 2020, 9:47 Dîtin: 476

Dengê xwe neke

nelive,

nere-neyê,

mêzê neke

ka bihar e an, ne bihar?

 

nebêje, ji dûr va dengê mirinê tê

mirin e,  bavê xwe nas nake


ben û tas,

nivişt,

lavayên şêx û pîran?

Na, bazar kesat û pere nake.

 

Şêx bi tayê ketî ye, jê ra pîr digîre.

Dilsarî ye, dest nedî jî dibe


meyît in, nabe neyên şûştin,

yê wî neşûştin,

 

Derê mizgeftê girtî û imam nebû

Textîrê ilahî ye,

çer hatibe wer jî çû.

 

Di vir da wê da nere neyê

dengê xwe neke

mirin reng bi reng e

tenê şîn û girî yek e

ra

şîn

û

girî…