Bekas…
Ezê çawa bibêjim. Wek we camêr û ciwanikan, ji bêrê zêdetir li mal im. Helbet, ev nexweşî bi nav kirina min Korê ye û dîn û îmana Korê jî nîne. Korê, kor e û berê xwe dide her kesî. Li reng, bawarî, millet, ziman, cinsîyet, kal û pîran mêze nake… Sed xirabîyek wê hebûye, bila rindîyek wê jî hebe ma ne wiha ye?
Hûn ê bibêjin çima? Korê û rindî…!?
Na, nepirsin û hela wiha xulek du xulekan bi sebra xwe bin, heyran. Bi sebira xwe bin û ez ê wê jî bibêjim.
Ê de roj in û rojên Xwedê jî naqedin.
Di van rojên reş û tarî da min jî ji berê zêdetir berê xwe da Yotubê û pêlê filmên Kurdî kir. Minak; min Klamek ji bo Beko temaşe nekiribû û temaşe kir.
Na, ne tenê min temaşeyê vê filmê kir û ez ê ji bo xatirê we nav bi nav rêz jî bikim:
1-Kîlometre Zêro,
2-Meş,
3-Bahoz,
4-My Sweet Pepper land,
5-Bîranînên li ser kevirî,
6- Sirata la gal ba,
7-Dengê Bavê min,
8-Bekas, û çend filmên din…
Lê min herî zêde ji filma ’Bekas’ hez kir û du caran ji serî va girt û lê temaşe kir.
Ger ku dema we li mal hebûye hûn jî temaşeyê Kaka Dana û Zana bikin.
Zana jî tam zana ye. Gotinên bêastar û eşkeva ne ji esaletê ye ku meriv bike. Na, ew jî nake.
Ji filmê sanekê bibêjim:
Zana û Dana, bi hev ra terin mizgeftê.
Di mizgeftê da Zana, wiha dibêje:
‚Xwedê çiqas pêlavên qilêr hene ji min ra bişine ezê boyax bikim, çend qirûşan li gel hev kom bikim, berê xwe bidim Emerîqayê, bibim Supermen, vegerim û li hember Saddam şer bikim.“
Zana, zarokekî 7- 8 salî ye.
Wele, min pir ji Bekas hez kir. Ger ku hûn jî temaşe bikin hûn ê pir jê hez bikin, fermo…