Ziman û siyaset
Ziman û siyaset
Dema weşanê: Rezber 31, 2018, 7:37 Dîtin: 541

– Xalo?

– Bibêje, bavê Xalo.

– Xalo, dibêjin 9 partiyên Koleistanê 9 teqle avêtine û di encamê da jî nêzî Zimanê Kurdî bûne. Min xwest ezê ji te camêrî bipirsim. Nizanim gelo ka tu di vê derbarê da çi difikirî û ji me ra dikarî ka qet çi bibêjî.

– Bavê xalo, rehma Ezdanê Dilovan li Şakroyê Dengbêj be. Rehmetlî ku sax bûya min dişand cem wî, lê nîne.

Reso, ku sax bûya min dişand cem Reso, lê çi bikim ku ew jî nîne. Xwedê axa wî zêde bike û cihê wî buhuşt be.

Radiyoya Rewanê ku bi xebata xwe ya salên 1960an bûya min pêşneyar dikir û ji 9an ra digot bişev guhê xwe bidin deng û behs, dû ra jî guhdariya Efoyê Esed, Şeroyê Biro, Aslîka Qedir, Şebabê Egid û hunermendên din bikin.

Na, bavê xalo. Xalo, ne siyasetçî ye, lê zimanê Xalo rûmeta wî ye.

Eha, 9 hezar gundên me xira bû nema. Gundiyan berê xwe dan kû û di kû da çûn? Bajar nema bi wan tije nebe. Dû ra xindek û mindek û li wan qeza û mezan jî koç û koçberî û delîl dayîka me kurdan.

Werhasil, ji xwarziyê xwe ra bibêjim ziman helisî, peritî û heliya.

Rabûne qala ziman dikin û dibêjin emê di civînên xwe da bi Zimanê Kurdî bin.

Na, bavê xalo ne rast û tiştekî derew e.

Eha, way min li vir nivisî. Ger ku ew di civînên xwe da bi Zimanê Kurdî bin ezê jî ji te ra wekî keran bizirim.

Bi zimanê xalê xwe ne û ewê zimanê civînan jî bi Tirkî be.

Çawa?

Ezê bibêjim, lo.

Emê bibêjin roja civînê ye û Sezayî got:

“Erqedeşlar, hewaller toplantiyi başlattim. Bu günku konumuz… filan û bêvan, lawo ka kî bi Kurdî di wê civînê da dikare biaxife. Bi xwe nizanin ka kî dizane? Farz i mihal, Simbêlboq. An jî emê bibêjin, qaraqaşlî Qardaş, bi kîjan zimanî diaxife?

Bi Tirkî.

Xwedê heye, Mistefa dizane. Dizane, lê xatir heye. Bi Buldan û yekî/ê din ra hat ba hev? Nizanim belkî jî. Mesle ne kes in jî, lê kes bi xwe divê dest bi zimanê xwe bike û li kolan û civînan da bi zimanê xwe be ku bikaribin baweriyê bidin. Ma ne wiha ye, xwarzî.

Ha!

Ez çi pêsnîyar dikim tu dizanî. Bila her kes li ser Ala Rengîn sond bixwe û di civînên xwe da hilbide. Na, lo ne hewce ye ku bare ziman bidin pişta xwe, bila Ala xwe rabikin û bêdeng bin. Ezê baweriya xwe bi wan bînim. Ziman jî icab nake biaxifin.

Birayar biryara 9 partiyan e, Ala me rûmeta me ye. Sembola milletê me ye. Emê ji Alê dest pê dikin û berê xwe didin ziman. Ziman karekî dûr û dirêj e.

Na, bavê mino. Na, bila berê xwe nedin kaşan û nebînin xewnê şaşan.

Werhasil, ziman girêdayîyê axê û ax jî hê bi nalîn û zarîna xwe ye.