Yar û Mirad - 9
Yar û Mirad - 9
Dema weşanê: Gelawêj 25, 2017, 9:10 Dîtin: 550

Li welat tawanbarî û zilm û zordarî hebû. Zarîn bi dilê axê ketibû. Nîrê neyariyê nîrekî giran e û ne tê kişandin, bikişînî û nê jî tê qebûl kirin qebûl bikî. Afat û xezeba Xwedê bû bi ser Kurdan da hatibû. Ax, de jiyan e. Roj tê dîlan û roj jî tê bi şîn û girî ye. Şeva îşev jî bi helbest, stran û axaftin derbas bûbû. Li mêvanxanê çira dişxulîn û hundir germ û di şewlê da bû. Derengiya şevê û li derva reşêşa baranê lêkiribû dibarî. Di vê şeva Zivistanê da sar û serma, seqema Serhedê ne kêm û bi têra xwe bû. Belê, li derva sar û seqem û di hundir da jî tîna sobê û germiya mirovahiyê hebû.

Bûk û xwesî, bi hev ra derketibûn derva û di ser çûyîna wan ra pirr derbas nebûbû bi ricifa dilî va derbasî hundir bûn. Derbas bûn û di pey ra jî hatin li ber sobê hevnişîn. Silêman Beg, ji bûka xwe pirr hez dikir û qedra wê digirt.

Besra, delala mala wî û dema wî li Besrayê jî deng bikra, digot:

“Delala mala bavê min’’ û di pey ra jî xwazî, an jî gotina ku dixwest bike, dikir. Bi rastî jî Besra, ji dîlberan dilbereke bêqisûr bû. Ji rêzdaran ra rêzdar û bi biçûkan ra jî wek biçûkeke tevdigeriya. Jinekê diltenik, giran û xwezanek bû, ew. Wek xwesiya xwe ew jî, ji Êla Sipîkan bû.

Apê Silêman, li wan deng kir û got:

“Asya û delala mala bavê min! Divê êdî mêvanên me jî rabin û razin. Camêr, di vê berf û baranê da ji riyekî dûr hatine. Bila bi rehetiya xwe bin û westiya ne. Nîvînan bînin, raxin û bila camêr jî xwe ra rabin û razin.” Got, rabû ser xwe û bi wî ra Navdar û Hesen jî rabûn. Rabûn û derketin derva. Li pey wan jî bûk û xwesî, bi hev ra rabûn, derbasî aliyê malê bûn û ji ser stêr nivînên xwe anîn û li mêvanxanê raxistin. Piştre jî Besrayê çû ji hewliya pêşin hinek êzing û çend telt jî sergîn anî û kir sobê.

Li derva ba û baran û xezeba Xwedê bû. Zivistan jî zivistana Serhedê û her bi xume-xuma xwe bû. Xanima delal, carekê din derbasî ber pacê bû. Di şeva ba û bagêrê da ji alikî va wê li barana berfê mêzekir û ji alikî va jî ji çavên xwe yên reşbelek, hestir barand. Besra, tije bûbû. Ji dev û lêvên wê yên tenik, çend hevokên janî bûn para demê.

Xwe bi xwe got:

 

hûrik hûrik berf dibare,
                       li derva
şev tarî, xewn kerî bi kerî
ji demê ra deyndar ketim,
                       Ferzende

di ruhê min da ba û bagêr
li tenîşta min dayîka te‘
deyaxa dilê min û evîna bavê te
ka tu li kû yî…?
li benda te me
                   Ferzende…” 

Di wê gavê da li gel mêvanên xwe Apê Silêman, derbasî hundir bû.

Di hatinê da jî got:

“Derva pirr û pirr sar û mirov dibêje qey tofan rabûye. Ba û bagêr e, lê çer ba û bagêr. Ba dike, lê bi xwe ra jî pûkê qilozê hewa dike. Erê, wele! Bimbarek qet nizane ku parikî navbeynê bide. Qilaxek nemaye ku di berfê da winda nebe. De rabin! Rabin ku bila mêvan jî bi rehetiya xwe bin.” Got û di pey ra jî li benda rabûna xanim û bûka xwe ma.

Asya û Besra Xanim, pevre rabûn. Di rabûnê da herduyan jî got:

“De şeva we ma xweş û Xwedê rehetiyê bide we…”

Beriya ku Ape Silêman jî derbikeve, got:

“Nizanim gelo ka wek din tu xwaziyek we heye an, na…? Ger ku nîne, de şeva we ma xweş û Xwedê rehetiyê bide we…” Got, bi bûk û xanima xwe ra derket. Ji şevan şeveke bi ba û bahoz bû. Guve guva bayê û te digot qey dengê fîtikê ye, li sêvdera qonaxê dizive. Hundir germ û ew jî bêhal û betilî bûn.

Derbasê nav nivînan bûn û Hesenê Hesenî, got:

“Apo, de şeva we xweş. Wele, pirr xewa min tê û pirr jî westya me.”Got, di nav nivînên xwe da li hêla çepê zivirî û di pey ra jî çavên xwe da hev.

Lehengê delal, ji cîhê xwe rabû, di pey ra jî pifê çirayên şewledarî kir, vemirand û lihêfa xwe kişand ser xwe. Demekê di nav nivînên xwe da qilqilî, hat û çû. Xwest çavên xwe bide hev, lê nebû. Her çi qasî ji hêlekê va li ser aliyê dinê bizivire jî ku nebû nabe. Pelûyên çavan da hev, lê… Li derva guvîna bayê û şevekê ji şevên zivistanan bû.

Li mala Silêmanê Ehmed wî çavên xwe da hev û di pey ra jî derbasê xem û xiyalên kûr bû.

Li Kêranlixê, ji alikî va ewtîna kûçikan û ji alikî va jî dengê ba û bagêrê reng dabû şevê û şev, melûl melûl dibuhurî.

***