Yar û Mirad - 8
Ne tenê Silêman Beg, lê xanima wî jî gotina xwe kir.
Got:
“Bavê mino, bi te xêr e. Tu bawer bike ez jî wek apê te difikirim. Mal mala te ye û tu jî ne mirovekî xerîbî. Mayîna te ji me ra cihê kêfxweşiyê ye. Ger ku tu çend rojan li ba me bimînî him ji bo te û him jî ji bo me baş dibe. Tu teze hatiyî û hê bi nerehetiya xwe yî. Nabe ku tu hema weha lez bikî û bi carekê herî. Na! Na, ji bo çendeyekî li ba me bimîne û paşê jî ji te ra oxira xêrê û rêka te vekirî be.” Wê jî wer got û xwaziya malxuyê xwe pejirand. Di since xwe da Navdar bi înad, lê bi ewqasî jî bi giranî û maqûliya xwe bû.
Bi wê rêz û rêzdariya xwe got:
“Hûn jî dizanin ku roj roja mirin û mayînê ye. Min dixwest ez ê bi Ferzende Beg re biçim, lê wer diyare ku hatin û nehatina wî jî ne kivş e û nayê zanîn. Ez jî dibêjim çûyîna rojekî pêşîn ji mayînek dereng pirr û pirr çêtirîn e. Ji min ra ya herî baştirîn e ku ez ê dereng nemînim û di wextê da biçim. Dîsa jî destûr destûra we ye…” Belê, wî got. Lê bi zarek xweşik anî zimên û got.
Silêman Beg jî, li ser axaftina Navdar qederekê ponijî û xwe bi xwe jî fikirî.
Piştre vegeriya mêvanê xwe û got:
“Belê, de bila wek te û li ser xwaziya te be. Kurdê bê hesp, bê per û bask e. Di çûyînê de hesp heye. Ger ku biraziye min Evdilbaqî li vira bûya min ê wî bi te ra bikra rêheval û bişanda. Na, ne ew û ne jî Kazimê min li vir û amade ye. Ew jî, bi Ferzende ra çûn û niha li çiya ne. Belê, li çiyan…
Heke ku di navbeyna du rojan da hatinek wan hebûye, de bila be û bila bi te re werin. Lê ez qet pê nizanim û de em ê binhêrin.
Bû ku di wextê da nehatin. Ku nehatin jî tu qet xem neke û ez ê ji mêrxasan mêrxasekî ji Êla Hesenan bi te ra bikim rêheval û bişînim, heyran. Na, tu xem neke û yê çareser be….” Got û bi qasî bistekî jî di bêdengiyê da ma. Piştre dîsa vegeriya axaftina xwe û gotina ku dixwest bike, kir.
Got:
“Xalid Begê Cibrî, ji dostan dostekî qedîm û ji mêrxasan jî mêrxasekî bi nav û deng e. Belê, çûyînek ber bi wî li min xweş tê. Ew, zanayek bê hempa û delalek ji delalên vî welatî ye. Dizanim roj, ne rojên seknanê û divê ji me ra her berxwedan û xîret hebe. Li vê herêmê şer berdewam e û egîd jî li ber xwe didin. Na, ne tenê li vir, lê belê li her çar aliyê Kurdîstanê şer sar nebûye û egîd di govendê da ne. Ji eniya Wartoyê bigire Xinûs, Şûşar, Tekman, bajar û bajarokên din tev da li berxwe dane û hê jî didin. Ger ku qolê Kopê û Kelê di demekê nêz da li vê aliyê hatibin, ez ê ber bi wê aliyê va bi rê bikim û bişînim. Ka de em ê mêze bikin ew ê çawa be…”
Piştî axaftina xwe jî wî serê xwe rakir û pera jî ber bi bûkê va mêzekir. Dît, ne bi kêf e. Wê, ji helbestekî pir hez dikir. Dema ku wî û xanima xwe jî bi hev ra dest bi xwendina wê helbestê dikirin jî, bi carekê dilê wê xweş û bala wê sivik dibû. Helbet, beşer e û bi hev ra xweş û bi hev ra bextewarin. Helbesta wan jî, ji Baba Tahîrê Hamedanî bû. Rewş e û divê mirov li ber çavan bigire. Silêmanê Ehmed û negire. Wî jî girt û xanima wî jî. Wan dest bi xwendinê kir, lê tê nedixwest dawî lê were. Yê ku dixwînin jî Apê Silêman û xanima wî be. Apê Silêman, geweriya xwe paqij kir û di pey ra jî dest bi helbestê kir.
Got:
“Dilê şad agah ji dilê jar nîne
kesê xweşrewş agah ji bîmar nîne
ne bi nasê te ev wêneyekî kevn e
ku azad ji dîlî agahdar nîne…”
Dor bi dor û wî, dest bi xwendinê kiribû. Çarîna duyem para xwesiyê bû.
Wê, destê yek da ser çonga Besrayê û pêra jî got:
“…gulîstan cihê te ey nazenînim
ez di gulxen û xwelî de dirûnim
çi di gulşen çi di gulxen çi sehra
ku çavan vedikim her te dibînim…”
Dil e ku xemgîn be, rêzik jî hestewarin. Dor hatibû, Silêman Beg.
Mezinê malê, ber bi bûka xwe va mêzekir û got:
“…bela wek remzekê ji bejna te ye
mecnûnî qismek ji sewda te ye
gumana min ev e ku xaliqê te
veşartî di temaşa te de ye…”
Her ku ji wan yekî rezek biqedanda îca yê din di dorêda bû. Ji Hesenî ra cara yekem bû wî guh dida şevbihêrk weha û bi xwe jî şaş û metal bû. Wek ku mirov di şanoyê da bi temaşa xwe be, kî ku bixwenda sere xwe ber bi wî/ wê va digirt û lê mêze dikir. Destên xwesiyê li ser çonga bûkê û çavên wê jî li rûka bûkê bû.
Got:
“…dilêm ji derdê te herdem xemîn e
balîfêm kevir, doşekem zemîn e
sûcêm ev e ku min ji te hez kirye
ma her ê ji te hez dike dilbixwîn e…”
Ne tenê Hesen, lê ji guhdarvanan Navdar jî bi coş bû. Madem ku xwendin dor bi dor e dor jî hatibû, Apê Silêman. Na, wî dem nekir navbeynê.
Nekir û got:
“…alemê de kes nebe wek min, amîn
wek min kes nebe di ev dîn û ayîn
her ê ku bi halê min bawer nîne
weke min be, weke min be, weke min…”
Apê Silêman, xwendina xwe ku qedand şûnda jî dest bi pêçana çixareyekî kir. Deng û awaza dayîka Ferzende, wek yê qaz û qulingên Serheda şewitî bû.
Dor hatibû wê û wê got:
“…her ew ku aşiq e ji can natirse
aşiq ji zencîr û zîndan natirse
dilê aşiq weke gurê birçî ye
ku ew ji heyheta şivan natirse…”got.
Tu yê bibêjî bila ji Besrayê deng were, nebû. Piştî ku xwendina xwesiyê biqede teze axifî û gotina xwe kir.
Bi dilekî xembar got:
“Weyyy, dayê! Dayê, tu her bijî. Ne tenê dayîka min, lê bi dayîka min ra xezûrê min jî bila her û her bijî. Herduyan bi hev ra îşev him dilê me şa kir û him jî dema me xweş kir. Spasdar im û Rebê min tu car we neêşîne, amîn. Ca wek din ji min ra gotin e ku ez bi kar bînim. Besra, her û her minetdarê we ye.”
Apê Silêman, ji camêran camêrekî bejnzirav û hîtê mêran bû. Wî, simbêlê xwe bada, ediland û di pey ra ji bi dengekî tije dest bi xwendinê kir.
Got:
“…ku dil dilber be, lexwe dilber kî ye
eger dilber dil be, navê dil çi ye
ez dil û dilber tevlihev dibînim
nizanim ku dil kî ye dilber kî ye” got.
Xwend şûnda jî ji bûka xwe ra got:
“Delala mala bavê min! Ka de ji kerema xwe ra rabe û ji min ra di tasê da avek sar bîne…”
Bûk ji cihê xwe rabû. Rabû, lê di rabûnê da jî ji xwesiya xwe ra got:
“Dayê, ez bi qurbana te! Heta ku ez hatime tu yê rêzikan nexwînî. Li benda min be, ez ê nuka werim.” Asya Xanim û bixwîne. Na, nexwend û li benda bûka xwe ma. Besra, pirr zû hat. Di hatinê da jî wê tasa avê ber bi xezûr girt û got:
“Fermo, ji xezûrê min ra avek ji ava kevserê…” Bi wê diltenikiya xwe got û di pey ra jî çû, li ba xwesiya xwe çong da erdê û rûnişt.
Besraya wê hatibû û êdî wê dikarî dest bi xwendina xwe bike û kir jî.
Bi destek bûka xwe va girt, guvaşt û got:
“…biçim ez ji vê alemê bider çim
biçim ji Çîn û Maçînê dûrtir çim
ez ê ji dildar re peyamkê bişînim
ku ger dûrî xweş e ez ê dûrtir çim…”
Apê Silêman, ji tasê qirmek av vexar. Piştre jî vegeriya Hesen û got:
“Lo, ka de were ba apê xwe, ez bi heyran. Çima tu ewqasî ji min dûr sekiniyî? De were û li benda te me, Hesenê min…”Hesen, ji cîhê xwe rabû û çû li ba Apê Silêman çong da erdê û rûnişt. Na! Apê Silêman, ji kesî nepirsî. Ji wî pirsî û di mebestê da jî dixwest ew biaxife.
Got:
“Hesenê min, ka de tu bibêje, lo. Bibêje, ka ji me herduyan kî baş dixwîn e. Ez an, xaltika te Asya Xanim?” Got, lê Apê Silêman, li benda bersiva Hesen nema û dest bi xwendina rêzikan kir.
Got:
“…eger destêm bighê çerxa felekê
ez ê gelek tiştan bi pirsim ji wê:
“Te bi yekî dayiye sed nîmet
bi yê din jî nanê ceh tevî xwînê…”
Wek çawa li ser zinaran kewên ribat per bidin hev û dor bi dor biqebînin xwendina wan jî bi wî awayî bû. Asya Xanim û Apê Silêman, avêtibûn ber hev û yekî ji yekî xweştirîn xwendibû. Dor hatibû wê hişmendê û wê xwend.
Got:
“…îlahî biçim cem kê biçim cem kê
ez ku bê dest û pê me biçim cem kê
hemû min biqewrînin tême cem te
ku ji te biqewirim biçim cem kê…”
Xwend, lê bi xemgînî xwend. Çawa bi dilekî xemgîn nebe, çawa? Li welatê wê şer, dagirkerî û kavilî hebû. Îca ji ber wê yekê nebû herdû egîdên wê ne li mal û li qada şer û ji wê dûr bûn. Çawa qisawet û çawa xemgînî nebe.
Bûka malê, li cem xwesiyê û wê, qet nedixwest dawî li xwendinan were. Şevbihêrk li gor xwesteka wê bû. Him bala wê sivik û him jî pê dilê wê xweş bûbû. Vêca Apê Silêman, ne li bûkê û li xanima xwe ya hişmend mêzekir.
Mêzekir û got:
“…bela wek remzekê ji bejna te ye
mecnûnî qismek ji sewdaya te ye
gumana min ev e ku xaliqê te
veşartî di temaşaya te de ye…”
Xwendin ku ji xwendinan xweştirîn e. Xwendina herî dawiyê ji wê hişmendê ra mabû. Belê, ji Asya Xanimê ra û wê, bi dengekî germojik xwend û qedand.
Got:
“…delal herdu çavê min qesrên te ne
nav herdu çavê min çîhê piyên te ne
ditirsim tu bi xafil gav biavêjî
û bi mijangên min biêşin piyên te.”