Yar û Mirad - 7
Silêmanê Ehmed û Asya Xanimê bi hev ra kir kalîn û pevre jî gotin:
“Tew tew tewww…! Weyyy tu her hebî, bavo û bira. Weyyy, min bi qurbana wî dengî. Ew dengê te her û her li hûzbara vê dinyalikê hebe. De here, bavê min biyo. De here…”
Asya Xanim sekinî, lê Apê Silêman û bisekine.
Got:
“Xwezî bi wî dil î, xwezî bi wî dil î; bav û bira. Lo, lawo! Xwedê bi te ra be. De here ku tu axayî. Mala te ava û siheta te xweş…”
Dilbera malê Besra, bi hêstirên çavan û xemgîn bûbû.
Asya Xanim, bi guhdariya xwe bû, lê bi deng û sedayê stranê va jî ji xwe dûr û dûr bûbû.
Ne tenê ji xwe dûr, lê xwe bi xwe jî got:
“Weyyy mala te ava be, bavo bira. Ne carekê, le bi hezaran carî ava, berxê mino! De here… Bibêje, tewww û tew carekê din tew…!” Bi strana xwe va Navdar, dilê gişkan helandibû.
Wî, strana xwe domand û di berdewamiya stranê da jî got:
De tê da tê yê nale-nala birîndara
Herçî gava hûnê pirsa Qeymezê Êzdî ji min dikin,
De îro sê roj e bi dozde xortê eşîrê va xwey maye ber koleka dara
Ax dilêm yar yar, dilêm yar yar
Ax dilêm yar yar, dilêm siyaro
Xozandaxê lê lê gelî birano li ber ferîka
Bi rojê xewa me nayê ji destê mîratê van wawika
Xelkê li orta meydana Xozandaxê inda kiriye bi tekan û tûka
Min porkura Xwedê inda kiriye Qeymezê Êzdî
Xortê xweyî gundê ber ferîka
Ax dilêm yar yar, dilêm yar yar
Ax dilêm yar yar, dilêm siyaro
Dengî wî xweş û gotinên stranê jî heta bibêjî bibandor bû. Deng û awaz ku xweş be, çawa Silêmanê Ehmed, xanim û bûka wî xemgîn û dilêş nebin.
Ferzende û Kazimê wê ku were bîra wê ew ê çawa xemgîn û dilgiran nebe. Helbet, ew jineke hesteyar û dayîka du egîdan bû. Beyî hêstirên çavan nabe û wê jî îşev guh da Navdar û pêra jî ji lîlikan barand û barand.
Carînan Apê Silêman jî tewin dida û bi Navdar ra jî digot:
“Hahî hahî î î î….”
Navdar, bi deng û sedayê xwe û guhdar jî bi xem û xiyal û xemginiya xwe bûn. Kesî ji wî bawer nekiribû ew ê bi ewqasî bi dengekî xweş be.
Strana xwe domand û got:
Xozandaxê lê lê lê gelî birano wê li mil e
Ava Qemesyana şewitî bi ser me da girtiye tê, xule-xul e
Ax dilêm yar yar, dilêm yar yar
Ax dilêm yar yar, dilêm siyaro
Ava Qemesyana şewitî bi ser me da girtiye tê, xule-xul e
Xelkê li orta meydana Xozandaxê inda kiriye bi tekan û tûka
Min porkura Xwedê inda kiriye Qeymezê Êzdî, siwarê hespê qule
Ax dilêm yar yar, dilêm yar yar
Ax dilêm yar yar, dilêm siyaro
Mêvanê delal, strana xwe qedand û xwe da alikî.
Apê Silêman jî got:
“De here ku îşev te mala min şewitand, lawiko. Strana te bibandor û te hestê apê xwe peritand.
Na, wele! Wele, peyv nine ku apê te ji bo te bikaribe bi kar bîne. Te îşev dilê min carekê din sotand û pera jî kezeba min kerî kir. Ji stranan stranek gelerî, lîrik û heta bibêjî xweş û bibandor bû. Te ez neşikênandim û bi vê stran û avaza xwe jî ez helandim. Her hebî û mala te ava, berxo. Her bijî…”
Ji xaniman xanimek çê ye, xwesiya Besrayê. Vegeriya Navdar û wê jî bi helbestek Ehmedî Xanê spasiya xwe kir.
Bi dengekî dilovan xwend û got:
“Hoşiyar bî, da nekî umre xwe bê hasil, telef
Ku nedaye faîde mal, genc û ewlad û xelef
Macerayê Xidr-î, diwarê yetimîbû, selef
Vî zemanî her kesek mî’marê diwarê xwe ye…”
Di pey ra jî axifî û got:
“Gavek berê Silêmanê Apê te, spasiya xwe kir. Tu bawer bike, berxo! Bi deng û avaza xwe strana te stranek delal û Asya, pê ra şewitî. Me heyr û hijmekar guhdariya stran te kir. Ew dengê te dengekî xweş û delal e. Bi wî dengê xwe tu her û her hebî. Te xwaziya dilbera min bi cîh anî û mala te bi hezarînan ava be, ezîzê min. Erê, wele! Wele, Di emirê xwe da min ne kilamek ewqasî xweş guhdarî kiribû û ne jî bihîstibû. Lo, mêvana! Lo, wele te dilê me hewand û dema me xweş kir. Tu hinekî rawest e. Rawest e, lê tu jî vê ya wer bizanibe ku êdî xwesiya Besrayê, tu car ji pesîra te dev bernade. Tê wê watê ku ji min û te ra xew nine û tu yê heta sibê ji min ra bistrî…!” Got, lê pêra jî keniya û wer got.
Bûka delal Besra û gotina xwe neke. Ew li ber destê xwesiya xwe hînê gelek tiştan bûbû. Axaftin be, ji wê axaftin û helbest û çîrok û destan be, dîsa ji wê girtibû. Wek xwesiya xwe wê jî, ji helbestê bi rêzek spasiya xwe kir.
Rêzeka helbestê jî, wek yê xwesikê ji Ehmedî Xanê bû.
Got:
“Çi bikim ku qewî kesad e, bazar, nînin ji qumaşî ra xerîdar…
Birayê delal û mêvanê ezîz!
Ez bi xwe jî gelekî xweşhal im ku te xwaziya min bi cîh anî. Mala te ava, qurban. Mala te ava…” Gotina xwe kir û di pey ra jî rabû û piyana wî bi çayê va dagirt.
Navdar, strana xwe qedandibû û ji guhdaran jî spasiya xwe girtibû.
Wek bersiv jî wî, weha got:
“Li min biborînin ku ez hê nexweş û dengî min jî ne bi xwaziya min bû. Beriya ku werim jî, ji xwe nexweş û di nav ciyan da bûm. Hûn jî dibînin ku ne deng wek deng e û ne jî reng li min xweş e. Ez sipasa we dikim, mala we gişkan ava û Xwedê ji we razi be…”
Axaftin nebû li pey xwe axaftineke neyîne. Îca piştî axaftina wî jî Apê Silêman axifî û ji wî pirsa xwe kir.
Got:
“Xwerzî, ne ciyê pirsê ye ku mirov ji mêvanê xwe pirsek wek vê pirsê bike. Lê dîsa jî ez ê ji te bipirsim û pirsa xwe jî bikim. Çi wextê tu dixwazî bi rê bikevî…?”
Navdar, pirsa Apê Silêman bêbersiv nehîşt û bersivand.
Di bersiva xwe da jî got:
“Apo! Xwedê ku hasil bike û lihev bîne ne sibehê, lê di dotira rojê da bi îzna Xwedê dixwazim biçim. Çûyîna Hesen jî babokê we û dimîne li ser we. Ji xwe di hatinê da jî xwesteka xanima Xalid Begê Hesenî bû. Digot, bila Hesenê min bi peyakî ra bikin rêwî û wer bişînin.”
Apê Silêman, li Hesenê Hesenî nihêrî û got:
“Tu ji bo Hesenê min qet xem neke. Na! Qet ne tu pirsgirêk e. Ez ê ser û guhê Hesenê xwe germ girêbidim û di pey ra jî bi peyakî çeleng ra bikim rêwî di ser dayîka wî da bişînim. Lê ji bo te jî dibêjim tu qet lez neke û çend rojên din bibe mêvanê apê xwe û paşê jî ji te ra oxira xêrê.
Na, lez neke. Di vê sar û sermayê da qet lez neke û mal jî mala te ye û tu li mala xwe yî…”