Yar û Mirad - 6
Di rewşa xwe da ka îca ji wan kî nebû ku him xemgîn û him jî ji xwe dûr nebe. Her çi qasî di xem û xiyalên Ferzende da Besra ji xwe dûr bibe, bi hewqasî jî xwesî ji xwe dûrû di bîranînên zarûkên xwe da dihat û diçû.
Belê, Navdar ne wek kesekî xerîb, lê wek xortekî ji xortê malê be, hatibû pêşwazîkirin û qebûl dîtibû. Li gel Silêman Beg jî, her bi rehetî û kêfa xwe bû. Silêman Beg, çixareya ku ji xwe ra pêçabû kir taximê û bi çîka arê va vêxist, jê mizek girt û duxwana wê bi ser xwe da berda.
Di pey ra jî ber bi Navdar mêzekir û got:
“Gelo ka me Kurdan ji fikr û ramanên Ehmedî Xanî çi qasî îlham girtiye û di pey ra jî wek Kurdekî em pê pijiyane? Di dil û mejiyê me da çi qasî bi cîh bû ye û em bi çi qasî wî zanayî giranbuha dinasin…? Hezar rehme li gora wî be.
Di helbesteke xwe de weha dibêje:
…
Ger dê hebûya me padişahek
Laiq bidiya Xwedê kulahek
Tayin bibûya ji bo wî textek
Zahir vedibû ji bo me bextek
Hasil bibûya ji bo wî tacek
Elbette dibû me jî rewacek
Ger dê hebûya me îttîfaqek
Vêkra bikira me înqiyadek
Rûm û Ereb û Ecem temamî
Hem’yan ji me re dikir xulamî
Tekmîl-i dikir me dîn û dewlet
Tehsîl-i dikir me ilm û hîkmet
…”
Helbest ji Ehmedî Xanî û xwendin jî ji wî bû.
Xwend û di pey ra jî weha got:
“Eha, ne min ji te pirsîbû û ne jî min gotibû ez ê ji te ra helbesteke bixwînim, lê min xwend. Min xwend û dor jî dora te ye. Na, ne xwe bide alikî û ne jî hema barê giran bîne û bide pişta min. Belê, Navdar. Tu xort û bi ewqasî jî çeleng î. Werhasil, divê tu jî ya ji me ra helbest, ya jî stran û kilmek bibêjî û bistrî. Ma ne weha ye, Besra?” Got û qederekê li benda wî ma.
Dît bêdeng û fedî dike, got:
“Rêzika helbestê ya ku gavekê berê amojika te xwendibû, ji Melayê Cizîrî bû…”
Navdar, bi şermokiya xwe û wek çawa jûjiyeke xwe komê serhev bike, bi wî awayî xwe kome serhev kiribû û di pey ra jî kişyabû qaşike xwe. Belê, bêdeng û vê gavê xwe dabû kerr û laltiyê.
Demekê buhurî, vegeriya Apê Silêman û got:
“Ax, Apo! Dibêjim xwezî min jî wek cenabê we û amojika xwe bikarbûya ji Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî helbest bixwenda, lê nizanim.
Tiştê ku ez bikaribim bikim guhdarî ye û ez jî bi guhdariya xwe me. Bêguman, ji axaftin û şîroveyên cenabê we jî tu car têrbûn, nîne. Kî nîne ku jê mefayê nebîne ku ez jî negirim û nebînim.
Gotinên we rêzdaran ji min ra wek zêr û xezne ye û ez jî naxwazim ji vê hebûnê bêpar bimînim, Keko.
Cîhê ku hûn lê ne, peyv ji min zêde û ez nikarim. Mala amoja min ava be. Wê jî xwend, lê xweş xwend. Ji xwe helbesta ku cenabê we ji Ehmedê Xanî xwendibû jî, pirr û pirr bibandor û dibêjim spas û mala we ava, Apo.”
Ne Apê Silêman, lê xwesiya Besrayê bersiv da.
Da û got:
“Mala te jî ava, berxê min. Bila emirê te dirêj û jiyana te jî daîm be. Me bi qasî xwe dît û dît. Jiyan êdî ji me sar bûye, sar. Helbet, hûn xort in û li pêşiya we jî roj hene ji rojan xweştirîn in, bi hêviya wan rojên bextewar her û her bijîn. Her û her…Ji Êzdanê Dilovan lavayê min e û jê niyaz dikim ku ev şerê qirêj jî bidawî dibe.
Dilê dayîkan pirr û pirr jan girt û bila êdî negire. Bi qasî ku êş û jan bigire-girt û pê peritî. Êş e, diperitîne. Jen e, helak dike. Xwedê carekê daye, lê bila carekê din nede û me pê neêşîne. Nayar e, çi bibêjî dike. Belê, çi bibêjî…”Got û di pey ra jî çavên xwe paqij kir. Besra, rûniştî û bi xemgîniya dilê xwe bû. Helbet, mêr ku li qada şer be, meraq û xemgînî jî her û her pê ra ye.
Xanima delal, ber bi mêvanê malê mêzkir û got:
“Mêvanê ezîz! Ev bûye demekê ye guhê min li we û axaftinên we ye. Gavek berê xwesiya min axifî û helbestek xwend. Xezûrê min jî, Xwedê jê razî be, ji alikî va axifî û ji alîkî va jî ji dil û canî helbestek xwend û di pey ra jî şîrove kir.
Lê belê yê wî jî ji we xwestinek bû. Ez jî dizanim ku cihê ku xezûr û xwesiya min lê bûne peyv li min nakeve, lê bila ew jî min bibexşînin û ez jî wek xezûrê xwe ji we an stran û an jî, helbestek dixwazim. Xwaziya min û xezûrê min li ber çavan bigirin û min jî neşikên in. ”Got û li wî ferz kir. Ew bi şermokiya xwe bû û wî qet nedizanî ka êdî çi bibêje û çi nebêje.
Gelo ka wî yê bigota çi? Ne tenê Silêman Beg, lê niha bûka wî jî li wî ferz kiribû. Na! Wî nedikarî bigota, na.
Tenê got:
“Hûn ê ji min bawer bikin ku ne dengê min û ne jî stranên ku ez bistrim, xweş in…! Ger ku xweşbûya…” Erê, wî xwe dabû nazê, lê dor jî hatibû Asya Xanimê. Kevir di cihê xwe da giran e.
Wê jî got:
“Lawê mîn, na! Na, ez ji xwe dikevim şikê, lê ji te ebeden, na. Ez qet bawer nakim ku tu yê xwaziya bûka min li ber çavan negirî û bi cîh neynî. Ne me, lê wê ji te xwest. Ger ku tu xwaziya wê li ber çavan bigrî em dê xweşhal bibin…!”
Apê Silêman jî gotina ku dixwest bike, kir.
Got:
“Dor bi dor e, lo. Yê me dor bi dor û ne bi zor e. Eha, tu jî dibînî ku delala mala bavê min ne ji min û ji te stranek dixwaze. Na, qet xwe nede nazê û naziyan neke û xwaziya delala mala bavê min bi cîh bîne û pêsîra xwe jî jê xilas bike û hew…!” Got û peyva xanimê û xwaziya bûka xwe bi hev ra pejirand.
Hersiyan bi hev ra gotina xwe kiribû û bi wî awayî jî rê jî li ber Navdarî girtibûn.
Belê, dor hatibû wî û wî, herdû destên xwe ber bi guhên xwe bir, gewriya xwe paqij kir û dest bi stranê kir.
Yekem, got:
“Hahîîî hî hîîî…!”
Bi dengekî zelal û xweşik strana xwe domand û peyv ji peyvan xweştirîn bû.
Got:
Xozandaxê lê lê lê ber topê ye
De kalmastê birano ji bextê min ra li ber topê ye
Heyla di binyê da zarê- zara pezkûvyê ye
Ax dilêm yar yar, dilêm yar yar
Ax dilêm yar yar, dilêm siyaro
Wey di binyê da zare-zara pez-kûvyê ye
Herçî gava hûnê pirsa Qeymezê Êzdî ji min dikin
De îro sê roj şev e li Xozandaxa xopan li ser kanyê ye
Ax dilêm yar yar, dilêm yar yar
Ax dilêm yar yar, dilêm siyaro
Xozandaxê lê lê lê gelî birano li berwera
De kalmastê temaşe kin, bextê min ra li berwara
De iro sê roj û sê şev e tê da têye nale-nala birîndara
Ax dilêm yar yar, dilêm yar yar
Ax dilêm yar yar, dilêm siyaro