Yar û Mirad - 5
Yar û Mirad - 5
Dema weşanê: Pûşper 21, 2017, 9:17 Dîtin: 580

 

’…Taseke ji ava zelal nadim bi Hewzê Kewserê
Levhatina Qesra Şêrîn, jê nabînim tu meferê
Piştî roja me bû tarî mirin xweş e ji emberê…’
                                                                        Ehmedê Xanî

 

Silêman Beg, ji îskanê qirmek çay girt, vexwar û di pey ra jî li mêvanê xwe mêze kir.

Belê, li Navdar mêze kir û weha got:

“Xwarzê, tu jî wek min dizanî ku em ji qewman qewmek kevn in. Rûmet û mêrxasî ji bav û kalan derbasê me bûye. Me tu car serî li ber neyaran netewandiye û em ê netewînin jî. Êşa me jî êşek dijwar û mixabin ne kewdar û kew lê nayê. Na, wele! Wele, me ji xwe ne tu xêr û ne jî mirazek dîtî ye. Em Kurd in, lê Kurdên bê miraz in. Helbet, ne bê sedem û gelekî û gelekî sedemên wê hene. Wek xusûmet û bê tifaqî. Na, na! Ku tifaq nebe, tu ji min ra ne qala pêşeroj û ne jî jiyaneke birûmet bike. Bila axa wî ganî ganî be. Ganî ganî be ku wî zanayê birûmet gotiye. Belê, ez qala Ehmedê Xanî dikim.

Ew, di helbestek xwe da weha dibêje:

 

’…Taseke ji ava zelal nadim bi Hewzê Kewserê
Levhatina Qesra Şêrîn, jê nabînim tu meferê
Piştî roja me bû tarî mirin xweş e ji emberê…’

 

Silêman Beg, beytek ji Ehmedê Xanî xwend şûnda jî dîsa axaftina xwe domand.

Domand û got:

“Belê, biraziyê delal! Tu jî dibînî ku zanayê mezin Ehmedê Xanî, ji peymana Qesra Şêrîn pirr û pirr eciz e. Eciz e, ji ber ku di navbeyna Osmanî û Eceman da axa welatê wî hatiye dabeşkirin û zarîn bi dilê axê ketiye. Zanayê birûmet, jana dilê xwe li rêzikan bar dike û bi wî awayî tine zimên. Rastî ew e ku heta mirov nebe xweyîdewlet ne zilm û ne jî zîllet diqede. Em wek hev in, êş û xemginiya me wek hev û ji hev ne cûda ye…!”

Silêman Beg, bi mevanê xwe ra û Asaya Xanim jî, bi bûka xwe ra tekildar û bi axaftin bû.

Asya Xanim, keça tovrindan û ji hişmendan jî hişmendeke çê bû. Wek mêrê xwe zana û di tûrikê xwe da dagirtî û xweyîgotin bû. Her bi axaftin, guftehguh û ciwanikeke xweşsuhbet bû. Silêman Beg bi xwe jî, mirovekî heta bibêjî zana bû. Bitaybetî, zanayê dîrokê û dîrokê jî pirr dizanî. Belê, ne nezan û haya wî ji gelek tiştan hebû. Di axaftinên xwe da jî, wek xanima xwe timî cih dida çîrok, pêşgotin, rêzikên helbestan û bi wî awayî diaxifî.

Belê, ew bi mêvanê xwe ra tekildar bû. Ew bi mêvan ra û xanima wî jî, li gel bûka xwe û ji wê ra. Wê, ji bûkê pirsek kiribû.

Li ser pirsa wê jî bûkê, bersiv da.

Da û jê ra got:

“Dayê! Wele, ev bûye bîstekî ye ku bûka te bi xemgîniya xwe ye û wek din jî baş im û tu pirsgirêk, nîne. Ji aliyê bûkê va bila dilê te rehet be. Na, ji xwe ra neke pirsgirêk û xemgîn nebe. Eha, tiştekî demî ye û wek her tiştî ew jî tê û derbas bibe. Spasdarim, dayê. Tu bi rehetiya xwe be…” Xwesiyê, pirsek din ji wê nekir.

Lê, tenê got:

“Delala min, ka de rabe. Rabe û ji min û xwe ra şûşeyek çayê bîne…”

Besra Xanim, ji bo yê ku çayê bîne liviya û ji cîhê xwe rabû.

Di rabûnê da jî got:

“Ser ser û ser çavên min ra dayê! Ez ê ji xwe û xwesiya xwe ra çayekê binîm. Lê îca bila çaya tarî an, vekirî be, çawa dixwazî…?”

Li gel Kurdan tore bû. Bûkan, li ba xezûrên xwe ne çay vedixwarin û ne jî dengê xwe bilind dikir û wer dixifîn. Erê, edet bû. Lê di mala Silêmanê Ehmed da, ev edet nebû. Belê, dabû rakirin û nebû.

Ew, Silêman Beg û roja ku wî negota: “Xwarin û vexwarin tiştekî jiyanî û pêdivî ye. Rêz û giranî di vî warî da nabe. Giranî û maqûlî ew e ku mirov her bi rêz û giraniya xwe be.

Bes, bi guhdariya xwe bin û di xizmetê da jî tu qisûrê nekin.

Her tişt di dema xwe da xweş e. Ger ku îcab kiriye mirov diaxife, nekiriye jî dengî xwe nake û bi giranî û esaleta xwe tevdigere û hew…” Gotin e, dema ku di malekî da bû wek destur û hate qebûl kirin, êdî ne pirsgirêk û têda jî tu kêmanî, nine. Belê, biryar biryara Silêmanê Ehmed û mal jî mala wî bû, ji kî ra çi. Ne tenê wî, lê xanima wî jî gotina xwe kiribû.

Wê jî di axaftina xwe da weha gotibû:

“Ji we tîka yê min e. Beriya ku we axaftinek kiriye divê hûn ê sê tiştan ji bîra nekin. Ji wan yek ev e, beriya axaftinê baş bifikirin ku bila gotinên we ecizî nede.

Hûn jî dizanin ku tu civakek nine bi norm û bê qeyde be. Belê, her tim li gor azînên(usûl) civakan rabin û rûnin û tu car ne rê û ne jî derfetê bidin xeter û xetayan, min qeda û belayê we girto! Belê, beriya ku hûn diaxifin baş bifikirin, bila qiseyên we jî xweş û bidilî be. Di encamê da rindî rindiyê tîne û her bi rindiya xwe bin û wê bi pêk binîn …”

Ger ku li gund û dorhêla gund qal û qir, pevçûn, pirs û pirsgirêkekê rûbidaya, li wir û wê tu car rê nedida alozeyên di navbeyna wan da alav bigire û di pey ra jî gurr bibe. Xêrxwaz, bi xîret, di şîn û şahiyan da cîgir û bi hebûna xwe jî rengê civakan bû, Asya Xanim. Roj dihat di xwestina keçikan da xwezginî û roj jî dihat, li hespê kihêl sîwar dibû û ji berbûyan berbûyek bijarte bû. Ne tenê berbû, lê di leyistikên cirîdan û di kulên hesapan da jî çav li ser wê û li wê digeriya. Di berevaniyan da hespên ku kul dihatin, xelata xwe timî ji destên wê digirtin û wê bixelat dikir û dida. Bi wê navê xwe Asya Xanim, li Êla Hesenan navekî giran û qedr û qîmeta wê jî di her malê da hebû.

Dilê kîjan dayîkê bi xemginiya xwe nine ku yê wê jî nebe. Ji vê male wê, berê du egîdên xwe dabû qada şer û herdu jî bi carekê ji wê dûr bûbûn. Na, şev nebû di bîranên Kazim û Ferzendeyê xwe da neyê û neçe û neke zarîn. Besra Xanim, hedûrek ji hedûra dilê wê û hebûnek ji hebûna mala wê bû. Eha, yek ew û yek jî Besraya bûka wê bû, bi hev ra dikeniyan, bi hev ra digiriyan û jan dikirin.

Niha jî li nik wê çong dabû erdê û rûniştibû. Jina tovrind, ji çaya ku bûkê jê ra anibû qirmek girt. Girt û ji ber xwe va weha got:

 

“Hê di ber qalû belayê belkî ev alem nebû
Çerx û dewran, dewrî gerdûn, kumbedî mîna nebû…”

Ji helbestê rêzek xwend şûnda jî dengê xwe birrî û di pey ra jî li Silêmanê malxuyê xwe mêze kir. Silêman Beg, bêdeng bû. Lê bêdengiya wî jî tiştekî demî û piştî qederekê jî dîsa vedigeriya babeta xwe û axaftina xwe didomand û dikir. Navdar, ji mêvanan wek mêvanekî rêzdar hatibû pêşwazî kirin, niha li mala giregirekî Kurd û li diwana mezinekî rûniştîbû.

Ne tenê Beg, lê car hebû ew bi xwe jî ji xwe dûr dibû. Dûr dibû û te digot qey ne li mêvaniyê ye û ne jî li gel mezinekî Kurd rûniştiye.