Yar û Mirad - 4
Yar û Mirad - 4
Dema weşanê: 12, 2017, 7:17 Dîtin: 537

Besra Xanim, bi sere xwe bû. Li ber pencerê wê çong dabû erdê û rûniştibû. Di wê gavê da jî ji xwe dûr û dûr bibû. Dûr bibû, ji ber ku bi nişka va Ferzende Beg hatibû bîra wê. Zivistan û li derva barana berfê lêkiribû, dibarî. Li derva ku bibare îca di hundir da nabare. Di hundir da jî dibare. Dibare û ji derva jî xirabtirîn, dibare. Ku barî, di ser Besra Xanimê ra digire û wer dibare. Xemginiya wê li wê bibû wek ba û bahoz û wê dabû ber xwe û bi xwe ra dibir. Qisawetên wê li wê giran û di hestê xwe da jî birîndar bû, Besra. Bêhn li wê teng, reng avêtî û sûretên wê bi carekê tehl bibûn. Belê, dilbera vê malê xemgîn, kişiyabû qaşikê xwe û ji xwe jî heta bibêjî dûr û dûr bibû. Ne tenê dûr, lê di dilê xwe da jî her bi axaftin û wê, got û got. Helbet, xemgîniye û xemginî jî bi mirovan dide gotin.

Xwe bi xwe got:

“Ferzende, ka tu li kû yî? Li çiya yî, an li deştê…? Çima nabêjî, ka bibêje çima te min jî bi xwe ra nebir, çima? Qey baweriya te bi min nedihat, Ferzende. Te çima ez li vir hişt im û bi xwe jî çû yî? Ma ew ne tu bûyî te digot: “Şêr şêr e çi jin û çi mêr e. Çima te cûdahî kir navbeyna min û xwe, Ferzende. Helbet, te dikarî min bi xwe ra bibira, lê te nebir. Tu çû yî û yê li vir ma ez im, Ferzende. Ka bibêje Ferzende, sedem çi bû ku te min negirt û li gel xwe nebir? Wegere û min jî bibe. Ji ber ku di hesreta te da mirî me. Malavao, ma êdî ne bes e. Were, lê bi lez û bez were. Were, lê bi wê heziya xwe û evîna dilê min were. Xemgînî ye, li min barbûye. Di qisawetên te da peritîm, Ferzende. Reben ez im, malim xirab. Di tunebûna te da Besra, winda û bêhn li wê çikiya ye. Nesekine, nesekine û zû were. Wek çawa mij û duxan di ser çiyayekî ra bigire û di tariyê da bihêle eynî di wê halê da me, Ferzende. Di tunebûna te da ji vê rebenê ra dem winda û hêvî çilmisî ye. Wek çawa dêxezalek serî bide ser karika xwe bi wî awayî bi dikalim û bi kalîna xwe me. Ne ji kêfê ra, lê ji kul û kesera vî dilî ra bi nalîn û dizarim. Di tunebûna te da bê deyax û bê hêvî me, bê hêvî. Ferzende, Ferzende…! Li hespê Eznawir siwar bibe, di pey ra jî rabike ser piyan û bi bayê bezê va were û xwe bigihîne min. Dixwaze bila berf û baran, ba û bahoz û dixwaze bila şîlî û şilope be, Ferzende. Tu mêrxasê roja oxirmê giran, siwarê Eznawir û xweyî çapiliya biçûk î. Te ku xwestiye, ji te ra ne xem û ne asteng e, dikarî. Hespê xwe tije bike, xwe li min bigre, nesekine û zû were. Bibezîne, lê wer bibezîne ku bila di kef û xwedanê da bimîne. Dizanim Ferzende, dizanim ne karê her mêrxasî ye. Bêguman, te ku xwestiye tu dikarî. Dikarî, xwe li çiya û baniyan bigirî û di pey ra jî xwe bigihînî min Besrayê. Li benda te me, Ferzende. Qonaxa bavê te qonaxa giregir û xanedanan e, yek tê û yek jî diçe. Lê di tunebûna te da jî qesr û qonax vik û vala ye. Ferzende! Were û nesekine zû re were. Ji ber ku dilê dayîka te jî, wek yê min her bi zarîn û dinal e. Şev nîne, wek min negire û ji çavan hestirên janî nebarîne. Min ku pirr carînan av dayê hespê te, ka û ceh kiriye ber. Hesp in, hesp jî dinasin. Hespê te min dinase, Ferzende. Ew bi bez û ew dikare berê xwe bide qonaxa mala bavê te, te bigire û ji min ra bîne. Ne xem e, dixwaze berf û baran û dixwaze bila ba û bagêr be. Min, por a serê xwe ji te ra kur kiro, Ferzende…! Hespê xwe ji çiyayê Bilêcan bifetilîne, ji newal û neqeban derbas bike û di pey ra jî berê xwe bide deşta Lîzê û were. Ji bîra neke, Ferzende. Ji bîra neke ku ez, jina mêrê çê me û bi xemgînî li benda te me. De were, de were, de…”Got, di ser sûretên wê yên qerqaş da dilopên hêsitiran girt û gêr bûn. Xwest, hêstirên çavên xwe ji haziran veşêre, lê… Ax, lê de ka wê xemginiya xwe çawa ji ber çavan veşêrta, ka çawa…!? Helbet, tu car nedixwest kesekî pê zanibe. Lewma jî wê, destên xwe bi dizîka va ber bi serê xwe bir û bi laçika serê xwe va ziwa kir. Çavên xwe ziwa kir, lê xwe bi xwe hê bi axaftin û jana dilê wê jî bi wê ra bû.

Xwe bi xwe got:

“Bibexişîne Ferzende, min bibexişîn e. Şev li min giran û hedûr li min winda ye. Di bîra min da tu û di xem û xiyalên kûr da jî reben ez im…” Li ber pacê pûka berfê bi qasî buhustek bilind û lêkiribû dîsa berf dibarî.

Bi nişka va hate bîra wê û wê got:

“Na, Ferzende…! Na, te hespê xwe bi xwe ra nebiriye. Nebiriye û li vir hiştî ye. Axxx felek, ax! Çima te bi min weha kir? Çima te weha bi carekê di ser min ra girt, mal li min xera kir û bi min ra neyratî kir, çima…?“ Tiştên ku wê dizanî, êşa dilê wê û xemgîniya wê bû. Mixabin, ne bi kêf û hewes bû. Di vê berf û baranê da his û êşa dilê wê bi wê ketibû û hey diçû li wê kar dikir û giran dibû. Belê, li ber pacê rûniştibû. Ji alikî va li barana berfê mêze dikir û ji alikî va jî bi xemgîniya xwe bû, Besra. Her çi qasî bi xemginiya xwe be jî, guhê wê li xezûrê wê û nedibû guhdarî neke. Asya Xanim û haya wê ji bûka wê nebe. Wê jî baş û baş dizanî ku dema bûka wê bi serê xwe ma, xemgîn û her bi wê êşa dilê xwe ye. Lewra jî diçû li ber bûka xwe çong dida erdê, bi wê ra dişêwirî, diaxifî û dixwest ew timî bi moral û kêfa xwe be. Di mala Apê Silêman da te nedikarî bigota, bûk bê ziman û xwesî jî bê îman e. Xwedê heye, di wê malê da bûk bûk û xwesî jî xwesî bû. Ne hindik, lê Asya Xanimê jî bi qasî xwe him qencî û him jî xerabiya vê dinyalikê dîtibû.

Bûka wê, hebûna wê û wê bi malê dinyayê nediguhart. Di navbeyna wan da qedr û qîmet, rêz û îhtiram û hezkirinek bêhempa hebû. Hema wê çi kiribe ji bo bûka xwe kiribû û hê jî dike û yê bike jî. Bes, bila beşera wê xweş û bala wê sivik be. Helbet, dilê bûkê ku xweş bû, yê wê jî pê rehet e. Wê, êşa dilê Besrayê wek êşa xwe û bextewariya wê jî wek ya xwe dizanî. Asya Xanim, jinekê heta bêjî pêkhatî bû. Ji cîhê xwe rabû, çû li tenişta bûka xwe çong da erdê û bi wê ra rûnişt.

Li bûka xwe mêzekir, bi devkenî got:

“Ka de tu were li min û li vî dil î… Îro di dîdara dîlberê da ji min gazinan dike, li min dihêre gilî. Xwezî min dilber bidîta, di çax û benga xwe da. Em biketana nav kêf û henek û laqirdiyan û di şevên kanûnên dirêj da me hevûdu di xwêdanê da bihişta. Min dîlbera xwe bikira wek berxa guraxwarî, baveta vî alî û bibira wî milî…”

Ew, li kêleka hev û bi hezkirina xwe û Silêman Beg jî, bi Navdar ra tekildar û bi wî ra mijul bû.