Yar û Mirad - 3
Dema wan dest bi xwarinê kir, got:
“Li we halal û xweş be.”
Di pey ra jî vegeriya xwesîka xwe û dît, hê ew li hewa û li ber sifrê cîh negirtiye.
Got:
“Dayê! Îca çima tu hê li ser piyan î. Mêvan ji malê û ne xerîb in. Tu jî ji xwe ra rûne û bi mêvanan ra şîvê bixwe…” Got, di pey ra jî ji mêvanxanê derket, derbasê xaniyê malê bû. Asya Xanim, ji jinan jineke xaraw, hişmend û çê bû. Li ber sifrê hat xwarê, cîh girt û bi mêvanan ra rûnişt.
Beriya ku dest bi xwarinê bikin jî, serê xwe rakir û bi Hesen ra hat çav çavan, gunehê wê pê hat.
Got:
“Wîîî, amoj bigorî! Tew min te ji bîr kiribû. Ax, de min ne bala xwe dabû te û ne jî min gotibû ka Hesenê min qet çawa ye? Ka de rabe û were cem min, min bi qurban. Were, çong bide çonga min û em ê bi hev ra nanê xwe bixwin. Ka de were…” Hesen, xortekî ture û her bi rêz û giraniya xwe bû. Belê, ew jı xortan xortekî bêqisûr bû.
Di nîvroyê da wê dest bi amadekirina şîvê kiribû. Di sifrê da serûpê û li gel jî savar û pîvazên kerîkirî hebûn. Ger ku xwarin jî qediyabe, mirov vêşûva dikişe.
Şîva xwe xwaribûn û qedandibûn.
Navdar, xwe para va girt û got:
“Me kêm kir, Xwedê zêde bike! Mala we ava, sifreya we daîm be…” Ne Silêman Beg, lê belê Asya Xanimê bersivand.
Got:
“Xweş helal û noşî can be, bavê mino. Hevî dikim ku şîv bi ya dilê te bûye û te jî têr xwaribe…”
Bûka delal Besra Xanim, ji aliyê malê vegeriyabû. Di hatinê da jî bi xwe ra demlika çayê anibû û di pey ra jî dabû ser sobê.
Apê Silêman, vegereriya wê û got:
“Delala mala bavê min, Besra! Ka ji kerem xwe ra tu jî sifrê rabike û ji me ra jî çayekê bîne…” Got, di pey ra jî ji sahanê paçê şil hilda û pê destên xwe paqij kir.
Bûkê, sênî hilda û bi xwe ra bir aliyê male danî û hat. Bû alîkarê xwesiya xwe û bi hav ra îskanên ber xwe bi çayê va dagirtin û dan ber haziran. Ne bi xwarinê ra, lê li gel vexwarinê axaftin tim û tim heye.
Dayîka Ferzende, ji ber xwe va îskana çayê hilda û di pey ra jî got:
“Gelî camêran,
Ka ji kerema xwe ra hûn ê bîstekî guh bidine min. Guh bidin, ji ber ku Hesenê min li vir û ji riyek dûr hatiye. Mêvan mêvan e, lê tenê ne bi xwarin û vexwarinê mêvan û divê li gel axaftin jî hebe. Ma qey ne weha ye, camêrno? Ax, de yê min jî ne zêde û hema weha çîrok e.
Vê ga hûnê ji xwe ra çayê vebixwin û bila xaltîka Hesen jî, ji Hesenê xwe ra wê çîrokê bibêje.
Ez ê bibêjim ku bila kes ji Hesenê min ra nebêje Heseno, lo lawo! Te bi kêfxweşî berê xwe dabû xaltîkê, çi bû û çi qewimî tu weha destvala vegriyayî …?” Got û di pey ra jî dest bi çîroka xwe kir.
Belê, wê dest bi çîrokê kir û di wê çîrokê da jî weha got:
“Delalo, netew nîne bi ziman û çand û kultura xwe nebe. Çîroka min mehrumê jî ji wê çandê ye. Hesenê min! Dibêjin hebûye tunebûye qijikeke reşik hebûye. Malxirab, her bi gilî û gazinên xwe û tu car ne ji xwe û ne jî ji wê rindiya xwe qayîl bûye. Ji xwe aciz e, lê çer aciz.
Radibe, terk î diyar dike û dihere û dihere, de çîrok e. Çîrok e, lê di çîrokan da jî aqil û fêm û rastiyeke heye. Ax, de carekê hewl daye û êdî vegera vî ya rê jî nîne. Belê, ji refê xwe dûr dibe û diçe û çûyîn jî ew çûyîn. Na, bavê mino! Biryar biryar e û poşmanî jî pere nake. Ji Hesenê xwe ra bibêjim, tîr jî ku carekê ji kevanê derbikeve veger jî, nîne. Berbang e û li rast û bestan ba, bayê şerq û xerbê ye dilîlîne. Ax, de ku dem jî hatibe riwitî jî pêra ye. Her çi qasî dil pê xemgîn be jî, timî rêwî di riya xwe da ye. Çûyîn çûyîn e, lê îca veger…? Ax, de veger jî tu car nayê zanîn û wek ji pirsan pirsekî bêbersiv dimîne.
Qey li vî welatî me jî ne wisa ye. Dema ku yek ji me derdikeve rêwitiyê, dibêjin:’ Mirin û mayîn e û qet nayê zanîn. Riya te vekirî û ji te re oxira xêrê, de here. Here bi xêr û xweşî û vegere bi xêr û xweşî, lawiko…
Heseno, lo lawo! Her teyir û tuyirekê bi refê xwe difire. Ger ku ji refê xwe jî qetiya, dimêne li ber bextê xwe û bext jî tu car nayê zanîn. Qijik e, per û baskên xwe vedike, dûr û dûr difire û diçe. Pirr û hindik nayê zanîn, lê bi wê fira xwe diçe heta welatê kevokan û li wir ber dide hev. Belê, li ser zinarekî bilind per dide hev û li der û dora xwe mêze dike.
Çawa meze neke? Li welatekî xerib û mi meraqa xwe ye. Her tişt jê ra nuh û dixwaze ji xwe ra bibîne û lê mêze bike. Ax, welato! Welato, tu bişewitî û tu xirab bî. Ma hewqasî rindî û xweşî jî dibe. Xulin û xûşina avên çem û kaniyan, bihar e, lê xweş bihar…
Ax dilê min yo yo, dilê min yo yo. Hatiye, lê ez ê bibêjim di rojekî da û tu jî bibejê hema di çend rojan da firiyaye û hatiye, ka îca çi firq dike. Di encamê da hatiye an, ne. Ji riyeke dûr hatiye û pêwistî bi rawestinê ye û ji xwe ra bîstekî jî radiweste.
Radiweste û ji alîkî va guh dide dengî xwezayê û ji alikî va jî ji dilî çi ku derbas bûye, wê dibêje.
Xwe bi xwe jî difikire û dibêje:
“Kambax be! Çi ku biçe ji vê emirê tu car ji xwe mirad neditiye, diçe. De tu were li min û rindiya vê kevokê. Çawa jî xwe li ba dike tê û diçe. Xwedê daye, lê neqiş bi neqiş çêkiriye û wer daye. Reng bibêjî hewqasî bi reng e û ji xwe ji deng û meşa wê ra jî gotin bibêjî gotin nîne tu bikî. Bê qisûr e bê qisûr, bavo. Hela tu were li min û bejn û bala vê kafirbavê mêze bike.
Weyyy, bavo! Bi çi qasî jî rindik, bedew û bi delaliya xwe ye. De were neteqe û nemire. De were lê mêze bike û nebehije. Weyyy, bavo ku weyyy bavo! De tu were li min û vê rindiya min mêze bike. Reşik, çindik bi çindik û her bi gak û gak. Xwedêyo, te ez afirandim te.
Eha, te ez afirandim, te! Bibêje, ka çima te rindî da kevokê, lê te neda min û nekir para min.
Ax, de ez ê çi bibêjim? Weha hatime û dizanim ez ê weha jî biçim. Mixabin, ev rastî jî rastiya min bi xwe ye. Ger ku ez qaz û qulingek bûma niha min berê xwe dida mêrg û zeviyan û bi têra xwe digeriyam. Ger ku ez ne qijik, lê bazek ji bazên çiyan bûma niha li ezmanên heftan û bi fira xwe bûm.
Na, ne ji ordegan ordegek ser şîn im berê xwe bidim avên golan û ji xwe ra avjeniyê bikim û ne jî ez şalûl û bilbilek im berê xwe bidim çem û kaniyan û ji kul û kesera vî dilî ra her û her bixwînim. Ez jî dizanim ku ez qijikek reşik im, wer hatime û ez ê wer jî biçim. Ez çer bikim ku ez jî ne ez im.
Xwezî bila per û baskên min wek berfa belanan çîlspî, dengî min wek yê şalûl û bilbilan xweşik û meşa min jî wek yê vê kevoka perspî bûya. Ax, ax! Xwezî bila ez ne ji vir û wir, lê ez teyir û tuyîrek ji welatî jêrîn bûma.
Eha, de tu were li min û meşa vê kevokê û jî vê hebûna xwe gazinan neke. De tu were him guh bide dengê vê kevokê û him jî ji vê gakgaka xwe aciz nebe. Belê û belê! Yê min jî hema tenê qak û qak…” Xatûna delal, ji çayê qirmek girt şûnda dîsa wê axaftina xwe domand.
Got:
“Belê, Hesenê min. Ew jî wer difikire û ji xwe ra wer dibêje. Agir bi mala te kevokê ketê! Erê, dibe dibe, lê ewqasî rindî jî nabe û ne pêkan e. Weyyy bavo, weyyy ku weyyy…!
Heger weha xwe li ba bike û were – here îca di serî da aqil û hiş dimîne. Na! Aqil û hiş namîne, lê tenê wirewir û pitepitên ku li ser rindî û delaliyê hatibe kirin, dimîne. Werhasil, Hesenê min! Qijik e, êdî çi fikiriye ji wir dûr dibe û diçe.
Erê, wele! Wele, xaltîka Hesenê min jî dîsa dirêj kir û kir û kir wek çoros. Ji Hesenê xwe ra bibêjim, qijika reş ji wir dûr dibe, diçe û bi çi qasî derbas dibe nayê zanin, lê vedigerê û tê.
Qijik tu hatî, lê xwezî tu qet nehatayî ev çi hal û çi şepal e. Qijik êdî ne qijik, lê bûye ecayiba Xwedê, sosretek û wer hatiye.
Çûye xwe di boyaxa spî da hîştiye û wer hatiye. Bi wê rengî jî namîne û îca diçe li paş kevokê cîhê xwe digre û kevoka çawa meşiyaye dixwaze wer bimeşe. Mebest e, dixwaze bi dengî wê û meşa wê be, texlît dike.
Kevoka perspî, vedigere wî û dibêje:
“De were bêje min ka bi te xêr e, heyran. Ev çi ye tu weha li pey min tê û diçî û direqisî? Qet nizanim ku ka di mebesta xwe da tu ji min çi dixwazî?
Ev çi ye tu weha li pey min tê û diçî û direqisî? Qijik, bersivê dide. Dide, lê ne bi ya dilê kevokê ye. Kevok, bersiva wî naecibîne.
Qijik, weha dibêje û de tu jî ji xwe ra guh bide.
Dibêje:
“Li jor Xwedê û li jêr jî ez û te ne. Bi serê bavê xwe û vê rindiya te sond dixwim ku di nêt û mebesta min da tu xirabî, nîne. Çi qasî rindî hebin Xwedê daye te û li gel te ye. Xwedê ye, bide kî dide wî. Pirs e, ka çima dide hinekan û nade min jî? Xwedê jî dizane ku ez ji vê dengê xwe pirr û pirr aciz im. Ne tenê ji deng, lê ji meş û rengê xwe jî.
Eha, ji ber wê yekê ye, heyran. Ji ber wê yekê ye ku min çû rengê xwe guhart û ez wer hatim. Di mebestê da niha jî dixwazim dengê te bikim dengê xwe û fêrî meşa te bibim. Qey di vê xwaziya min îca kêmanî heye ku tu ji min dipirsî…”
De çîrok e. Kevok jî, di bersiva xwe da weha dibêje:
“Hela hela, niha jî tu were min û vê ecêba Xwedê. Lo, wele tiştê ku ez dizanim her kes bi reng, deng û meşa xwe delal e. Na! Na, qet ne hewceye ku tu wek min bî. Wek xwe be, wek xwe! Her bimîne wek xwe. Ji ber ku her kes bi reng û deng û meşa xwe delal e…”
Belê, wê ji Hesenê xwe ra çîroka xwe got û qedand. Qedand, lê ji devoka Sîpkiyan da got û qedand. Ax, de yê wê jî ji şîretan şîretek bû. Madem ku di her çîrokê da aqil û fêmek heye, îca çima wê negota, çima bi Hesenê xwe ra parva nekra.
Dema ku wê dest bi çîrokan jî dikir hema bi ya dilê xwe dixemiland û wer pêşkêş dikir. Ew jî bi qasî xwe mamoste û bi qasî xwe jî dersdareke bû. Babetên wê reng bi reng û axaftinên wê jî her bi hewes bûn. Piştî qedandina çîrokê jî, bi Hesenê xwe ra hembêz anî û got:
“Belê, Hesenê min! Yê min xaltikê çîrok û di çîrokê da jî peyamek hebû. Ax de Heseno, lawo! Bila her tişt bi aqil û fêm, rêz û îhtiram be, wek din jî hûn sax û ez xizmetkar. Qet tu şik nîne ku her kes bi rengê xwe rind û bi rengê xwe delal e. Bila di rêz û giraniyê da kêmanî nebe, lê wek din jî her kes û dîtina xwe. Her kes azad e…” got û maç kir.