Yar û Mirad - 2
Yar û Mirad - 2
Dema weşanê: Hêzîran 27, 2017, 2:10 Dîtin: 525

Asya Xanim, ji êla Sîpkan û qîza Hecî Ûsiv Paşayê Sîpkî bû. Jineke bedew û li ser rindiya wê jî peyv nebû te bikra. Heta bêjî rêzdar, maqûl û bi graniya xwe bû.

Helbet, dema ku jina çê dayîka du egîdan be, tu bixwazî nexwazî qalê dikî û di peyvên resen da tinî zimên. Ka de bibêje tu yê çawa werî qala dayîka Ferzende Beg û Kazim Begê nekî. Tiştên ku yekem di mêzekirinê da bala mirovî dikişand cil û bergên lê û girêdana wê bû. Asya Xanim, bi kofîka sere xwe bû. Li dor kofika xwe jî wê, temeziyên pirûrengî girêdabû.

Bi fistanekê qûtnî bû. Li ser ziraviya navikê jî wê, piştekek bi reşî girêdabû. Piştî axaftina xwe jî ji cîhê xwe rabû, bi bûka xwe ra derket û derbasî aliyê malê bûn. Ew çûn û Silêman Beg jî, vegeriya mêvanên xwe û bi wan ra ket tekilî, laqirdî û gufteguhan û axifî.

Ber bi Navdarî mêze kir û yekem, got:

“Êêê de ka bibêjê, xwarziyê delal. Bibêje ka tu kî yî, ji ku tê û weha dixwazî di kû da biçî, heyran…?”

Got, lê axaftina xwe nebirrî û domand.

Axifî û carekê din got:

“Heyran, de wele ûsul e. Divê mirov yekem navê mêvanê xwe ji mêvan bipirse. Na! Min tu mecal nedît ku ez bipirsim jî. Eha, wayê nuka min ji te pirsî û çû…”

Got, pêra keniya û bersiva pirsê jî ji wî ra hîşt. Ax, de Apê Silêman e! Simbêlê xwe di nav tilî û pêçiyên xwe da bir û anî û ediland.

Beriya ku Navdar biaxife jî, got:

“Belê, navê te bi xêr?”

Peyv û bersivên maqulan jî her û her bi aqilmendiya xwe ye. Dor hatibû Navdar û wî, bersiva Apê Silêman da.

Da û got:

“Apo! Belê, navê min, Navdar e. Xort jî bi navê xwe, Hesen e…”

Silêman Beg, giregirekî ji giregirên êla xwe bû. Ne tenê giregir, lê di eynî wextê da jî ji Torinan û serokeşîrê Êla Hesenan bû.

Wî, dest ji simbêlê xwe berda û yekem, got:

“Belê…”

Tekilî û danûstandin e û ew jî tu car bê pirs û bersivan jî nabe. Helbet, cîhê ku Apê Silêman jî lêbûye, ne bê axftin û ne jî bê şîrove ye.

Na, beyî axaftin nabe û got:

“Ser seran û ser çavan ra hatiyî, Navdar. Nav jî navekî xweş û bi vî navî xwe tu her û her bijî…” Got, li pey vê gotina xwe jî vegeriya Hesen.

Ji wî jî halê wî pirsî û pêra jî got:

“Hesenê min, tu jî bi xêr hatiyî. Ka qet çawa yî? Gelo li gundê we ka qet çi hewadîs heye…?” Got, lê axaftina xwe jî dirêj nekir.

Nekir, ji ber ku wî bi xwe jî dizanî ku li gund ka çi heye û çi tune ye. Lê de wek mirov çawa li gor azîna civakê biaxife û pirsan ji yekî bike, bi wî awayî kiribû. Silêman Beg, ne xerîbê rewşa welêt û gundên dorhêlê bû. Esas meraqa wî ne li ser Hesen, lê zêdetirîn li ser mêvanê din bû. Belê, li ser Navdar. Beriya ku ji Navdar pirsan bike, ji berîka xwe kisê titûnê derxist. Ji xwe ra çixareyekê pêça û di pey ra jî kîsê titûnê ber bi Navdar girt û dirêjê wî kir.

Lê belê Navdar negirt û got:

“Na! Gelekî sipas dikim, apo.”

Na, wî kîsê titûnê ji destên Apê Silêman negirt, lê Apê Silêman jî, hê bi wê meraqa xwe bû. Ji cixareya vêxistî mizek girt, duxana wê di ser xwe da ber da.

Pêra jî got:

“Heyran, îca di vê sar û sermayê da bi te xêr e ku te weha daye rê…? Nizanim ka ji kû tê û tu dixwazî di kû da biçî…!?”

Navdar, ji riyeke dûr hatibû û zor jî betilî bû. Xwe bi xwe fikirî û di dilê xwe da jî weha got:

“Apo, îca tu van pirsên xwe ji min belengazî nekî nabe. Tu jî dibînî ku ji rêwitiyê têm û halê min jî li ber çavan û pirr û pirr jî qefilî me. Ka hela bise bila parikî behn were min, lo. Apo jî, Apê Silêman e. Madem ku cenabê te ji min pirsiye, divê ez jî bersivê bidim û dizanim bêbersiv jî qet û qet nabe. Her çi qasî bersiva pirsan giranî bide min jî, pirs pirs û bersiv jî bersiv e.” Rast e, pirsên Apê Silêman bibandor û giranî dabû wî. Di mala giregirekî da mêvan û nedibû xwe bide kerriyê û deng jê neyê.

Ji kûr va behnek da xwe û yekem, got:

“Apo…!”

Di pey ra jî linga yek ber bi xwe va kişand û axaftina xwe domand.

Di axaftina xwe da jî got:

“Wele, hema weha. Beriya ku ez werim vir, li Şêrwanşêxê û di mala Apê Xalid da mêvan bûm. Îro jî bi alîkariya Hesen min berê xwe da cenabê we û ez hatim Kêranlixê. Bitaybetî, pir û pirr silavên xanima Xalid Begê ji we û kufleta malê ra hebû…”

Apê Silêman, ji çixareya destên xwe mizek din girt, kişand. Carekê din duxana çixarêyê bi ser xwe da berda û got:

“Silava wê ser seran û ser çavan ra. Xwedê jê razî be. Nizanim gelo ka halê wê qet çawa ye…? Hêvî dikim ku baş be…” Piştî van gotinan jî, Navdar axifî.

Got:

“Apo! Wele, hema tu bibêje bi qasî çar rojan wek nexweşekî li mala wê û di nav nivînanda bûm. Wê dayîkê, xizmeta ku nema ji min ra kir. Hema çi ku ji destên wê hatibe wê negot na û kir. Qet nabe ku ez ê qalê nekim û ji cenabê we ra jî nebêjim. Wê kir, lê wê ji dil û can kir. Kilê, dayîkekê dilşewat û ji jinan jî jineke heta bibêjî birûmet e. Keko, de halê wê jî wek yê hemû dayîkan e. Her bi hêstirên çavên xwe û jana dilî bû…”

Kûxiya û piştre jî axaftina xwe domand.

Ji ber ku ji wî pirsek hatibû kirin û wî ji hê nebersivandibû.

Axaftina xwe domand û got:

“Keko, nizanim ka ez ê ji kû va dest pê bikim û çawa bibêjim. Wek hûn jî dizanin ku mesele dirêj e. Lê ez ê dest pê bikim û bi kurtî ji cenabê we ra jî bibêjim. Li qada şer û li gel Kerem Begê Qol Axasî bûm. Em herdu jî, jî Alayê dûr ketibûn û bi sere xwe bûn. Îcab nake ez di vir da li ser bûyeran kûr û kûr bisekinim û di pey ra jî serê we biêşînim. Hema dikarim bibêjim ku Kerem Beg, li Çiyayê Qertewînê ji destanan destan nivisî. Werhasil, gotin e û dibêjin, dinya bi dor e, dor tê gayê bor e. Dor bû, di dorê da jî ya em û ya jî ew bûn. Kerem Beg, li wan hatibû xezebê û li himber zevtekiçiyan me bi serkeftî ji Çiyayê Qertewînê xatirê xwe xwest û em jê dûr bûn.

Yên ku li ser şopa Kerem Beg bûn, ew jî hatibûn û gihijtibûn me û me bi hev ra berê xwe dabû Şêrwanşêxê, lê mixabin…! Mixabin ku di rê da nexweş ketim û min nekarî ez ê bi Kerem Begê ra berê xwe bidim qada şer û biçim. Eha, ev bûye çend roje ku tew tu haya min jî ji Kerem Beg, nine.

Sed mixabin! Kerem Beg bi xwe çû, lê min jî li wir hişt û wer çû. Qet nizanim ka niha li kû ye, çi dike û çawa ye…!?”

Navdar, serpêhatiyên xwe bi wî ra parva kiribû. Apê Silêman, bi guhdariya xwe bû. Na, wek din tiştekî lê zêde nekir, nepirsî û negot.

Tenê got:

“Belê…” û derbas bû.

Nedibû Navdar, negota.

Got:

“Apo! Beriya ku ew bi rê bikevin û biçin Kerem Beg, vedigere Kilê û jê ra weha dibêje:

”Kilê! Navdar ku hate ser hemdê xwe û baş bû bişîne Kêranlixê û bila here mala Apê Silêman, qederekê li wir bimîne. Îhtîmal e û nayê zanîn. Divê ku Ferzendeyê Apê Silêman, li gund û amade be. Ger ku li gund û li mal bûye bila pevre berê xwe bidin Gimgimê û biçin. Belê, bila biçin eniya şer û ba Xalid Begê Cibrî…’ Eha, ji ber wê yekê ye ku min jî berê xwe da vir û ez hatim…”

Got û dengê xwe birrî. Apê Silêman, bi guhdariya xwe bû.

Li pey axaftina Navdar jî yekem wî, serê xwe kir nav herdu destên xwe û bistekî xwe bi xwe fikirî û wer ma.

Xwe bi xwe jî got:

“Belê…”

Wek çawa destên mirovan bicemide û mirov li tîna sobê bigire bi wî awayî herdu destên xwe vekir û di pey ra jî xwe bi xwe peyva ’belê’ dubare kir. Qederekê xwe bi xwe ponijî, simbêlê xwe di nav tilî û pêçiyên xwe da bir û anî û di pey ra jî ber bi Navdar sere xwe rakir.

Rakir û got:

“Xwarzê, roj ne rojên asayî ne. Tu bi xwe jî dizanî ku ji alikî va ax hatiye zeftkirin û ji alîkî va jî jiyana tu kurdekî nemaye û hatiye tarûmar kirin. Helbet, tawanbarî û kavilî ne qeder e. Ne qeder e, lê bûye para me. Ji ber wê yekê ye ku li her çar aliyên welêtê me şer hê berdewam, bidawî nebûye û neqediyaye. Ji me ra bêdengî mirin e. Li çiya û baniyan hela hela mêran e û berxwedana jî bi hebûna xwe pîroz e. Axa vî welatî hatiye zeftkirin û ji egîdan ra jî ji şerman şermek mezin e ku ber xwe nedin. Berxwedan jiyan e. Xîret lazim e, beyî wê jî wek din ne tu rê û ne jî çareserî ye.

Egîdan ber xwe dan û ew ê bidin jî. Çi ji me hatibe xwestin me kir û em ê bikin jî. Ji me mêr û mêrxasek nine, li qada şer nebe. Egîd di şer da ne û şer jî hê berdewam e. Belê, em ê werin Ferzende.

Li kû şerek hebûye Ferzende jî li wir e. Xwedê neke, Ferzende û ji şer dûr bîmîne? Na, nebûye û nine.

Şer bi wî gurr dibe û dîsa bi wî diqede û safî dibe. Di rojekî weha da Ferzende û li mal bimîne…? Na, ne îşê aqilan e. Ferzende, li qada şer e. Ez nizanim, lê encax Xwedê dizane ka çi wextê vedigere tê, an jî nayê…!? Qismet e ku hatibe, em ê xwaziya te camêrî li ber çavan bigrin û mutale bikin.”

Got, bi gotina wî ra derî vebû, bi wê bedewiya xwe yekem bûka malê Besra û di pey ra jî Asya Xanim derbasî hundir bûn.

Xwarina mêvanan anîbûn û di destên bûkê da jî sêniyêk mezin hebû. Asiya Xanim jî, bi selika nan û vexwarinê va hatibû. Herduyan bi hev ra sifre danî û amade kir.

Di pey ra jî Silêman Beg, vegeriya mêvanên xwe û got:

“De fermo, ezîzê min. Fermo, derbasî sifrê bibin û şîva xwe bixwin. Nanê xwe bixwin û bila şîva we sar nebe…”

Got, bi xwe jî li ber sifrê cîh girt û çong da erdê, rûnişt. Besra Xanim, jineke heta tu bibêjî delal û bedewek bû. Di bejin û balê da zirav û bi wê rindiya xwe jî te digot qey hîva dozde rimî ye.