Yar û Mirad - 13
Yar û Mirad - 13
Dema weşanê: Rezber 5, 2017, 3:45 Dîtin: 570

Ya neman ya azadî…

 Hûrik hûrik da lêkiribû, berf dibarî.

Navdar, di zû da rabibû. Hesen, hê di xew da û Balî jî nehatibû. Di rabûnê da wî çû ji hewliya pêş dar û gunî anî, sobe tije kir û dada. Piştra jî qata nîvînan rakir û di odê da li alikî da ser hev û danî. Navdar, bi coş û kelecan bû, dihat û diçû, diqilqilî. Tîna sobê dabû hundir û hey diçû germ dibû.

Di ser rabûna wî ra pirr derbas nebibû derê mêvanxanê vebû û di vebûnê da jî bi wê ezameta xwe Apê Silêman xuya kir. Apê Silêman, mirovekî bi qilafet û heybeta xwe bû.

Li mêvanê xwe mêzekir û bi dengekî xas û xweşik got:

“Weyyy, mal ava! Ma qey xew neketiye çavên te ku tu ewqasî zû rabû yî, lo? Îca bi te xêr e, heyran. Belê, belê dizanim tu rêwiyî. Lê belê dîsa jî her bi sebr û deyaxa xwe be. Ji bîr neke ku her tişt bi sebr û deyax e.

Ji bo ku mirov bigihije armanca xwe divê bi hedûr be. Herweha kar û xebat, îşê mirovan jî bi vî rengî diçe serî. Ne Romiyan gotiye,’ecele îşe şeytan karişir…’ Na! Qet nehatiye dîtin da ku işê mirovan bi ecele û teqaze serrast biçe.“ Bi hatina Silêman Beg, rabibû ser xwe û li ser piyan bû. Destên wî li ber wî girêdayî û ew, wek her gavî bi wê rêz û giraniya xwe bû. Apê Silêman, hê bi axaftin bû, derî vebû û îca jî bi wê delaliya xwe Balî derbasî hundir bû. Li milê wî tûrekî dagirtî û di destên wî da jî çapiliya wî hebû. Silav da û pêre jî xwar bû çû destên Apê Silêman.

Apê Silêman, destê rastê da ser milê wî û got:

“Baliyê min, tu bi xêr hatiyî. De tûrik û silehê xwe dane û di pey ra jî derbasî ber sobê bibe. Belê, rûne û bi Navdar ra bistekî bişêwire heta ku ez hatime…” Got û pêra jî ji odê derket. Balî, tûrik û çapiliya destên xwe danî û di pey ra jî nêzî sobê bû, pal da û rûnişt.

Herdu bi hev ra li sobê bûn û babeta wan jî li ser rêgeha rojê bû. Bersivdar Balî û yê ku ji wî pirsên xwe kiribû jî, Navdar bû. Piştî demekê Apê Silêman, bi xanim û bûka xwe ra derket û hat. Belê, derbasê hundir bûn û bi Balî ra hatin çav çavan.

Asya Xanim û bûkê, bi hev ra silav da haziran û pêra jî xêrhatina Balî kirin. Yê ku yekem axifî, Asya Xanim bû.

Bi wê esaleta xwe got:

“Ezîzno, roja we şad! Ev dem û hemu demên we xweş û bi ya dilê we be…”

Di pey ra jî vegeriya Balî û got:

“Min bi qeda Balî! Tu bixêr hatî yî, berxo.” Got û pêra jî maç kir. Na! Ew, ne tenê dayîka zarûkên xwe bû. Lê bi wê dilşewatiya xwe Asya Xanim, dayîka belengazan û her neçarî bû.

Besra Xanimê jî, silav li mêvanên xwe kir.

Di silava xwe da jî got:

“Dema we baş û roja we xweş. Hêvî dikim hûn baş û rehet bin.”Got û îca vegeriya Balî.

Ji Balî ra jî got:

“Tu bi xêr hatî yî, Balî. Balî, ev bûye demekî ye ku ez zêde te nabînim.

Tu qet çawa yî, kêf hal…?” Ji alîkî va li gel hev rûniştin, axifîn û ji alikî va jî dest bi xwurîniya xwe kirin û nan û ava xwe xwarin. Di hatinê da Balî, ji dayîka xwe xatirê xwestibû û wer hatibû. Lê belê wî nehiştibû dayîka wî bi wî ra berê xwe bide mala Silêmanê Ehmed û were. Werhasil, wê jî bi hêstirên çavan berxê xwe bi rê kiribû. Bibêje, bila kambax be! Kambax be ku jiyanê ne rûyê rehetiyê dabû û ne jî li gel tukesî kêf û şayî hiştibû. Derd û kulên vê dinyalikê ji pêsîra kijan dayikê ketibû ku ji pêsîra wê jî biketa. Werhasil, wek her dayîkeke ew jî dilgiran û biêşa xwe bû. Belê, bi qasî ku mirov derd û kulan bibîne û bikişîne, ditîbû û kişandibû. Na, di vê rojê da Baliyê wê rê nedabû wê da ku ew bi hêstirên çavan were û wî bi rê bike.

Nan û ava xwe xwar bûn. Di pey ra jî rabibûn ser piyan û êdî dem ew dem û rêwîtî bû. Rêwîtî û her rêwî jî di riya xwe da.

Jî rêwitiyê ra amade bûn û di xatir xwestinê da jî Navdar, yekem ber bi dayîka Ferzende Beg û Kazim Begê va çû.

Çû û got:

“Min ji dayîkan dayîkeke dilşewat û birûmet nasî, ew jî tu bi xwe yî. Dayê! Min ji destên te nan û av xwariye û lavayên te girtiye. Dem hatiye û divê ez jî ji dayîka xwe helaliyê bixwazim. Herweha heqê xwe li min helal bike. Belê, wek çawa mirov yekî bişînê dawetê bi wî awayî min bi rê bike. Ne tenê min bi rê bike, lê heqê xwe jî li min helal bike û lavayên xwe jî her û her ji me ra bike. De bi xatirê te…” Got, pêra jî xwar bû û çû destên wê.

Wê jî bersiv da û weha got:

“Ez, dayîkek ji dayîka qîz û xortên ber mirazan im. Min şîr daye û min mezin kiriye. Tu jî delalê min û berxê min î.

Bi hebûna we jî him şad û him bextewarim. Mêrxas hûn, tigihiştî û zana jî dîsa hûn in. Asya ji we razî û bila Xwedê ji we razî be. Di zagona min da şîrhelalî ew e ku mirov her bi xîret û berxwedana xwe li himber zilm û zordarî, neheqî û ne wek heviyê bi seknana xwe be. Tîk bisekine, mêr bisekine. Tu jî ji wan şîrhelalan yek î. Dem e, dem jî hatiye. Hûn herdu egîd jî, rêwiyê riya ne. Riya ku we daye ber xwe jî, riyeke pîroz e.

Herweha, lawiko! Helwesta we pîroz û çûyîna we herduyan jî manîdar e. Lazim e xîret hebe. Werhasil, lawiko! Heta pozê mirovan neşewite mirov nabe mêr, lê yê we ne carekê û pirr carînan şewitî ye. Xwedê bi we ra be. Xwedê tu kêmaniyê neke para we. Helbet, bi mêr û mêrxasiya xwe hûn pijiyane û bûne mêr û hûn ê wer jî bimînin. Riya we vekirî û bextê we jî bi we ra be. De wekîlên silavan û ji we ra oxir be, oxira xêrê…” Na! Asya Xanim, negiriya û wê hêstirên çavan nerijand.

Nerijand û nekir xwarê, ji ber ku ne cara yekem bû wê xortên ber mirazan dikir rêwî û ji xwe dûr dikir û di xêrê da dişand.

Xatir bû û dihat xwestin. Wan xatirê xwe jî Besra Xanimê jî xwest û ji Hesen jî. Lê wan rê neda Besra Xanimê, da ku ew jî bi wan ra derbikeve derva. Di pey ra jî wan rahişt tûr û sîlehên xwe û ji hundir derketin.

Di dema xatirxwestinê da Apê Silêman, ne li hundir û derbasî têwlê bûbû. Di tewlê da wî, hespên rêwiyan bi zîn û hefsar kiribû, cihar bi ceh dagirtibû. Di pey ra jî hespên riwiyan kişandibû derva û niha jî li benda wan bû. Belê, nehistibûn Besra Xanim derbikeve, lê Asya Xanim û dernekeve. Ne tenê Navdar, lê bi heft bavê xwe ra ew bihata jî wî nedikarî Asya Xanimê di hundir da bigre.

Wê, xwaziya Navdar li ber çavan negirtibû û derketibû jî. Piştî ku mêvan derbikevin Besra Xanim jî, ji ciye xwe rabibû û di pey ra jî çûbû li ber pacê sekinîbû û temaşeyê derva dikir.

Derva, heta çavên mirovî bigire û bibîne vekirî û zelal bû. Di şewqa rojê da berf bi spehiya xwe, çavên Besra Xanimê jî li çiya û baniyên welatê wê bû.

Ax, çi qasî jî dixwest mêrê mêrxas Ferzende Beg, bi hatin û çûyîna xwe li ber çavên wê be, lê nebû. Di pey ra jî wê çavên xwe li rêwiyan girt û mêzekir. Mêzekir û di wê mêzekirinê da jî ji çavên wê yên reşbelek du dilop hêstirên janî barîn. Barîn û di pey ra jî di ser sûretên wê yên qerqaşî da girtin û wergeriyan.

Di destên Apê Silêman da hefsarên du hespan û camêr, li benda herdu egîdan bû. Di derketinê da herdu rêwiyan berê xwe dan wî û çûn cem wî. Apê Silêman, bi devgema sere hespê Şamran va girt û di pey ra jî ber bi Navdar girt û da wî.

Di dayînê da jî weha got:

“Belê, dem hatiye û hûn jî êdî rêwî ne. Mixabin, ev jî rengek ji rengê jiyanê ye. Tiştên ku ji destên me jî were, nine. Hesp, timî ji egîdan ra heval û hogir e. Eha, tu û Şamran…! Şamran, diyariya Asya Xanimê ye. Bila her di oxira te da û li te jî pîroz be…!” Got û di pey ra jî li sing Şamran da.

Ji hespî ra jî got:

“Şamran! Di piraniyê da hespên çê, para egîdan e. Dibêjin hesp dibeze û siwar jî pesnê xwe dide. Tu bibeze, bila Navdar jî pesnê xwe bide, lo. Hima ji te ra jî bibêjim, ji vî egîdî çêtirîn jî egîd, nîne.

Eha, êdî tu û Navdar…! Ji hev xêrê bibînin.” Got, perê jî di çavên Navdar da ramûsa. Çavên Navdar, yekser tije bûbûn û nekarî gotinekî bike û biaxife.

Got:

“Çi bibêjim hindik e. Na, gotin nîne bikim, apo. Ez spasdarê dayîka xwe Asya Xanim û cenabê we me. Na, wek din ez nikarim gotinek bikim…”

Got, xwar bû û di pey ra jî çû destên Apê Silêman. Asya Xanim, hatibû. Hatibû, lê bi dilekî xemgîn hatibû. Wê ne yek, lê du egîdên vê malê bi rê kiribû û niha jî du yên din bi helwestek pîroz rêwiyê wê riyê bûn. Ferzende û Kazim Beg, bi çi qasî zarokên wê bin eva yên ku diçûn jî yên wê û keriyek ji keriya cegara wê bûn. Ji rewşa wê ra gotin nebû te bikra. Ji xwe her tişt li ber çavan û cigera wê bi jan bû. Na, ji xema giran ra gotin nîne tu bikî.

Apê Silêman, devgema serê hespê duyem jî da Balî.

Da wî û pêra jî got:

“Balî! Ji te ra jî oxira xêrê û bextê te her bi te ra û vekirî be… Hêvî dikim ku tu yê bi xêr û xweşî biçî û disa bi xêr û xweşî jî vegerî. Roj, ne ew roj e ku mirov xemgîn bibe. Şer jî dawet e, lê daweta mêr û merxasan e. Tirsonek naçin şer, lê egîd diçin û ji wan ra jî wek riya avê ye.

Tu car gotinên Apê xwe ji bîr neke û bila timî di bîra te da be.

Her bi merxasiya xwe be û şêran tevbigere. Ji ber ku tu egîdek ji egîdên Hesenan û kurê bavê xwe yî. Em her bi nav û nîşana xwe bûne û wer bizanbe ku em ne mêr û mêrxasê rojekî ne. Belê, em her bi ciwanmêriya xwe hatine nasîn û em ê wer jî bimînin. Egîdê min! Ji te ra oxira xêrê û gotinên apê xwe ji bîr neke…Tu ji êla Hesenan û Hesenî yî…”

Got, pêra jî devgema di destên xwe da girtibû, ber bi wî va girt û da wî. Da û di suretên wî da maç kir. Ne tenê ji Balî ra, lê ji herduyan ra wî axaftina xwe kir.

Bi dengekî bilind got:

“Wekîlên silavan û bi xêr û xweşî biçin. Bitaybetî, ji Xalid Begê Cibrî ra gelekî silavên min û Asya Xanimê bibêjin. Ji wî ra serkeftin, serkeftin, serkeftin…!

Rê talûkeye û di rê da jî miqateyên xwe bibin…” Got, para gaveke avêt û li ba xanima xwe sekinî û bi cîh bû.

Di pey ra jî dîsa got:

“Belê, dem e û rêwî di riya xwe da. Li hespên xwe siwar bibin û bi rê bikevin. Bextê we bi we ra û ji we ra oxira xêrê…” Te digot qey herdu leheng, ji rojekê weha ra hatine dinê. Bêguman, bi egîdiya xwe herdu jî şêrê çiyayê welatê xwe û mêrxasên roja oxirmê giran bûn.

Li hespên xwe sîwar bûn, lingên xwe kirin zengoyan û bi rê ketin. Yek siwarê hespê Şamran û yê din jî rêheval û siwarê hespê xwe bû.

Xatirên xwe ji mezinên vê malê Apê Silêman û Asya Xanimê xwestibûn û di pey ra jî zengo li hespên xwe dabûn û diçûn.

Belê, zengo li hespan dan û gotin:

“De bi xatirê we û heqê xwe li me helal bikin…”Asya Xanim û Silêmanê Ehmed, bi hev ra ji wan ra destên xwe hejand û wan bi rê kir.

Wan bi yekdengî got:

“Ser çavan û ji were oxira xêrê…” Belê, hevparan jî wer got û di pey ra jî derbasê qonaxê bûn. Ji lehengan Balî dabû pêş û rêhevalê wî jî dabû pey wî, diajot û diçû. Ji rojan rojekê zivistanê û riyek dûr û dirêj li pêşiya wan bû. Riyekê bi berf û baran…Na! Na, nedçûn dawetê.

Rêgeha wan Gimgim, diçûn û dixwestin li himber neyarên vî welatî şer bidin. Ji ber ku axa welatê wan hatibû zeftkirin û li sengaran jî xwîn rijyabû.

Diçûn, lê ne vala û bi helwestek pîroz berê xwe dabûn Gimgimê û diçûn. Ji wan ra bûbû şiyar ya neman ya azadî…!

Ji Kêranlixê derbas bûbûn.

Siwarê hespê Şamran, sê carînan deng veda û got:

“AZADÎ, AZADÎ, AZADÎ…!”

***

TÊBİNÎ:

Mele Mistefa: Gundê Tahîr Begê birayê Xalid Begê Hesenî.

Li gor azînê: Li gor usûlê.

Bûnewer: Aferîde, giyanewer.

Xaraw: Bi tecrube, bi ezmûnî.

Hewzê kewserê: Kewser(zemzem), li bihûştê çemê herî mezin. Xwedê daye pêxemberê xwe û ommeta wî.

Mefer: Çarenivîs, rêka çare yê.

Ember, misk û ember: Rengeke ji rengên gulavê. Tiştekî bêhnxweş û gelekî bi xatir e. Ji bo hinek nexweşiyan tê bi kar anîn. Bitaybetî ji nexweşiyên ba (romatizma) yê ra.

Qesra Şêrîn: Bi peymana Qesra Şîrin, Kurdîstan, di 1639’da di navbera Osmanî û Safaviyan da T6e dabeşkirin.

Sûd: Feyde, havil.

Gerdûn: Bihûşta xiyalî.

Kumbedî: Sîpahî, xweşik.

Strana kilasîk a bi navê Metê: Ji aliyê stranbêj Şeroyê Biro û Reso va hatiye xwendîn.

Helbesta ku Silêmanê Ehmed û hevpara xwe pevre xwendibûn, ya Baba Tahirê Uryanî/ Hemedanî ye.

Navê wî yê ewilî, Tahir e. Ji ber ku ji rojhilata Kurdistanê, bajarê Hemedanê bûye û wek Baba Tahirê Hemedanî jî hatiye naskirin. Ji eşîra Babaşahî, qelenderî bû ye.

Çekbend: Yêleg, çekê ku di bin çakêt da li ser îşilgê tê xwe kirin.

Pêdivî: Lazimî, ixtiyaç.

Heter kirin: Lê ferz kírin.

Cihar: Tûrê alif. Bitaybetî bi ceh û kayê tê dagirtin û dikin serê hespan.