Yar û Mirad - 12
Yar û Mirad - 12
Dema weşanê: Êlûn 26, 2017, 5:30 Dîtin: 564

Ji çixaraya destên xwe çend mizên din girt û pêre jî li Navdar mêze kir. Nêta Navdar û girtinê nebû.

Dît, bê qirar e, got:

“Ji mêrxasan ra sileh, namûs e. Namûsek ji namûsa mêrxasiyê ye. Navdarê ku ez dinasim ji şervanan şervanekî Kurd û ji egîdan jî egîdekî ye. Mal ava, de yekî hilde û min jî zêde û zêde neqehirîn e…!” Carekê li Navdar ferz kiribû û reva wî jî ji Apê Silêman nebû. Dît, hê dest navêje û hilnade bi xwe ji nav şeşagiran yek hilda û di pey ra jî di destên xwe da anî û bir, bîstekî lê mêzekir.

Di pey ra jî got:

“De baş e. Madem ku tu bi xwe nagirî, Navdar…! Eha, li ser navê te min ji bo te yek girt û da te. Fermo, Navdar! Yadîgar ji min û parastin jî ji Xwedê be. Tu Kurdek nîne, bi kar anîna van silehan da xwe rûreş dernaxîne. Bêguman ji wan Kurdan yek jî tu bi xwe yî. Ger ku rojekî îcab kiriye bi kar tînî û di kar anînê da jî min bibîr tînî.”

Belê, Apê Silêman ji nav silehan yek girtibû û dabû Navdar. Dabû, lê wek diyarî girtibû û dabû. Navdar, bi qayîlî ji destên Apê Silêman diyariya xwe girt. Girt û di pey ra jî birêz û giranî rabû û çû destên wî.

Pêra jî got:

“Apo! Qet nizanim ku ka ez ê çi bibêjim. Hûn bawer bikin, bi carekê gotin li min winda û ziman jî li min kilît bûye. Mirov dibêje qey roj, roja jidayîkbûna min Navdarî ye. Min ne diyarî, lê min ji we rêzdaran hezkirinek ji hezkirinan, qedir û qîmet, dilovanî, germiya mirovahiyê û herweha min di vê esaleta we ya bilind da xwe dît, spasdar im û mala we gişkan ava. Na, ne tenê ji bo îro dibêjim, lê ev bûye du roj e ez li vir im. Di van herdu rojan da we ji min ra per û baskên xwe vekir, qedir û qîmeta ku min ji dê bavê xwe negirtibû, ji we girt. Dizanim spasî nake der, lê dîsa jî ez ê bibêjim, bi hezarî carînan mala we ava û spasdarê we me…”

Apê Silêman, ne zêde axifî, lê wî bi hevokeke bersivand.

Got:

“Leheng! Sipasîxweş û bextê te her bi te ra be. Her bi bextê be, egîd…” Got û di pey ra jî rabû û derket derva.

Ew derket derva û çû, lê belê di odê da Besra Xanim, bi xwesiya xwe û mêvanê malê ra rûnişt û ma. Navdar, bi rêz û îhtiram vegeriya Besrayê û bi wê ra axifî.

Got:

“Xwişka hêja! Hûn heta bibêjin ez ji we razî me. Ez sibehê da rêwî me û diçim, lê ez tu car xizmeta ku we ji min ra kiriye jî, ji bi bîr nakim. Herweha ji we ra jî şad û bextewarî û jiyanekê rengîn dixwazim. Xwedê ji we razî û mala we ava be. Wek ewladek ji ewladê vê male bim, ji we gişkan razî me. Ez minetdarê we û mala we ava. Ji bo yadigara ku min ji we girtiye jî, dubare spas.”

Silêman Beg, ne zêde, lê hema weha ji boyê bistekî li derva mabû. Hat, bi hatina wî bi tevahiya xwe gişkî rabûn ser xwe û li benda cîh girtina wî man û Silêman Beg jî, li ber sobê çong da erdê û rûnişt. Piştî demekê Besra Xanim, ji cihê xwe rabû û ji mêvanxanê derket. Ji ber ku wê, li aliyê malê ava çayê dabû ser û dixwest ji haziran ra çayê amade bike û bîne.

Vê gavê Apê Silêman, bêdeng û bêdengiya wî jî ne bilasebeb bû. Ew, mirovekî zana, birûmet û xweyîhelwest bû.

Helbet, êşa welatê wî ji wî ra êş û welatê wî jî, ne bi bextewar û li bindest bû. Silêmanê Ehmed, li ser rewşa welatê xwe, bûyerên qada şer, xortên li ber mirazan, gund û bajararên kavilbûyî, koçberî û wî, feqîriya dinyalikê anîbû ber çavên xwe, xwe bi xwe fikiribû û di pey ra jî mutala kiribû.

Werhasil, gotibû:

“Helbet, roj in tên û derbas bibin. Derbas dibin, lê bi mirin û êş û derdan derbas dibin û dibuhurin. Jan dimîne, êşa dilî dimîne û ez û tu dimînin. Hela niha jî tu were min û delaliya vî xweşmêrî. Mirin dayika te bimre. Kî dizane belkî, belkî mirin jî xwe dikuje û dimire. Egîdo, egîdê mino! Tu bi vî cîwanmêriya xwe, qet tu şik nine ku bi bedelî sed mêran î û di sibehê da jî rêwiyê riyan û cîgirê roja oxirmê giran î. Pêşeroj e û di pêşerojê da jî nayê zanîn ka kî dimire kî dimîne. Belê, aqûbet e û aqûbet jî nayê zanîn. De ji t era oxira xêrê, egîdo. Oxira xêrê…” Got û ber bi wî va mêze kir.

Navdar, ne wek mêvan, lê wek delalek ji delalê vê malê be hatibû qebûl kirin. Di wê navbeynê da derî vebû û di vebûnê da bi wê delaliya xwe Besra Xanim, derbasê hundir bû. Di destên wê da sêniya îskanan hebû, anî û li ber xezûrê xwe danî. Di mala xwe da Silêman Beg, ji xwe ra kiribû edetek. Dema ku mêvanekî wî hebûya wî bi xwe îskanên ber xwe bi çayê va dadigirt. Wî dadigirt, lê ji malê yekî jî ji ber wî va hildida, di pey ra jî dibir û li ber mêvanê malê datanî.

Belê, wî jî wisa kir. Bûka wî Besrayê jî, ji îskanan yek bir li ber Navdar û a dinê jî li ber xwesiya xwe danî.

Apê Silêman, ji çayê qirmek girt, daqurtand û wer bi Navdar ra axifî.

Got:

“Birazî, tu ji xortan xortekî ezep û bi serê xwe yî. Herweha di xem û xiyalên her xortekî da jî hezî û evînek heye. Bûk li ser hespê ye kes nizane ka qismetê kê ye.

Na, na! Qet fedî neke. Fedî neke û dixwazim navê heziya te ji te bipirsim. Kî dizane niha ew ji dîlberan dilbereke çawa ye? Nebêje, min hezkiriyê ji wê dilberê, dîlber yê min ji kî ra çi. Bes, min xwest navê wê bibêjî û hew. Bel, navê wê çî ye?”

Ev pirs ne tenê îro, lê duh jî ji wî hatibû kirin. Ew jî, her bi şermokiya xwe û wî bersiva pirseke weha nedabû. Ji pirsan ev pirs bûbû belayê serê wî û bersiv jî, meraqa Apê Silêman bû. Na! Apê Silêman, dev ji vê pirsê bernedabû û herweha ew jî ji ber vê pirsê sor-mor bûbû. Ka îca wî yê çi bigota û bersivek çawa bidaya…!?

Bistekî di bêdengiyê da ma û xwe bi xwe jî got:

“Kuro, Navdar! Bêdengî bêdengî ye. Ax, lê ya te jî ne bi ya xêrê ye. Tu were gotina xwe bike û di pey ra jî xwe bide alikî… Edî Apê Silêman û bersiv…”

Na! Wî qala navan nekir û ji navan navek neda.

Tenê got:

“Apo! Her çêlek tê dotin, lê her peyv nayê gotin…” Got û birrî. Cara yekem bû Silêman Beg, li ser bersiva Navdar dikeniya. Dît, Navdar geh xwe li vî aliyê û geh li wî aliyê digre û tine-dibe, zêde heter nekir û dev ji pirsên xwe berda.

Heger ku ew bi xanimên malê ra bi serê xwe bûya, ji wî jî pirseke weha bihata kirin wî tu car nedigot na û dibersivand. Lê belê ew li gel Silêman Beg û Silêman Beg jî, mirovekî di emirê xwe da mezin û ji giregiran jî giregir û nedibû wî bêrêzî bikra. Apê Silêman, pistî kena xwe jî çavên xwe li bûka xwe va girt û li wê mêzekir.

Mêzekir û got:

“Besra, delala mala bavê min! Ez ê di niha da sozek didim û soz jî soz e. Qismet e, bila ji min ra jî soz û qirar be. Şer ku qediya û Navdar jî ber bi me va hat, bila daweta li ser min û dên jî dênê min be. Belê, hema xerc û mesref bi tevahiya xwe li ser min û li ser serê min û herdu çavên min…” Apê Silêman, ji dil û canî gotina xwe kiribû. Bi çayê ra axaftin jî germ bûbû. Navdar, her bi mereqa xwe bû. Ji ber ku di axaftinek xwe da Apê Silêman, qala navan kiribû.

Meraq e û lewma jî dipirsî.

Navdar jî hat pirsa xwe û got:

“Apo, cenabê we di axaftinek xwe da qala navekî kiribû, gotibû; Evdilbaqî… Hûn jî dizanin ku ez ne ji êla we me.

Êla Hesenan ji min ra xerîb û ez jî ji vê êlê kesî nas nakim. Di pirskirinê da ku tu kemanî nebe, Evdilbaqî kî ye…?”

Silêmanê Ehmed, keniya û got:

“Lawiko! Dema ku ji te pirsek tê kirin ji devê te peyvek napeke. Lê niha jî dibînim tu rabûyî ji min pirsan dikî. Na, wele! Wele ku bersiva pirsên min nebe, yê te qet û qet nabe û hew…”

Ji çayê qirmek din girt û di pey ra jî axaftina xwe domand.

Got:

“Na, Navdar! Na, yê min hema weha tenê henek bû.

Qey tu dibêjî ez nizanim, ka ji ber çi bû te bersiv neda. Belê, dizanim. De ez ê werim pirsa te. Evdilbaqî…? Evdilbaqî, biraziyê min û kurê M. Emîn Begê ye. M.Emînê kurê Sofî Begê. Sofî Beg û Dewrêş Beg jî bira ne û herweha em jî ne ji hev dûr û pismam û lezimê hev in. Şefîq Beg û Evdilbaqî jî birayê hev û ez bi xwe jî ji herduyan razî me û bila Xwedê ji wan razî be. Belê, birazî min Evdilbaqî, li gundê Şêboyê dimîne. Werhasil, bi kûrtî dikarim bibêjim ku ji vê êla me ji mêrxasan kesek nema beşdarî şer nebe. Wek tu jî dizanî ji Şêrwanşêxê, Xalid Beg û kurên xwe. Ji Mele Mistefa, Tahîr Begê birayê Xalid Beg, Rizayê Xêlid û birayê xwe Fetullah Beg û hema êdî ez nebêjim û ji xwe ra tu bibêje…”

Axaftin e û bi axaftinê ra jî dem dibuhure.

Apê Silêman, li demjimêra xwe mêzekir û got:

“Divê dîsa xwe li tewlê bigrim û alif bidim terş û mal. Navdar! Ger ku ez nebêjîm jî tu radibî. De rabe û bi min ra were. Were ku bila dilê te bi hatina te rehet be.”

Rabûn û li gel hev derbasê tewlê bûn. Ji hev ra bûn alikar û bi hev ra alif kirin ber hespan û di pey ra jî Navdar, li ber hespek sekinî, mizda û jê hezkir. Di wê gavê da Apê Silêman jî hat û li cem Navdar sekinî.

Sekinî û got:

“Hespê ku tu niha jê hez dikî, yê Ferzende ye. Ew, ji hespan hespekê resen e. Hema hema hespên ku tu li vir û di tewlê da dibînî gişkî ji cinsê wî ne. Hesp e û hesp jî nîne li ber xwe nekeve.

Bi çûyîna Ferzende, hespê wî jî xemgîn e û ji alif bûye. Hesp siwarê xwe û siwar jî hespê xwe dinase. Ma ne weha ye Eznawir…?”Apê Silêman, hustêyê wî miz da û di pey raj î li sing da.

Ji hespî ra got:

“Belê, Eznawir. Na, ne nezan im. Ez jî baş û baş dizanim, bi çûyîna siwarê xwe tu him xemgin û him jî ber xwe dikevî. Na, tu qet xemgîn nebe. Helbet, şer ku qediya Ferzende jî t6e.

Belê, Ferzende tê tê, lê êdî ez nizanim ka çi wextê…!” Got û bi Navdar ra derbasê aliyê din bûn û li ber caniyekî sekinîn.

Apê Silêman, li sing wî da û got:

“Ka bibêje min tu çawa yî, Şamran?” Ew, hatibû bi navkirin. Kir hîrre-hîrr, serê xwe hejand û pêra jî tepinî.

Apê Silêman, bîstekî xwe bi xwe fikirî û li Navdar mêzekir.

Di pey ra jî got:

“Navdar! Divê tu li Şamran jî baş û baş mêze bikî…!!” Got, di pey ra jî ji ser tar(qinik) dîk û varikek girt, kir bin çengê xwe û bi hev ra derketin derva.

Silêmanê Ehmed, li derva jî xwe bi xwe weha got:

“Belê, yadigar….! Yadîgarek jî divê ji Asya Xanimê hebe. Egîdek wek vî zilamî ku lehengê Kerem Begê û di qada şer da jî wek şervanekî birûmet be, herweha li pey nexweşiyek giran jî berê xwe bide min, were vir û ji vir jî here Gimgimê û xwe li Xalid Begê Cibrî bigire, ka îca ji wî mêrxastirîn wek din kî heye. Jiyan e tê û derbas dibe û herweha malê dinê jî li vê dinê dimîne. Xorto, xortê delal! Ji niha û şûnda hespê Şamran jî, bila di rê û oxira te da be. Ji te ra bila wek diyariyek ji diyariya Asya Xanimê be û li te jî xweş û xweş helal be…”

Xortê ku Silêmanê Ehmed, xwe bi xwe li ser axifî bû bilî Navdar, ne kesekî din bû.

Li derva Silêmanê Ehmed, ji berika xwe kêrek derxist û di pey ra jî da destê Navdar.

Got:

“Fermo, Navdar. Eha, ji te ra kêr, ji te ra dîk û ji te ra varik.” Navdar, yekem dîkê gerze û di pey ra jî varika ku Apê Silêman di destên xwe da girtibû, danî erdê û serjê kir. Dûra jî pevre derbasê mêvanxanê bûn.

Dem dibuhure, lê bi axaftin, xwarin û vexwarinê hê xweştirîn dibuhure. Bi berbangê ra Navdar, ji rêwiyan rêwiyê riyek dûr bû. Ji êvaran êvarekî li wan zû hatibû. Silêmanê Ehmed, rêwîtiya sibehê li ber çavan girt û lehengê Kurd, di mêvanxanê da bi serê xwe hişt. Nîvînên wî hatibûn raxistin û ji bo carekê din derbasê nav nîvinan bû. Wî, sere xwe danî ser balgiyî, lihêfa xwe kişand ser xwe û di xem û xiyalên kûr da çavên xwe da hev.

Da hev, lê edî Xwedê dizane ka çi wextê ji xewra çû û raza…

Belê, li pêşiya wî riyek dûr û di xem û xiyalên wî da jî bi navê xwe Xalid Begê Cibrî hebû.

Di sibehê da Navdar, xwe li wî navê ezîz va digirt û diçû.