Yar û Mirad - 11
Yar û Mirad - 11
Dema weşanê: Êlûn 12, 2017, 9:52 Dîtin: 567

Silêmanê Ehmed, serokeşîrê êla xwe û ji malbata Emer bû. Ew bi biryara xwe û xortê delal Balî jî, êdî rêwiyek ji rêwiyên rê û dirban bû. Bi coş û kelecan berê xwe da mal û çû ba dayîka xwe.

Gihişt mal û ji dayîka xwe ya reben ra yekem, got:

“Yadê…!” Dayîkê li wî mêze kir û wî jî axaftina xwe kir.

Got:

“Bîstekî berê Apê Silêman, bi mêvanekî xwe ra hat ba min û bitaybetî silavên wî ji te ra hebûn.” Dayîka wî ji jinan jineke dilşewat bû.

Lê vegerand û got:

“Xêr e…!? Îca ji boyê çi hatibû, Apê Silêman? Madem ku hatiye îca çima te negirt û neanî mal û weha li derva hişt…!? Qey te nedikarî bigota apo, de kerem bike û em herin mal. Waxxx, wax ku wax! Ax, Apo! Apo, tu yê heta berderî werî û derbasî hundir jî nebî. Îca qet dibe! Wele, ew qet nebû, apo. Na, bawer bike qet nebû…”

Wî bi xwe jî dizanîbû ku dayîka wî, tu car bi çûyîna wî qet ne razî ye. Her çi qasî ne razî be jî, lê qet nedibû wî negota û agahiya çûyîn û biryara Apê Silêman nedaya wê. Destûrek hatibû dayîn û biryarek hatibû standin. Na, êdî ne pêkan bû te bigota, na û ez naçim. Ji ber ku biryardar Apê Silêman bi xwe û herweha mor jî dîsa mora wî bû.

Balî, li dayîka xwe mêzekir û weha got:

“Yadê! Apê Silêman, hema tenê ji bo min hatibû û li gel wî jî mêvanek û mêvan jî di sibehê da diçe Gimgimê. Dêmeg, pêwîstiya wî bi xortekî ra hebûye ku berê xwe daye min û hatiye.

Lewma hatibû û di hatinê da jî got;”Balî! Haziriya xwe bike û di sibehê zûkî da were mala me. Na, heyran! Na, ne ji te çêtirîn û ne jî ji te egîdtirîn wek din tu keskî heye. Hebe hebe tu yî û hew…Ji ber wê yekê jî divê tu bi mîvanê min ra bibî rêheval û bi wî ra herî heta Gimgimê…” Belê, dayê! Çûyîna min zelal e, lê ji bo vegerê jî ez nikarim di niha da ji te ra tiştekî bibêjim.

Dayê, tu bi xwe jî dizanî ku li gund kesekî nemaye û nîne. Kesekî nemaye ku di rojekê weha da bibe alikar û bikaribe here û were. Ma qey ez dikarim ku ji Apê Silêman ra rabim bibêjim, na. Yê ku dikare bibe alikar ez im û ez jî lawê te me. Xwedê ku hasil bike çûyîna me sibêhê bi berbangê ra ye. Belê, sibehê bi şewqa rojê ra înşelah em ê bibin rêwî û biçin…”

Rebena dayikê, his û hêstirên çavên xwe yên janî di dilê xwe da ber hev kir û veşart û nexwast bide xuya kirin.

Hema tenê got:

“Li ser xêrê be, berxo. Li ser xêrê. Xwedê bi te ra be, te neêşîn e. Bila bextê te vekirî û her bi te ra be. Tu her hebî û şîrê dayîka te li te xweş helal be. Xweş helal…”

Balî, di axaftina xwe da negotibû ez diçim qada şer, lê gotibû: ’Pêwîstî bi yekî ra heye û divê bi mêvanê apê min ra bibe rêheval û heta Gimgimê wî bigire û bibe.’

Na, dayîka wî ne nezanek bû û wê bi xwe jî dizanîbû ku Balîyê wê, berê xwe dide qada şer û ji wê dûr û dûr diçe. Helbet, bi jana dil bû. Lê wê, jana dilê xwe bi hêstirên çavan sitra, da ser sing û di paşila xwe da veşart. Kîjan dayîk e ku ji berxê xwe hezneke ku ew jî bi hezkirina xwe nebe. Jiyan e, hez jî dikî û jan jî. Belê, ji wê ra rojekî reş û ne bi xêr bû.

Baliyê xwe mezin kiribû û Balî jî, niha ji wê dûr û dûr diçû.

Xwe bi xwe hindik negotibû:” Helbet, roj in û roj jî nînin bi şêng û şahî, dawet û govendan nebin. Helbet, roj e tê û ew jî mirad digire û bi miradê xwe şa dibe. Bi hêvî me, berxo. Dayîka te bi hêvî û li benda wan rojan e. Bila were, lê bila bi xêr û xweşî were. Belê, bi xêr û xweşî…”

Na, roj nebû di xêrê da lavayên xwe nekira. Ax, lê de niha…!? Niha jî halê wê li ber çavan bû. Qey hewceyê gotinê ye, bikî.

Xwe bi xwe jan kir û got:

“Dêmeg, dêmeg dara miradê bi xwaziyan şîn nabe. Dêmeg, her tişt derew û tu rastiyek nebûye. Dêmeg, şer jî hebûye. Hebûye û wek rastiyeke jî ji rastiya jiyanê bûye. Şer e, qey dihêle ku tu ji xwe mirad bigrî. Dêmeg, hêvî jî diçilmise û xwazî jî. Ax, de çi zanim…! Dêmeg, ceger e û ceger jî diperite…”

Ji alikî va wê ji xwe ra got û got û ji alikî va jî berê xwe da sindoqa bûkanî û tiştên ku ji bo rojên şad û bextewarî berhev kiribû û dabû ser hev, derxist. Belê, ji sindoqê wê cotek lepik, du cot goreyên rîs, çoxek zerik, cemedanek rengîn, cotek ji solên bavê wî yên kevn û pêşgîrek sorik derxist û da alikî. Piştre rabû, çû ji stûnê tûrikê ku bi destên xwe çêkiribû hilda û anî. Belê, anî û tiştên ku danîbû alikî ji ber xwe va yekoyek girt, maç kir û di lavayên xwe da bi cîh kir. Dayîka dil bi kul, tûrikê xortê xwe bi cîh kir şûnda jî, legena hevîr kişand ber xwe û ji wî û hevalê wî ra dest bi strandina hevîrên kadeyan kir.

Bi çend carînan wê bi devê kevçiyê ji runê kele girt û kir nav ard, taseke şîr lê zêde kir û di pey ra jî hevîrê xwe sitra. Yê wê haziriya rêwêtiyê bû.

Wê ji berxê xwe ra çi bikra hindik û dilê wê pê rehet nedibû.

Hevîrê xwe ku sitra şûnda jî, çû dar anî û tendûra xwe dada. Di pey ra jî tîrika xwe girt û şuşt, textê xwe danî û dest bi patina kadeyên xwe kir. Sibeh, tu qet nebî. Ku hebî jî nebî para vê dayikê. Lê hebû. Di hebûna wê da jî Balî rêwî bû. Belê, diçû. Diçû, lê hatin û nehatina wî jî ne belû bû. Ax, veger…!? Li ser vegerê ku bersiv hebûya, ji xwe xem nedibû. Na! Balî, nediçû dawetan. Tivinga wî li milê wî û ew diçû sengeran, vegera wî jî mabû li ser bextê wî û bext jî nedihat zanîn.

Apê Silêman, bi Navdar ra vegeriyabû û di vegerê da jî derbasê kadînê bûbû. Ji bo rêwîtîya sibehê jî wî, zîn û binzîn, devgem û hefsara serê hespan amade kiribû û di pey ra jî derbasê mêvanxanê bûbû û ne bi serê xwe û bi bûk û xanim û mêvanê xwe ra bû.

Belê, Apê Silêman li ber tîna sobê rûniştibû û çavên wî jî li pel û potên Navdar bû. Mêze kir û mêze kir.

Di wê mêzekirinê da jî xwe bi xwe fikirî û got:

“Qeda li feqîriya dinyalikê be! Mirov ku belengaz û neçar be, di pel û potên xwe da jî wek Navdar e. Feqîrî nayê kişandin û zor e. Belê, zor…”

Di pey ra jî vegeriya bûka xwe û ji wê ra got:

“Besra, delala mala bavê min! Ka ji kerema xwe ra rabe û ji min ra çekbendek ji yê Ferzende bîne. Yê min mezin in û ji Navdar ra jî nabe.”

Besra Xanim, ji kêleka xwesiya xwe rabû û di pey ra jî berê xwe da xaniyê malê û çû. Çû, lê pirr derbas nebû îca jî bi du çekbendên destên xwe derket û hat.

Silêmanê Ehmed, ji wê girt û got:

“Navdar, ka ji van herduyan yekî bigire, rabe û li xwe bike. Li xwe bike, ji ber ku ev diyarî, diyariya bûka min e.

Yên Ferzende ne û êlegên wî jî gelekî ne. Ka de ji destên wê bigire û li xwe bike…”

Navdar, xwe komê ser hev kir û got:

“Apo, nizanim ka çima îcab kir. Na, wele qet îcab nedikir. Diyarî, ji xwişka min e û dema ku negirim jî dilê wê ji min dimîne. Belê, min girt û spasiya wê dikim. Mala wê ava bi vê diyariya wê…”

Apê Silêman, keniya û di pey ra jî got:

“Weyy, ez bi heyrana te xortî. Tu dev ji van sipasiyên xwe berde û hela bigire û li xwe bike, lo. Belê, yekem mirov li xwe dike û dûra jî spasiya xwe dike. Diyarî diyariya bûka min e û ji bûka xwe jî pirr razî me. De fermo, fermo…” Got, ber bi Navdarî va girt û da wî. Apê Silêman ku bi heter be, Navdar jî neçar e. Ji destên Apê Silêman diyariya Besrayê girt û di pey ra jî rabû û di ser îşligê xwe da li xwe kir. Di bejin û balê da Navdar, wek Ferzende Beg bi navpî û dirêj bû. Çekbend a ku ji tivtikê hatibû hunandin, ne pirr gir û ne jî bicûk, lê tam di qeysa wî da bû.

Di sar û sermaya Serhedê da pêdiviya kî pê nebû ku yê wî jî nebe. Seqem seqema zivistanê, çekbend jî bila ji çi hatibe hunandin were hunandin, ne giring bû. Bes, bila mirovan germ bigire û pê necemidî. Na, na! Apê Sileman, bi vê dayîna xwe nema. Xanima wî li tenîşta wî rûdiniştî û bi guloka hiriyê va mijûl bû.

Xanima xwe niqurçand û got:

“Dînê! Besrayê diyariya xwe anî û da. Eha, dor jî dora min û weyyy, mala minê…! Îca ez ê wek diyarî ci bidim, Navdar. Eha, temam…! Temam, min diyariya wî doz kir.

Jinik ka de ji kerema xwe ra rabe. Rabe û ji min ra ji wan şeşarên (demançe) min çend heban bîne…? Eha, ya te…!? Ya te jî bila bimîne ji paşê ra, lê…!?”

Dayîka Ferzende Asya Xanimê, guloka hiriyê li ber sobê danî û di pey ra jî wek bûka xwe rabû û hema xwe li aliyê malê va girt. Na, pirr debas nebû hat. Hat, di hatinê da jî di destekî wê da têr û di ya din da jî du cot goreyên ji rîs hebû. Têr a destê xwe li ber Silêman Beg danî û goreyên ku anibû jî di destên xwe da zêde negirt û li ber Navdar danî.

Di dayînê da jî got:

“Hema wan goreyên xwe ji lingê xwe derbixe û bide min. Vê cota ku min aniye bigre û di pey ra jî bike pê. Yên te peritî û nayên pê kirin, qurban. Gore û diyarî? Na, yê min ne diyarî ne. Belê, de bigire. Fermo…!?”

Di destên xwe da pêçayî tiştekî din jî girtibû û venekir.

Venekir, lê got:

“Min bi destên xwe hunandiye. Diyarî, diyarî ye û mirov tu car li buhayê wê mêze nakê. Bila hezkirin ji dil be, lê bila qet jî diyarî di buhayê xwe da erzan be. Qedir û qîmet e, dilsozî û dilovanî ye. Dema ku li gel te qedr û qîmeta yekî hebûye tu bi diyaryek dilê wî/ wê digrî û hema dixwaze bila bi qasî serê derziyekê be.

Diyari ne û diyarî jî li biçûk û mezinahiya xwe mêze nakin. Ne min got, berxo.

Dil e û ji dilî çi ku hatibe diyarî ew e. Ez ê vê bidime te, lê tu jî vê bi silavê min û Silêmanê Apê xwe, bi rêz û giraniyek di hev dîtinê da pêşkêşê Xalid Begê Cibrî bike…” Got, wek pêçayî ber bi wî va girt, da û teslîmê wî kir.

Apê Silêman jî, ji têra ber xwe çar heb şeşagir derxist û di pey ra jî li ber mêvanê xwe danî.

Danî û got:

“Navdar! Tu jî dizanî ku em Kurd, sê tiştên pirr û pirr giring dibînin. Werhasil, ji wan yek jina birûmet e. Jiyana beyî jinî ne jiyan e. Mirov bi jina çê serbilind û bi jina xirab jî mirî ye. Na, mirov bi jina kotî ne bextewar e. Jin e, mirov pê bextewar jî dibe û rezîl jî. Gotin e û hatiye kirin; tiliya xwe ramede her qulê wê tu poşman bibî. Ji ber jinikê ku serê te li ber te ketîbe, ji te ra hebûye çi û nebûye çi…”

Li pey axaftinek weha jî wî, ji berîka şalê xwe kîsê titûnê girt û di pey ra jî dest bi pêçana cixareyeke kir. Titûn, titûna Mûşê û di rengê xwe yê zerikî da ta bi ta bû. Belê, di rengê şimayê da û bi behna xwe bû. Pêça şûnda jî ber bi xanima xwe va girt û da wê.

Da û got:

“Qîzê! Ka vê cixarê bigire, bi çika arê va vêxe û di pey ra jî dîsa bide min.” Apê Silêman, ji cixarê mizek girt û duxana wê bi ser xwe da berda û pêra jî axifî.

Got:

“Belê, Navdar! Ya duwem jî, sîleh e. Em Kurd in û bê çek û sîleh jî jiyan ji me ra ne pêkan e û nabe jî. Di navbeyna me da neyartiya salan, eşîriyî û werhasil, berxo. Ji alikî va jî bi zilm û zordariya xwe Ereb, Ecem û Romiyan ji me ra rûyê rehetiyê nehistiye û ew ê nehêlin jî. Lewra jî em nikarin beyî çek û silehan bijîn. Lazim e em xwe biparizin.

Ax, de ew berê bû, lo. Berê şûr hebû, xencer hebû. Me jî, bi xencera bav û kalan xwe diparast, lê niha çek û sîlehên ku derketine çeşîtdar û nikarî ku bi nav bikî. Ka de tu jî ji van çar şeşagiran yekî hilbijêre. Ya ku tu hildibijêrî jî, bila bi dilê te be. Erê, lo! Dizanim çapilya te heye. Heye, lê divê ji min jî diyariyek hebî. Belê, ka de rahêle û ji erdê yekî hilde. Hilde ku bila têr a ku li ber min disekine rabikin û bibin.”