Yar û Mirad - 10
Yar û Mirad - 10
Dema weşanê: Êlûn 3, 2017, 9:22 Dîtin: 514

Ka mîrek û xan û xwedan
Ka çadir û konê vedan
Zozanê Qardox û Medan
Ka padîşahê Serhedan
                           Ehmedê Xanî

 

Li tenîşta qonaxê tewle û di tewlê da jî du cot ga, sê çêlek, ji cisnê Eznawir jî çar hespên kihîl hebûn. Di orta du stûnan da bi dirêjahî tar û li ser jî deh pazdeh mirîşk û çend jî dîkên gerze dimelisîn.

Êdî zelaliya sibehê bû.

Navdar, bi qîqeqîqa dîkan û qideqida mirîşkan va çavên xwe vekir û ji nav nivînan rabû, kincên xwe li xwe kir.

Pişt re jî çû ji hewliya pêşin mengela xweliyê, çend telt sergin, darên hişk û hinekî jî qot girt û bi xwe ra anî. Di mebestê da dixwest hîn ku kes nehatiye mêvanxanê, sobê dade.

Derva hê bi ba û bagêra êvarekî, der û pace bi pûkê va girtî û ji toz dûxanê jî te nedikarî gund bidîta.

Navdar, ber bi wî va mêzekir û got:

“Weyyy, Hesenê me jî şiyar bûye. Şiyar bûye, lê ranabe. Sibeha te bi xêr û roja te şad, lo. Gelo tu xweş raza yî an, ne?” Got û di pey ra jî ber bi pacê va çû, vekir û bi destên xwe pûk û tozika ku li ber bilind bûbû, paqij kir.

Belê, Hesen jî şiyar bûbû, lê hê di nav nivînan da û nedixwest rabe. Vê gavê bi kêfa xwe û nêta wî û rabûnê jî nebû.

Di ser rabûna Navdar ra çend xulekî buhurî, bi wê azameta xwe ji derî va Silêmanê Ehmed, xuya kir.

Apê Silêman, di bejn û balê da mirovekî qirase, dirêj û pozberan bû. Li ber pozê wî yê kov jî, simbêlekî dirêj û badayî hebû.

Di kefika destî da simbêlê xwe ediland û pêra jî got:

“Roj beyanî, ezîzno. Dibînim leheng rabûye û Hesenê min jî, hê bi wê kêf û zewqa xwe ye.

Heseno lo, lawo! Wele ku tu ji min bipirsî, ez dibêjim ya te ya herî baştirîn e. Di vê ba û bagêrê da ku aqil hebe îca mirov qet xwe dide ber sir û sermayê. Di êvara Xwedê da bûye guveguva bayê ne dizane bisekine û ne jî tu navbeynê dide. Hê dibare û hê dibare… De baş e…”

Bi hatina Apê Silêman va Hesenê Hesenî, xwest ji ciyê xwe bilive û rabe, lê… Na, nedikarî rabe. Nedikarî, ji ber ku di nav nivînan da tazî-şilt bû. De te ku kariye tu rabe. Apê Silêman, ber bi wî va mêze kir û bi dengekî xas û naîf axifî.

Got:

“Hesenê min! Nizanim gelo ka tu îşev ji ber guvîna vê bayê baş raza yî an, ne?”

Xortê delal, di nav nivînan da hinekî rast bû û got:

“Belê, Apo…! Di şeva buhurî da heta bibêjî xweş razam. Dibêjin, xew û mirin wek hev û yek e. Belê, wele bi kêfa xwe razam û hema qet şiyar jî nebûm, Apo…”

Îca vegeriya Navdar û bi wî ra axafî.

Got:

“Mêvanê delal! Xanim rabûne û bi haziriya xurîniyê ne. De vê gavê hûn li hundir û bi kêfa xwe ne. Hûn rûnin û bi rehetiya xwe bin, lê dive ez jî rabim û parikî şixulê malê bidim hev.

Alifê terş e, paqij kirin e û werhasil, hema tu bibêje kar karê malê ye û divê bi gişkî va were kirin. Berê xulam û xizmetkar hebûn û niha ew jî nîn in…Şer e, tiştekî bibêjî nehişt û mala xelkê wêran kir… Belê, de hûn bi rehetiya xwe bin û divê ez ê jî biçim tewlê…” Piştî axaftina Apê Silêman Navdar, ji cihê xwe liviya û pêra jî rabû. Di rabûnê da jî got:

“Apo! Ez bi qurbana te apoyê me. Hûn diçin, lê hûn dibêjin ji xwe ra rûnîn û bi kêfa xwe bin.

Îca divê mirov ji çi rojê ra hebe, Apo. Helbet, dizanim destûr destûra cenabê we ye. Li min biborînin, ji bo kar û bare male jî hewceyê destûran nine, îcab nakê û dixwazim bi cenabê we ra werim. Paqijiya tewlê jî li ser min û alifên terş û mal jî. Bes, tenê hûn bibêjin. Bibêjin, hema êdî pêdivî bi çi ku hebûye, Navdar dike.

Belê, dixwazim bibim alîkar û nebêjin, na…” Got, lê wek xortekî ji malê be, got.

Apê Silêman, bi tiliya nîşanê îşaret da û got:

“Na, tu rûn e. Rûne, ji ber ku tu mêvanî. Nabe, mêvan rabe û kar û barê malê bike. Heyran, rûne û bi kêfa xwe be.”

Lê belê Navdar û rûne.

Rûnenişt û got:

“Na! Ji kerema xwe ra nebêjin na û rê bidin. Li ber min rê negirin, ji ber ku ez wer dixwazim, Keko…” Navdar, bi heter û li ser heter kirina wî jî Apê Silêman negot, na û zêde li ser jî nesekinî.

Got:

“De baş e, madem ku pirr dixwazî de kerem bike û bide pey min.” Got, berê xwe dan tewlê û pevre çûn. Bi qasî nîv seateke di ser çûyina wan ra derbas bûbû nebû îca xanimên malê, li gel hev derbasê mêvanxanê bûn. Di derbasbûna xwe da Asya Xanim, bi carekê berê xwe da Hesen û bi wî ra hembêz anî, guvaşt û maç kir. Besra Xanim, wek her gavî bi delaliya xwe bû û ji rindiya wê ra gotin nebû te bikra. Di bejin û balê da zirav û di cil û bergên xwe da jî ji bedewan bedewek bû. Bi fistanêkî rengîn û kofîka serê xwe bû. Li sere wê laçikek dor bi morî û di nav guşiyên moriyan da jî pûlikên zîvîn hebûn û dibiriqandin.

Rahişt qata nivînan, rakir û bi xwe ra bir aliyê malê. Di wê navbeynê da Asya Xanimê jî, ji ser sindoqê teşiya xwe girt. Girt û di pey ra jî da juniyên xwe û li ba kir. Li dor eniya wê şarekê reştarî û li ser bijangê ra li aliyê çepê jî nîşanek hebû.

Pirr derbas nebû Besra jî hat. Bi hatina wê jî, li ber tîna sobê hevnişîn û bi Hesenê Hesenî ra ketin nav henek û laqirdiyan. Apê Silêman, bi alikariya Navdar alifên terş û malî dabû.

Navdar û rê bide Apê Silêman. Na, neda û wî bi xwe saqolek girt û pê paqijiya tewlê kir.

Paqij kir şûnda jî rêxa ku komê ser hev kiribû, kir sengarê, da pişta xwe û bir li ser bêderê vala kir û wer hat. Karê xwe qedandibûn. Derketin derva û li ser kanîka berderî wan dest û rûyên xwe şûştin û di pey ra jî bi pîr û pakiya xwe derbasê mêvanxanê bûn.

Li mêvanxanê sifre hatibû danîn. Derbasê sifrê bûn û di pey ra jî dest bi xurîniya xwe kirin.

Dem e û wek her gavî bi axaftin, xwarin û vexwarinê dibuhure. Herweha Apê Silêman jî, bi alikariya mêvanê xwe va şuxulê malê dabû hev, ne bi teşqele û bi aramiya dil bû.

Hema hema êdî ber bi nivroyekê bû.

Apê Silêman, vegeriya xanima xwe û jê ra got:

“Jinik! Divê ji bo rêwîtiya sibehê hema ez jî berê xwe bidim nav gund û ji bo vî lehengî delal, pêdiviya min bi xortekî ciwan heye. Vê gavê hûn li mal û ez jî bi Navdar ra derdikevim, lê dereng namînim. Kî dizane, qismet e. Belkî jî qismeta Navdar, li vî gundî ye. Xwezî Navdar bûbûya zavayê me Hesenan.” Got û pêra jî keniya…

Rabûn, derketin derva û di pey ra jî Apê Silêman, gavên xwe vekir û ber bi maleke va avêt.

Ji malê sed dused mitro dûr dangî û di dangî da jî xortekî hebû. Alifê pez kiribû kurnan û li dangî jî giyayê pelax raxistibû.

Apê Silêman, deng li wî xortî kir û got:

“Balîîî, Balî…!! Ca were…” Gazî kir û li benda wî ma. Balî hat, lê bi lez û bez xwe li Apê Silêman girt û hat. Balî, xortekî tenik û rûbixwirî bû û di hatinê da jî xwar bû û çû destên Apê Silêman.

Got:

“Apo! Tu ser ser û ser çavên min ra hatiyî. De kerem bikin û weha li ser piyan nemînin û em ê derbasê xaniyê malê bibin…”

Dûra jî gavek ber bi Navdar avêt û got:

“Bira, tu jî bi xêr hatî yî. Çawa yî? Hevî dikim hûn baş û rehet bin…” Got û silav li Navdar kir.

Di destên Apê Silêman da çoganek hebû.

Serê çoganê xwe di berfê da çik kir û yekem got:

“Balî!” Di pey ra jî qapûtê xwe li ser xwe daweşand û gotina xwe domand.

Got:

“Xortê ku tu niha li ba apê xwe dibînî mêvanê min û ji şervanan jî şervanekî Kurd e. Lehengê delal jî bi navê xwe, Navdar e. Navdar, di sehera sibehê da rêwî ye û rêwitiya wî jî ber bi Gimgimê… Li gundê me jî bilî te egîdek nîne ez ê wî bi Navdar ra bikim rêheval û bişinim. Ger ku hebe jî ne ji te çêtirîn e. Balî! Dema ku çûyî mal xwe bi çek û sîleh bike. Herweha di sibehê zûkî da jî xwe li mala apê xwe bigire û nesekine were. Hespê ku pê biçî di tewlê da û hevalê te jî li ba min e. Belê, haziriya xwe bike û wer were…”

Balî, xortekî esmer û di bejnê da jî hema hema bigire bi qasî Navdar bû. Xortê bedew, bi wê rêz û giraniya xwe bersiva Apê Silêman da.

Da û got:

“Apo! Hema cenabê we çawa munesîb dîtibe, ew e. Biryar biryara cenabê we û gotina ku ez bikim jî, nine. Belê, di niha da amade me û bila li ser xêrê be. Xizmet, xizmet e û jê rev nabe. Ser sere min û ser herdu çavên min ra, Apo.” Wî, carekê din dubare kir.

Dubare kir û ji Apê Silêman ra got:

“Apo, wele qet weha nabe. Hûn heta vir hatine, lê derbasî hundirî jî nabin. Qet ne we iskanek çay vebixwara. Xulekî rawestin û pişt ra jî hûnê biçin. Îca qet weha li ser piyan dibe, Apo…? Ka de kerem bikin û em bi hev ra derbasê mal bibin.”

Apê Silêman, lê vegerand û got:

“Na, birazî. Na, spas û mala te ava. Nabe zêde bimînim. Mêvanê min û divê em herin mal û tevdîr û tedarika sibehê bibînin. Dema ku tu çû yî mal jî haziriya xwe bike.

De vê gavê bi xatirê te û ji dayîka xwe ra jî silavên min bibêje…” Got û di pey ra jî ber bi qonaxê va vegeriya. Balî, ji xortan xortekî bi serê xwe bû. Ji dê û bavê yekek, bê xwişk û bê bira bû. Jê ra Balîyê Hûsênê Emer, dihat gotin. Silêmanê Ehmed, ne rê û ne jî destûr dabû wî da ku ew bi şervanan ra berê xwe bide qada şer û biçe. Hindik ji Apê Silêman lava û tîka nekiribûn da ku ew destûr bide, lê ne lava û ne jî tîkayê wî û bavê wî qebûl dîtibû.

Na, heter û lavayên wan li gel Apê Silêman pere nekiribû û ji aliyê wî va qebûl neditîbû.

Ji ber ku Balî, ji wê malê xortekî bi serê xwe û ji bo wî ne caîz bû da ku ew biçûya şer. Belê, ew zûriyetek ji zûriyetan bi serê xwe û hem jî ronahiya herdu çavên dayîka xwe bû. Niha hatibû û li wî jî ferz bûbû. Êdî ew bi xwe jî rêwiyek ji rêwiyê riyan û cîgirek ji cigirê qada şervaniyê bû. Di axaftina xwe da Silêman Beg, qala navê Xalid Begê Cibrî jî kiribû.

Bi qal kirina wî navî jî bi coş bûbû. Na, ne yekem bû wî dibihîzt. Bavê wî bi xwe jî pirr carînan qala wî navî kiribû û ji wî ra ne navekî xerîb bû. Balî, bi coş û kelecan bû. Ji ber ku firsendek bi dest xistibû û her tim jî bi dest nakeve.