Xwezî bila Romana Rêwî, qet neqediya…
Bi Rêwî ra bibûm rêwî û me bi hev ra berê xwe dabû bîranên borî.
Ew bi serê xwe nebû û ez jî bi wî ra bûm.
Kin û dirêj, bi rawestin û rabûn me berê xwe da Erzirum. Erzirum tu bişewitî geh te ji me ra çav qirpand, geh ji neyarê bav û kalan ra. Min ji wî ra û wî jî ji min ra got û got.
Axa Tatosê jî dişibe axa Gimgimê. Qerekter jî wisa ye, dişibin hev. Ji ber ku me ji eynê kaniyê av vexwariye, ji dengê çiyayên bilind îlham girtiye û guh daye klamên dengbêjiyê. Zozanên me yek, di mêrg û çimenên me da yên ku tirpanê dikişinîn jî wek hev xwe li ba dikin, tên û diçin.
Em herdu alî jî giyayê xwe ji lodan piş dikin, tînin û di berfa zivistanê da li dangê radixin. Em jî ho û ho dikin û ew jî. Hokirin û fîtika me jî wek hev e.
Ew jî ji Evdalê Zeynikî hez dikin û em jî. Berîvanên wan jî wek yê me ne. Enîpan, bejinzirav, bi kofîk û temeziya li dor eniyê ne. Guliyên xwe hûrik bi hûrik vedigirin. Fistanên wan jî wek yê me gol bi golî û ji xas in. Laçêkên wan jî dor bi morî û tê da pûlên zîv dibiriqin.
Di havînan da wan jî gam, mevşen digerand û bêder li ba dikir û me jî. Ji zozanan dagera wan jî wek yê me, lê rêgeha me ji hev diqetiya û wan berê xwe dida alikî û xem û xiyalên xwe bi xwe ra dibir û me jî.
Govendên me jî wek hev, lê bi firqek. Em li ser aliyê çepê diçin û çepkî dilîzin, ew jî bi maqamê Yasirme govendê digirin û li ser bederan digeranin.
Werhasil, dirêj nekim di encamê da min Romana Rêwî qedand. Hinek kes hene quranê xitim dikin û min jî di zimanê dayîka xwe da Romana Rewî ya ku ji qelema dostê qedîm Îkram Oğuz reng girtiye, xitimand.
Mîro ku biqede Rêwî ji diqede û qediya jî, lê dibêjim xwezîka bila qet neqediya…
Wek mirov çawa sêwî bimîne bi wî awayî min destê xwe di paşila xwe da girê da. Bitaybetî germiya ku zimanê Romana Rêwî dide, jengariya mejiyê mirovan paqij dike.
Kek Îkram, peyvên te, herikbariya zimanê te, hevokên te dilê mirovan germ dike. Romana Rêwî, geh xemgîn û geh bicoş û kelacan berê mirovan dide zozanên rengîn û war bi war digerîne.
Di Romana Rêwî da Tajdîn, qerekterê xwe ji sira zozanên Bingolê digire û bi xwe ra dibe Erzirumê.
Li Erzirumê Tajdîn, parikî soysalîst e (sosyalîst). Wek Kek Îkram dilsoz û qedirzan e. Rojekê Destana Memê Alan dixwîne, pêda pêda li xwe digere û diguhare jî.
Carînan berê xwe dide dîrokê û bi xwe zêdetirin dihese. Guhê wî timî li stranên dengbêjan, her û her li rastiya xwe digere.
Di Romanê da Rêwî, ji Çemê Zoro ra derbas dibe û berê xwe dide Gimgimê, li mala Selîm Begê Cibrî dibe mêvan.
Eha, xwezîka di wir da hinekî qala Selîm Begê bikira. Selîm Begê ku helwesta xwe ji Mîrê Zirav (Xalid Begê Cibrî) digire.
Selîm Begê ku di sala 1925an da davêje ser Xinûsê û destan dinivise.
Selîm Begê ku li Qizilçûbixê bi Yado û Sadiyê Telhê ra wek şervanek digere û gule ji Kurdekî dixwe û li wir tê defnkirin.
Têbinî: Kek Îkram, nivîsên dirêj barê giran e, lewma jî bidumahîk dikim.
02.12.2017
welisebri@navkurd.net