Welî Sebrî: Yar û Mirad - 17

Sala ku qulingên Evdal berê xwe nedaya vî welatî û nehata, nebû. Wê salê nehatin û ji mêrg û zevî û gul û çîçegan xeyîdîn.
Teyir û tuyîr, hev dinasin û xebera reş jî zû belav dibe. Ez nizanim, berxo. Lê kê dizane ji wan teyir û tuyîran kîjanê berê xwe daye qulingên Evdal û agahî daye.
Ji xebera reş ra dil ne şaye û wê salê ne hatin û ne jî xwestin werin. Mêrg û zevî, deşt û zozanên vî welatî ji ber ji nebûna wan, xalî man.
Wê salê ne axê ber da û ne jî li gûçilan pel û mêwe bû. Her sal di wê mehê da avên newelan bi coş radibû û dixulxuland, lê wê salê…? Na, ji ber êşa vî dilî tenê kir lorîn û lorand.
Na, ne gul û ne çîçegan vekir, ne berfînan serî hilda û ne jî li kevir û zinaran kewan per da hev û ji şayîya dilî ra kir qebîn û qeband. Di wê demê da dinya bêdeng û dil xemgîn bû.
Şalûl û bilbilan xwend. Xwend, lê ji xemginiya xwe xwend. Pepûgan jî xwend. Xwend, lê li kavil û kolxane û li xirb û xirebeyan xwend. Wan xwend, lê ji kerba dilî ra xwend. Ji kul û keserî ra xwend. Di wê rojê da axa Belîsê xwîn giriya. Qetl bû, qetla lawê bavan…!
Ji me ra roj rojekê bi şînî û ji wan ra jî roja kêf û şayiyê bû, berxo. Me reş girê da û wan jî dilan girt û li kolanan gerand.
Gotin, gotina mîrê min û kalikê te digot wî weha weha gotiye: ’Em pir û pir baş dizanin ku çaxa li Romiyan tengasî çêbûye; her û her berê xwe dane me û ji me alikarî xwestine. Lê çaxa ku bê pêrsgirêk û di rewşa xwe da jî bi aramî bûne ne xwestine me û ne jî maf û heqê me bibînin. Li gel Romiyan ne soz û ne payman e, tenê soza didin ji bir nakin, lê di eynî wextê da xencera xwe didin ser dilê me Kurdan û her bi îxanet, bêbextî û qelaşiya xwe ne…’
Bext ku reş be, jê ra gotin nîne…”
Wê gotinên xwe yên bi janî di dilê xwe da guvaşt û wer axifî.
Got:
“Belê û belê! Xebera reş zû belav dibe. Xeber e, her kes hildide; teyir û tuyîr jî û mar û mişk jî. Ji xezalan xezalên Çiyayê Bîngolê jî xebera reş hildan. Nizanim, berxo! Pîrik nizane, ka kê xeber daye û ji ku va agahî hildane. Belkî, axê daye. Jan e, ji ber dikalî. Êş e, ji ber dizarî. Di wê rojê da kalîn bi dilê wan ket û ew jî kaliyan. Ji wî ra gul giriya.
Di wê rojê da bazên çiya, per neda hev û li bilindahiyan firiyan û nehatin xwarê. Şîn li axê jî tê girtin û li hewa jî.
Di ser Gimgima rengîn ra bayê zozanan girt û melûl melûl lîland.
Axê rengê xwe ji xwînê girt û sor ma. Di wê rojê da ax zariya. Axa Belîsê bi xwîna mêrxasê mala bavê min hat avdan.
Ga dimire çerm û mêr dimire nav dimîne, berxo. Belê û belê! Mêr hene bi saxî dimirin, lê mêr jî hene dimirin û bi wê navê xwe wek nemirek dimînin. Nemir…”
Pîrika Muhbê, destê xwe bişefqet da ser milê neviyê xwe, miz da, anî-bir û ji bo demekê wer ma. Wê jî dizanî ku ji Dildarî ra gotinên wê ne kêfdar û hema tenê bi êş û êşdarî ne, lê ka de feqîra min dikarî çi bike.
Bi porê wî va şa bû û dixwest dilê wî xweş bigre. Di eynî wextê da jî ji dilopan dilopekî janî ji çavên wê barî û di pey ra jî di ser suretên wê ra girt û hat xwarê.
Yekem got:
“Ax û ax, piştmêrî…! Bila ji berxê mala bavê min ra dayîk bigîrin û ji dayîkan ra jî Muhbê bigîre…! Bêkesî mirin e. Bêkesî zehmet e. Nizanim ka ji vî derdî bêderman ra çi bibêjim û çi nebêjim. Wêran ez im, malim xirab…”
Bi kevnika serê xwe ber çavên xwe ziwa kir û pişt ra disa axifî.
Got:
“Berxê Pîrika xwe! Kalikê te ku axifiye ne bila sebeb e. Ji ber ku kalikê te qala esalet, seknan û ehlaqê paqij kiriye. Kalikê te ku qalê kiriye, ne bila sebeb û ji berk û ji meriva ra hizr û raman girîng e. Daw û doz pîroz e. Kar û xebata wî ji vî welatî ra ciyê qalkirnêye meriv her û her bîne zimên qalê bike.
Di ser qetla wî da sed sal derbas bibe jî, meriv nikare navê wî ji bîr bike.
Her kes dimire, lê her kes nikare bi nav û esaleta xwe bimîne. Meriv hene wek zêrên amûdî ne, heft salan di bin axê da bîmînin ne ji rengê xwe û ne jî ji buhayê xwe tiştekî winda dikin. Mîrê Zirav jî, merivekî weha bû. Welat bi mêrxasên xwe welat e. Ax, mirin bila dayîka te bimre…! Egît ku mir bi wî ra welat jî dimre.
Ez nizanim, lê xwedê dizane. Ala welatan nayê danîn, lê tê hildan. Na, tu wekatek nîne bêxwedî be. Helbet, xwedanê wê jî heye. Al nakeve û divê ku rojekê ji mêrxasên vî welatî yek rabe û Ala ku Mîrê Mîran hildaye bigre û çiya bi çiya, zozan bi zozan bigerine. Bigerîne ku heyfa bav û kalên xwe hilîne û tol li erdê nemîne. Helbet, tol e û tol jî tê hildan û ji kesî ra kar namîne. Kê çi bike bi xwe dike û bibe ar jî dîsa xwe dişewitîne.
Koletî ne qeder e. Wexta ku qîrîna azadîxwazan li van çiya û baniyan deng veda teze tu dikarî bibêjî nemirên vî welatî di gora xwe bi rehetiya xwe û Pîrika te jî bi wan ra; kê dizane, belkî…”
Dildarê wê şîyar û bi guhdariya xwe bû. Na, ne tenê bi guhdariya xwe, lê di xem û xiyalên xwe da jî rêwî bû.
Bi gotina Pîrika xwe va Dildar, bi carekê ji ciyê xwe hilceniqî. Gotinên Pîrikê li hestê wî dabû. Li dil, li xem û xiyal û hiş dabû. Ji nişka va ji ciyê xwe liviya û rabû. Bi coş û kelecan bû.
Ket navbeyna axaftina Pîrikê û got:
“Soz didim te, Pîrikê. Ez wê hil didim, ez…”
Pîrika ku dilê wê her bi xem û çavên wê jî ji hêstiran xalînedbû, keniya. Di vê şeva reş da yekem bû li rûyê wê ken belav bibû û dikeniya.
Keniya û got:
“Wey, Pîrika te bi qurbana te be! Wîî min qida û belayê te egîdî, girto! Çima, na…? Helbet, tu jî dikarî hildî. Helbet, roja wê ku hatibe çima, na. Tu jî dikarî wê hildî. Belê, tu jî…!”
Got, lê bi xemgînî got.
Wê ji kerba dilî nedizanî ku ka êdî çi bibêje û çi nebêje. Dilê xemgîn bar hilnede, hilde jî bi zehmetî rê digre.
Got:
“Destan in. Destan hene ji destanan xweştirîn û wek destana Kalê Ristem û Memê Alan. Belê, stran. Stran jî hene ji stranan xweştirîn û wek strana ’Metê’.
Lê belê strana Mîrê Zirav ji her stranî xweştirîn bû. Wî, strana xwe got û ji me ra jî navê strana wî ma: Azadî. Na! Ew, ne ji malbata mîrekî bû. Ew ji mîran mîrtir û Mîrê Mîran bû.
Meriv mîrtiya xwe ji esaleta xwe digre. Ne tenê ji esalêtê, lê ji daw û doz û helwesta pîroz digre. Zimanzan û bi heft zimanan dizanî û diaxifî. Şareza bû. Merivekî biehlaq û xanedanekî birûmet bû. Wî, hespê xwe bezand. Ne siwarê hespê xelkê bû. Bezand û di pey ra jî hat û derbas bû…”
Enîşka nevî li ser çongên wê û berê wî jî li tirafa agir bû. Ber bi Pîrika xwe mêze kir û bi mereqa dilî axaftina Pîrikê birî.
Got:
“Pîrikê! Te got ew siwarê hespê Dêlbihene bû. Ka de îca bibêje, dêla hespê me çima ne bi hene ye…?”
Pirs e, dema ku hatibe kirin Pîrika reben çi bike. Dîsa keniya. Çima nekene. Pirs hene bi ken û pirs jî hene dil û cegerê merivî diperitîne.
Got:
“ Min qida girto! Dêlbihene, navê hespê wî ye. Îca tu dixwazî ezê qala çîroka wê jî bikim…! Gelo ji boyê îşev qey ne bes e? Xewa te nehat, tu naxwazî razî? Ji te ra ne derengî ye?…”
Her çiqasî Pîrikê jê ra bibêje û ji wî bipirse jî, dizanî ku berxê wê yê ne razîbe. Wê, axaftina xwe domand û got:
“Mîrê Mîran, li Stanbolê dixwîne û dibistana xwe diqedîne. Kalikê te, carekê navê wê dibistanê jî gotibû, lê ji bîra min çû. Çi bû?
Qe qeb, Qeb, Qebeqeb, Qe…( Qebetaş) Na! Wele, nehat bîra min û êdî tu wê ji kalik bipirse û ew jî te ra dibêje.
Ji berxê xwe ra bibêjim, çaxa dibistana xwe diqedine jî, berê xwe dide Filîstînê û diçe nav Ereban. Êdî çend salan dimîne nizanim, lê çaxa Ûris bi hêzên xwe berê xwe didin welatê me û zeft dikin; ew jî ji Filîstînê berê xwe dide Gimgimê û tê.
Tê, lê ji welatê jêrîn jî bi xwe ra hespekê resen aniye. Mala bavê te bişewite, hespo! Hesp jî hesp e û qey hewqasî rindî jî dibe…!? Bi hatina Mîrê Mîran şayî dikeve nav êl û êşîran û kesê ji wî hiz neke, nîne. Malbat jî bi hatina wî bextewar e. Çar biran e û ji wan yek jî Selîm Beg e. Selîm Beg, li ber destê wî mezin bûye û di xizmeta xwe da jî bê qisûr e. Ew, qayitê hespê mîrê xwe dike; timar û nal û alif û çi hatibe aqilê te…
Selîm Beg, ji egîdan egîdekî bû. Li vî welatî egîd pir in. Ezê dîsa werim, Selîm Begê. Di tertila 1925 an da yekem Alaya Kurdistanê li berderê mala wî hatiye hildan. Belê, çaxa Kurdan Gimgim bi dest xist Alaya Rengîn li wir hat hildan.
Îca Kurdan berê xwe da Xinûsê û li Xinûsê jî wî destan nivisî. De ew jî babetek din û bila bimîne…”
Te pirsî û divê ez jî bersiva te bidim. Selîm Begê birayê wî navê hespê wî lêdike: Bozê Dêlbihene. Te fêm kir…?”
Di pozê xwe da got:
“Hemmm…”
Di pey ra jî got:
“Axir, çi bû?”
Pîrikê, bi xembarî got:
“Çi bibe, berxo. Çi..? Roja oxirmê giran û her mêr û mêrxasekî bi xwîna xwe axa welatê xwe avda.
Piştî girtina Mîrê Mîran; Selîm Beg, Sediyê Telhê, Ehmed Begê birayê wî, Xelîlê Sebrî, Yado û mêrxasên din bi hev ra berê xwe dan çiyayên welat û şerê xwe domandin.
Mesele kûr û babet jî berfireh û babetek din e. Ez ne şaş bim Selîm Beg, ya di sala 1926 an û ya jî 1927 an da li Qizilçûbûxê ji aliyê Kurdkujekî va jiyana xwe wek şervanekî ji dest dide. Ji xwe Mîrê min jî…!! Ax, tu kambax bî welato, tu kambax bî…!”
Got, lê nekarî zêde biaxife û lewma jî ji bo demekê li ber tifikê kişiya qaşikê xwe, xwe bi xwe ponijî û ne xwest bilive û ne jî biaxife.
Ji neviyê wê ra jî rewş ne rewşek bidil û bi êş û nexweşî bû. Xemgîniya Pîrika wî li ber çavên wî û wî jî nedizanî ka çawa tevbigere û çi bibêje.Tiştê ku wî jî kir; wî, diranên xwe bi hev ra kir û qirçand.
Zêdetirîn nêzê Pîrika xwe bû û nerehetiya wî jî ji Pîrikê ra ne xerîb, zelal û eyan bû.
Vegeriya Pîrikê û got:
“Pîrikê! Ka de serê xwe rabike û mêze min bike. Pîrikê, tu dizanî ez dixwazim çi bibêjim. Ger ku te jî gotibe, erê…” Got, û sekinî.
Pîrika Muhbê, wek çawa meriv ji xew şiyar bibe û li dora xwe mêze bike, mêze kir.
Ji ber xwe va jî got:
“Min bi qurban, ka bibêje îca ezê ji çi ra bibêjim, erê…?”
Wî li Pîrika xwe vegerand û wek pêşniyarî got:
“Pîrikê, ez baş dizanim kalikê min tu car nabêje, na. Lê ez nizanim ka tu çi difikirî? Ez dibêjim ka tu were ez û te û Xeloyê kalik em rojekê bi gul û çiçegên zozanên Bingolê berê xwe bidin gora Mîrê Mîran û ziyaret bikin…Nizanim ka te got çi…? Pîrikê tu dizanî ez pir û pir dixwazim herim ser gora wî û lê kele bibirim û di pey ra jî gul û çîçegên ku min bi xwe ra biriye, danim ser gora wî. Belê, pir dixwazim…?”
Ne kela kela havînê bû û ne jî Pîrika Muhbê sar û serma girtibû. Lê bi carekê di xwedanê da ma û dilê wê bi wê ra lerizî. Şewat bi dil û ciger ket. Wek çawa gule li merivî bikeve, gotin û xwaziya berxê wê jî wer li singa wê ketibû.
Gotin û xwaziyên Dildarî bibû ji pêlan pêlek û wê dabû ber xwe û dibir. Êdî wê nedikarî dilopên ji çavan diherike, veşêre. Dilê wê bi şewat û hêstirên wê ên janî jî bibûn wek ava çem û kaniyan û diherikî.
Bi tenê got:
“Na, bavê mino! Na, tiştên ku te ji min xwestiye ne pêkan û nîne. Na, nîne…!”
Wek çava ricif bikeve dilê merivî û meriv bilerizîne, bi we leriza xwe bû. Ber bi tifikê xwe girt û nêzî agir bû.
Ronahiya egirî dabû rûyê wê û di qirmiçikên rûyê wê da êş û keder disekinî.
Ber bi tifikê mêze dikir û meriv digot qey bi tîn û alava agirî ra qise dike.
Got:
“Na, bavê mino! Na, mezela wî…? Belkî, li Zozanên Bingolê û li ber zinarekî ye. Ku ne li wir be jî, divê ku li ber gul, rihan û ya jî li ber çîçegan çîçegekî be. Belkî jî, li bilindahiya Çiyayê Agirî ye. Ger ku ne li wan deran jî be, miheqeq di dilên hizkiriyên wî da wek remzekê bi birq e. Çi zanim belkî jî…”
Pîrik ji neviyê xwe dûr bibû û meriv digot qey ne li gel wî ye. Paşê paşê hat bîra wê ew li ber tifikê û bi nevîyê xwe ra ye. Di wê gavê da ber bi Dildarê xwe mêze kir, bi destê wî va girt, kir devê xwe û maç kir.
Di pey ra jî bi wî ra hambêz anî, behn kir û bi dîzîka hêstirên çavên xwe ziwa kir. Demekê bi wê hezkirina xwe ma.
Çiqasî derbas bû nayê zanîn, lê derengî û nedibû Dildar zêde rûne.
Got:
“Dildarê min, de rabe min qurban! Rabe û ji xwe ra here raze. Tu jî dibînî ku dem dereng û nabe tu zêde rûnî. Raze, ji ber ku di sibê zûkî da radibî û dibî alîkarê kalikê xwe. De rabe, min bi qida…”
Ew ji axaftinên Pîrika Muhbê têr nebibû; yê ku biaxife jî Pîrik be.
Ji Pîrikê ra got:
“Dadê! Min got qey tu hîn li ser Selîm Beg û apê Sedî, Ehmed Beg û egîdên din jî diaxifî. Lê,..!?”
Pîrikê, serê wî kir nav herdu destên xwe, miz da û maç kir.
Di pey ra jî got:
“Na! Bila ew jî bimînin ji rojekê din ra. Bila bimîne, ji ber ku ciyê navê Mîrê Zirav lê bûye Pîrik ne dikare û ne jî dixwaze qala navan bike. Na, nikarim …”
Belkî jî, pirsa wî pirsa dawiyê bû.
Got:
“Pîrikê! Min pir bîra bavê xwe kiriye. Ka bavê min çi waxtê vedigere û tê…?”
Bi vê pirsa xwe jî wî tîr li dilê Pîrikê dabû. Muhba reben nekarî biaxife û demekê bêdeng ma.
Ne hewceyê gotinan bû te ji jana dilê wê ra bikira. Wê zêde negot.
Bi tenê got:
“Nizanim, berxo. Qet nizanim…!”
Bavê wî, qaçax û fîrarê dewleta Romê û li çiya û baniyên welatê xwe bû. Ew, merivekî siyasî û qetîlê du cendirman û polîsekî bû.