Te Te Te mel…
Hebûye tunebûye ji bezirganan bezirganekî reş û pirçikin hebûye. Karê wî bezirganî û barê wî jî barê heft keran e. Sibehê zû radibe barê xwe li ker û hestêr dike, berê xwe dide welatên dûr û nêz, bajar bi bajar û gund bi gund digere; çi ji qutnî, çi xas û çiftexas, kitan, pazên, divîtîn, qedîfe, xas û nexas hebûye dibe û difroşe.
Jiyan e, tê û dibuhure û wek xwe namîne. Werhasil, ez ê zêde dirêj nekim û konê mala bavê Lalo jî bi destên xwe xirab nekim.
Roj tê camêr hestêrê(deve) xwe teqawit dike û dide alikî, lê dilê wî jî dike pirtepirt û ne rehet e. Xwe bi xwe dibêje:
”Ax, hestêro! Hestêro, wele pirr ked û emegê te li ber min heye, ha…”
Radibe dihere cem hestir û dibêje:
” Heyaran, wele me bi hev ra pirr û pirr rê û rêwîtî kiriye. Hevaltiya me hevaltiya salan û li ber min jî gelek keda te heye. Ez hatim ji te helaliyê bixwazim. Tu yê heqê xwe li min helal bikî…?”
Hestêr, li wî vedigerîne û dibêje:
“Rast e, me bi hev ra pirr hevaltî kiriye. Roj dihat te bi wê şiva destên xwe ez ditevizandim.
Roj dihat te li min dida, pirs û xeberên ku nediman te ji min ra dikir û digot. Tî û birçîbûn jî ne qeder, lê te kiribû para min.Werhasil, jiyana min jî zikek têr û zikek birçî hat û derbas bû. Car hebû bê kurtan û car jî hebû te barê heft keran li min dikir, berê min dida qiyema û ser da jî li ser bar rûdiniştî û heylo heyloya te bû. Erê, te klam digot, lê bi klama te jî guhê min diçû. Lo, de klam jî klam be;’ Krîzoglî Mistefa Beg hey hey heyyy. Atî gelîr xirpa xirpa peh peh peh, teh teh teh Kîrozoglî Mistefa Beg…He he he Mistefa …”
Gişkî qebûlê min, min ji bîr kir û heqê min jî bila li te xweş helal be, lê…”
Bezîrgan:
“Te got:
’Lê…”û gotina xwe neqedand. Ka bibêje dilê te ji min maye, gelo?”
Hestêr:
”Heyran, ne bîne bibe û ne jî kul û kesera vî dilî bi tev ra bike. Min heqê xwe li te helal kir, lê tiştekî heye heta ku ez sax û li rûyê vê dinyayê bim tu car ji bîra min naçe û jibîr nakim…!”
Bezirgan:
” Hela hela! Ka bibêje û min di meraqê da nehêle. Ka ew çi ye ku ewqasî êş daye te û ji bîra te naçe.?”
Hestêr:
“Erê û erê…! Qeda li dinyayê be, te bar li min jî dikir û li kerê qol jî. Roja ku te kerê reş nedaya pêşiya min nebû. Timî ew li pêşî û ez jî li dû diçûm. Te ker kiribû serokê min û jiyan li min heram kiribû. Di vê jiyana kesîrî da ku serokê min ker be, ew ê halê min jî timî ev û ev be.”
Hêvî dikim ku mesele hatibe fêm kirin: Te Te Te mel.
Belê, Temel…