Rovîyê dêlqut!
Dîlawer ji Ibrahîm ra got û dest bi çîrokê kir…
“…rovî rovî rindik
serê dêla wî bi kincik
rovî çû mala xalan
lê kirin barê daran
berî wî dan dîyaran
wernê bi qutik daran
bijimêrin heta bîst û çaran
rehmet li dê û bavên guhdaran…
Hebûye tunebûye pîrejinek hebûye. Tu bibêje bila kula Şam û Helebê bikeve mala belengazîyê! Ne zêde, lê hema wiha tenê yek bizinek wê hebûye. Her roj dihere bêrîyê û ji xwe ra bizina xwe didoşe, şîrê xwe tîne dikelîne û jê mast, penêr, lorik, toraq, çortan û gelek û gelekî tiştên xwarinê çêdike. Rojekê ji bêrîyê vedigere û di vegerê da jî Sofîyê me (rovî), di rê da wê dibîne û bi dizîka dide pey. Şîr xweş e û rovî jî birçî ye. Îca nede pey pîrê bide du kê?
Heta mala wê tê û li quncikekî xwe ditelîne. Ew û şansê xwe. Piştî demekê pîrê ji mal derdikeve, berê xwe dide nav malan û diçe. Ew diçe, rovî jî derbasê hundir dibe. Kêf kêfa rovî ye. Elba şîr bi ser xwe da radike, qirm bi qirm wedixwe û dihere. Piştî demekê pîrê, ji mala cîranan dide rê û vedigere mal. Di vegerê da çi bibîne baş e…!? Elb vala ye û şîr tê da nîne. Gelek û gelekî ber xwe dikeve. Erê, ka îca ewê ber xwe bikeve çi û nekeve çi. Sibe radibe û carekê din berê xwe dide bêrîyê, bizina xwe didoşe, şîrê xwe digire û tîne mal. Wek roja berê dîsa rovî dide pey wê û tê. Tê, li quncikekî xwe ditelîne û li benda derketina wê ye. Dema ku pîrê derdikeve derva, hema bi carekê baz dide hundir û redihêle şîr. Herroj bi vê qeydeyê derbas dibe û pîrê, ji hêrsan nizane ku ka çi bike. Mala wê wêran û halê wê jî perîşan e.
Xwe bi xwe difikire û dibêje:
“Dibe dibe, lê ewqas jî zêde ye. Zêde ye û nabe.
Ax, dizo! Dizo, ez nizanim ka tu kî yî? Min ku bizanbûya min dinya li te teng dikir û konê te ji nav konan radikir. Lê…?” Dotira rojê dîsa pîrê elba xwe digire û diçe bêrîyê, bizina xwe didoşe, şîrê xwe digire û tîne mal. Datîne û derdikeve. Îbrahîm, bêdeng û bi guhdarîya xwe bû. Dergûş? Dergûş jî, bê qisawet û bi kêfa xwe bû.
Dîlawer, vegerîya Îbrahîm û got:
“Du derên mala pirê, yek li pêş û yek jî li paş bûye. Pîrê, ji derê pêş derdikeve û di yê din da jî carekê din derbasê hundir dibe. Te fêm kir?”
Îbrahîm, serê xwe di erênîyê da hejand û wî jî carekê din berê xwe da çîrokê.
Got:
“Pîrê, bi şûnikê kincan va digire û hema wiha li pişt derî xwe vedişêre. Li benda dizê bêbav e. Dizo, bi lez û bez derbasê hundur dibe, bi elba şîr va digire û bi ser xwe va dike. Ya ku pîrê dîtîye, dîtîye. Ew bi hêrsa xwe ye, û Sofî jî şîrê xwe vedixwe, zikê xwe misdide û êdî dixwaze derbikeve û here.
Tê, ji derî ra derbas dibe û li ber şêmûgê pîrê, şûnikê radike û dixwaze li serî bide û biperçiqîne. Rovî xwe dide alîkî û şûnik li nîveka dêl a wî dikeve û qut dike. Bi jana dêl a xwe rovî baz dide, berê xwe dide çolê û dihere cem hevalên xwe.
Heval û bi wî nekenin?
Dikenin û dibêjin:
“Ho rovîyo qolo quto,
Min di bin dêl a te hilkuto!
Ho rovîyo, qolo quto,
Min di bin dêl a te hilkuto…!”
Rovîyê dêlqut, şerm dike ku carekê din xwe li wan bigire û biçe. Roj in, tên û dibuhurin. Piştî demekê birîna wî kew digire û rehet e. Êşa dêl nîne, lê xemgîn e. Jiber ku bi serê xwe ye. Bê dost û bê heval û serda jî bi nîv dêl e.
Xwe bi xwe difikire û dibêje:
“Bexişandin, ji mezinahîyê tê. Ezê herim ji pîrê lêborîna xwe bixwazim û bila dêl a min li min vegerîne. Heta li min venegerîne ez nikarim biçim cem hevalan. Bi wan ra nikarim rabim û rûnim û yarîyan bikim…”
Rovî dide rê û diçe. Pir û hindik rê digire, di encamê da tê û li ber derê mala pîrê disekine û li derî dide.
Pîrê, dipirse û dibêje:
“Lo mêvano, mêvanê ezîz! Ka bibêje tu kî yî?”
Rovî, lêvedigerîne û dibêje:
“Ez im, ez. Ez, Sofîyê dêlqut im. Hatim, dixwazim te bîbinim û silavekî li te bikim.”
Pîrê, wiha dibêje:
“Şev e, tarî ye. Mêvan jî mêvanên Xwedê ne. Nabe ezê mêvanê ku xwe li min girtîye li derva bihêlim. Kerem bike û derbasê hundir bibe. Were, bavê mino! Were, derva sar e. Serê pîrê bi qurbano, de derbas be…”
Rovî derbasê hundir dibe û li ber stunê çok dide erdê. Şîr tê bîra wî û xwe bi xwe jî dikene.
Dû ra vedigere pîrê û dibêje:
“Pîrê, ez ji te tîka dikim min kirîye, lê tu neke. Pir û pir poşman im. Min xeta kirîye û ji te jî lêborîna xwe dixwazim. Xetayê min bibexşîne, carekê bûye û qewimîye. Ji kerema xwe ra tu yê dêl a min li min vegerînî…”
Pîrê, bersiva wî dide û dibêje:
“Baş e ku te xetayê xwe dîtîye û tu biaqil bûyî. Erê, her çiqas te xetayê xwe dîtibe jî, ne bes e. Divê tu şîrê min bînî ku ez jî bikaribim dêl a te li te vegerînim.”
Sofî, xatirê xwe ji wê dixwaze û dide rê.
Dihere cem bizinê û dibêje:
“Bizin, bizin…!
Ma tu nikarî ji xêra dê û bavê xwe ra elbikek şîr bidî min,
şîr bibim bidim pîrê,
pîrê jî dêl a min bide min,
bi serbestî bikaribim biçim cem hevalan…”
Bizina kol, dibîne Sofî bi derd û kul berê xwe daye wê û ji wê şîr dixwaze.
Dibêje:
“Baş e, lê divê tu jî herî ji min ra çêrê bînî. Heta ku ez gîya nexwim şîr nakeve guhanên min. Bila şîr bikeve guhanan ku ezê bikaribim bidim te.”
Rovî, radibe û berê xwe dide mêrgê.
Dibêje:
“Mêrgê, mêrgê!
Ji xêra xwe ra tu nikarî çêrê bidî min,
çêrê bibim bidim bizinê,
bizin bixwe, şîr bide min,
şîr bibim bidim pîrê,
pîrê dêl a min bide min,
bi serbestî bikaribim biçim nava hevalan.
Mêrg, vedigere Rovîyê dêlqut û dibêje:
“Baş e, lê divê tu jî herî avê bînî û bide min,
Bê av çêreya min gurr nabe û nikarim bidim te…”
Rovî, dide rê û diçe ser kanîyê.
Dibêje:
“Kani, kani!
Tu hem ezîz û hem zelal î,
Ji xêra xwe ra tu nikarî avê bidî min,
avê bibim bidim mêrgê,
mêrg jî çêreyê bide min,
çêreyê bibim bidim bizinê,
bizin bixwe, şîr bide min,
şîr bibim bidim pîrê,
pîrê dêl a min bide min,
bi serbestî bikaribim biçim cem hevalan…”
Kanî, guh dide derd û kulên wî û xwesteka wî dibersivîne.
Dibêje:
“Baş e, ezê avê bidim te. Lê bi şertek: Heta ku keçikên gund neyên li ser min dîlanê negrin kêfa min nayê cîh û ez nikarim avê bidim te. Here ji wan ra bibêje, bila nesekinin û zû werin…”
Rovî, dide rê û diçe ba keçikên gund.
Dibêje:
“Keçikno, keçikno!
Ji xêra dê û bavên xwe ra hûn nikarin werin li ser kanîyê dîlanê bigrin?
Daku kêfa kanîyê were û avê bide min,
avê bibim bidim mêrgê,
mêrg jî çêreyê bide min,
çêreyê bibim bidim bizinê,
bizin bixwe, şîr bide min,
şîr bibim bidim pîrê,
pîrê dêl a min bide min,
bi serbestî bikaribim biçim cem hevalan…”
Keçik, bersiva wî didin û dibêjin:
“Baş e, emê xwazîya te bi cîh bînin. Lê dive tu jî herî ji bo me her yekê cotek şimik bînî.
Ancax em wê çaxê dikarin werin ser kanîyê û govendê bigrin…”
Rovî, dide rê û diçe ba solbend.
Dibêje:
“Solbendo, solbendo!
Ma tu nikarî ji xêra xwe ra şimikan bidî min,
şimikan bibim bidim keçikan,
keçik biçin ser kanîyê, dîlanê bigrin,
kêfa kanîyê were, avê bide min
avê bibim bidim mêrgê,
mêrg jî çêreyê bide min,
çêreyê bibim bidim bizinê,
bizin bixwe, şîr bide min,
şîr bibim bidim pîrê,
pîrê dêl a min bide min,
bi serbestî bikaribim biçim cem hevalan…”
Solbend, lêvedigerîne û dibêje:
“Baş e, lê divê tu yê herî ji min ra hêkan bînî ku ez jî bikaribim şimikan bidim te…”
Rovî, berê xwe dide mirîşkê û diçe.
Dibêje:
“Mirîşk, mirîşk!
Ma tu nikarî ji xêra xwe ra hêkan bidî min,
hêkan bibim bidim solbend,
solbend şimikan bide min,
şimikan bibim bidim keçikan,
keçik biçin ser kanîyê, dîlanê bigrin,
kêfa kanîyê were, avê bide min,
avê bibim bidim mêrgê,
mêrg jî çêreyê bide min,
çêreyê bibim bidim bizinê,
bizin bixwe, şîr bide min,
şîr bibim bidim pîrê,
pîrê dêl a min bide min,
bi serbestî bikaribim biçim cem hevalan…”
Mirîşk, diqaqîne û dibêje:
“Baş e, ezê hêkan bidim te. Lê divê tu yê herî ji min ra qût bînî. Heta qût nexwim nikarim hêkan bikim û bidime te. De ji te ra oxira xêrê û Xwedê îşê te rast bîne…”
Rovî, dide rê û diçe ba kewarê.
Dibêje:
“Kewar, kewar!
Ma tu nikarî ji xêra xwe ra qût bidî min,
qût bibim bidim mirîşkê,
mirîşk hêkan bide min,
hêkan bibim bidim solbend,
solbend şimikan bide min
şimikan bibim bidim keçikan,
keçik biçin ser kanîyê, dîlanê bigrin,
kêfa kanîyê were, avê bide min,
avê bibim bidim mêrgê,
mêrg jî çêreyê bide min,
çêreyê bibim bidim bizinê,
bizin bixwe, şîr bide min,
şîr bibim bidim pîrê,
pîrê dêl a min bide min,
bi serbestî bikaribim biçim cem hevalan…”
Kewar, guh dide gilî û gazinên wî û dibêje:
“Baş e, ezê qût bidim te. Lê divê tu jî herî ser xanî û lox bikî. Baran ku barî banê xanî dilop dike û ez nikarim hundurê xwe ziwa bigirim û xwe biparêzim. Xanî bila dilop neke ku ezê bikaribim qût bidim te.”
Rovî, diçe ser xênî,
banê xênî lox dike,
dilop radiwestin.
Rovî diçe ba kewarê,
kewar qût dide.
Qût dibe dide mirîşkê,
mirîşk hêkan dide.
Hêkan dibe dide solbend,
Solbend şimikan dide.
Şimikan dibe dide keçikan,
keçik tên li ser kanîyê govendê digirin.
Kêfa kanîyê tê û kanî avê dide,
avê dibe dide mêrgê,
gîhayê mêrgê gurr û geş dibe,
mêrg, gîha dide,
gîha dibe dide bizinê,
bizin şîr dide,
şîr dibe dide pîrê.
Kêfa pîrê tê û rovî dibexişîne,
Tîne dêl a wî bi xişran dixemilîne û pê va dike.
Dêl a rovî ji ya berê xweşiktir dibe.
Bi xeml û xişr li pey wî ye.
Dide rê û diçe cem hevalên xwe.
Hemû li rovî dinihêrin, şaş û metal dimînin.
Dibêjin:
“Lo, lo dêlquto! Ka bibêje te ev dêl a xweşik ji ku anîye?”
Rovîyê dêlqut, di dilê xwe da dibêje:
“Heyyy, bêbavno! Ma hûn nizanin her teyîr bi refê xwe ra difire. Çima we ez ji refê xwe qetandim? Ji alîkî va we qerf û henekên bi min kir û ji alikî va jî agir berda dilê min û min ji xwe dûr xist. Hûn bi sebir bin, ka ezê çi bi serê we bînim.”
Dû ra bi dengekî bilind diaxife û dibêje:
Gelî hevalno!
“Hûn dizanin golek li vê nêzîkayîyê heye. Duh êvarê çûm û min dêl a xwe xist nava golê.
Sibehî rabûm ku dêl a min reng girtiye û bi vî awayî xemilîye.”
Guhdarên wî vedigerin wî û dibêjin:
“Hela hela! Yaw bira, tu çi qas biaqil bûyî û haya me jê nebûye. Bi vê aqilê xwe yê rindik çindik bi çindik bide pêşîya me û me jî bibe ser golê. Wele, şêx jî tu, rayber û pîr jî dîsa tu yî. Çi kiramet hebûye ew jî dîsa li gel te ye. Çi xweş, çi xeberek xweş…” Dêlqutê berê, bi dêl a xwe ya rengîn dide pêş tevan û dibe ser golê.
Ji êvar da dêl ên xwe dixin ava golê û heta sibê tê da dihêlin. Ê de demsal zivistan û dinya jî gelek û gelekî sar e. Bi şev ava golê qaşe digire û dêl ên tevan pê va dimîne. Rovîyê dêlqût, xwe bi xwe dikene. Dîbîne dêl a hemûyan hişk bi golê va zeliqî ne, hema baz dide û ber bi gundê ku nêzî golê ye, diçe.
Seyên gund didin pey wî û ew jî carekê din berê xwe dide golê û tê cem hevalên xwe. Rovîyên ku dêl a wan di golê da, dibînin kûçikan berê xwe dane wan û tên. Ji tirsa canê xwe lez dikin ku birevin. Eha, di wê hengamê da dêl ên hemûyan qut dibin û di golê da dimînin. Can şirîn e, û ancax bi vî awayî xwe ji seyên gund xelas dikin. Dibe sibeh û rovî li hev dicivin. Bala xwe didin hev û dibînin bilî rovîyê dêlbireng, hemû bûne dêlqut. Sofî, derdikeve ser zinarekî mezin û axaftinê dike.
Dêl a xwe nîşan dide û dibêje:
“Nizanim ka tê bîra we an, ne? We henekên xwe bi min dikir û digot:
Ho rovîyo qolo quto,
Min di bin dêl a te hilkuto!
Ho rovîyo, qolo quto,
Min di bin dêl a te hilkuto…!
Belê û belê…We gotinek pêşîyên Romiyan anî bira min. Dibejin, gulme qomşîne gelîr başîne…” (Bi kesî nekene, bila neye sere te!)
Çîroka min li dîyaran, rehmet li dê û bavê guhdaran, ji bilî fesadên ber dîwaran…”
Çîroka xwe qedand û rabû.
Ev çîrok ji Roman a Yar û Miradê hatîye girtin…