Qirdê mirov hebe mirişka mirov li ser sing jî hêkan dike
Ger ku qirdê (şans) mirovî hebe
mirişka mirovî li ser sing jî hêkan dike
Di derketinê da hima weha li ber devê şikeftê Balî, vegeriya Navdar û bi wî ra axifî.
Got:
“Navdar, ez dixwazim ji te ra bibêjim ku di mebestê da min jî…” Xwest ya dilê xwe bi tevahî bibêje, lê nekarî. Nekarî, ji ber ku Navdar ketibû navbeyna axaftinê, peyv jî devê wî girtibû, bi xwe axifîbû.
Axifî û got:
“Belê, Balî…! Balî, ez dizanim ka tu çi difikirî û dixwazî çi bibêjî, lê qet nebêje. Nebêje, ji ber ku ez jî dizanim ku tu jî hima hima wek min difikirî. Vê ca ez ê bi ya xwe bikim û tu evdekî Xwedê nikare pêşî li min bigire.
Ger ku tu ji min bipirsî tiştê ku min xwestiye ez ê bikim him ne rast û him jî ne li gor zagona leşkeriyê ye, lê…?
Ax, de ku ceza didin jî bila qet jî herin bidin. Na, wele! Wele, ez bixwazim jî êdî ez nikarim xwe zeft bikim. Na, nikarim…” Xwe li kûrahiya newalê girtibûn û pêda pêda xwe berdidan û diçûn. Navdar, hê bi axaftin bû.
Di berdewamiya axaftina xwe da jî got:
“Brayê delal! Mixabin, me ji rojan rojekî nexweş li pey xwe hîşt. Belê, ji rojan rojekê diwar û bedbext… Herweha ji hevalên me jî yek birîndar û yên din jî bi tevahiya xwe betilî û pejmûde ne.
Serdar Xeto, biryarek da û got: ’Bila ev ger û şopa me bimîne ji sibehê ra û sibê jî Xwedê kerîm e…’Na, ez jî dibêjim bila gera me nemîne ji sibehê ra û bimîne ji min û te ra. Te got çi…? Erê, ez dizanim dem ne guncav e. Lê bila be. Biryar, biryar e û min jî carekê hewl daye. Wele, êdî dixwaze şev û dixwaze bila ba û bahoz be, ne xem û ez ê berê xwe bidim kûrahiya vê newalê û seh bikim.
Belê, yê min erê ye û ez ê biçim.
Ez diçim, lê ez qet naxwazim te bikim şirîgê sûcê xwe û bibim sedemek ji sedemê xirabiya te. Ji ber ku ne maf, ne jî heqe. Balî can, ji aliyê min va tu azadî. Ger ku te xwestiye tu bi min ra tê. Ji xwe ku te nexwestiye jî tu li vir û ez jî li wir. Eha, min ya xwe got. Êdî tu dizanî, heyran. Belê, tu dizanî…”
Piştî vê axaftinê jî xwar bû û ji erdê gogek ji berfê girt, di destê xwe da anî û bir, şidand.
Balî, nediaxifî û bêdeng bû. Wek çawa mirov tiştekî ji bîr bike bi wî awayî Navdar, carekê din vegeriya Balî û gotina ku dixwest bike, kir.
Got:
“Ha, divê tu vê yekê jî li ber çavan bigirî û ji bîr jî nekî…!
Ax, de çi zanim! Qet nayê zanîn, lê dive ku ji ber vê hatinê tu yê werî
dadgehkirin jî. Ger ku hatî dadgehkirin jî ne bi sûcek, lê ji ber du sûcan tu yê ceza bigirî. Ne min got tu dizanî û li te jî tu car ferz nakim.
Ji hatina me ya Çemê Zoro bigire heta derengiya vê êvarê ji kûrahiya vê newalê teqîn û reqîn ne kêm û her û her hebû.
Eha, niha jî tu dibînî bûye bêdengî. Bêdengî ye û tu dibêjî qey ne ji vir ra kesekî derbas bûye û ne jî guleyek teqandiye. Min ya vî dilî got û çû. Balî, min xeta û cezayê xwe bi qurbana vê bêdengiyê kiriye û ez ê biçim.
Dixwaze kar, dixwaze bila zirar. Meraq e. Bi xwe nikarim û ez ê biçim. Êdî tu û birayara xwe…” Balî, guh dabû axaftinên Navdar û piştra jî bi xwe axifî.
Axifî û got:
“Navdar, Tu ji min bawer nakî, tu ji Rebê jorîn bawer bike ku beriya tu ji Serdar Xeto destûr bixwazî ne kêm û ne zêde hima hima ez jî di fikrê te da û wek te fikirîbûm. Ax, lê de tu jî dizanî ku ji ber hinek sideman min nekarî ez ê ji wî destûr bixwazim. Ji xwe sedemê nakaribûna min jî eyan e tu ji min çêtirîn dizanî. Na, ne hewceyê ku ez ê lêzede bikim.
Ji xwe beriya ku tu ji min ra çav biqirpînî jî di dilê xwe da min weha gotibû:
“De rabe, lo! Rabe û dem ne dema seknanê ye, Balî. Qey tu ji çi ditirsî û çima ranabî. Rabe û ji ceza û mezayan jî qet netirse. Mirov ku çû dawetê direqisê û xwe hildiavêje. Tu jî hatiyî qada şer û êdî tu li benda çi yî. Mirov ku çû şer serê xwe dike bin çeng û wer diçe. Tu ji mirinê netirse, lê bila mirin ji te bitirse lawiko, lawikê Hesenî.
Çi ku îcab kiriye bike û jê nereve. Ha, qet nabe ku tu gotin û şîretên Apê xwe jî ji bîr bikî. Apê Silêman, apê te ye û gotin jî gotinên wî ne.
Qey wî ji te ra negotibû: ” Balî, nabe tu ji bîr bikî. Tu lawê bavê xwe û Hesenî yî. Mêrxasên êla Hesenan, wek çawa mirov biçe dîlanê bi wî awayî xwe li qada şer digirin û diçin. Ji bîr neke ku tu Balî yî û xortê roja oxirmê giranî.
Li ku dibe bila bibe, qet firq nake.
Her bi egîdiya xwe be û wek zagona apê xwe tevbigere. Mêr bisekine û çê jî bixebite.
Rûpelek ji Romana Yar û Miradê