Piroje; Ortak Vatan!
Belê, dem dema hespên serxweş e.
Dem hatiye û Tirkan jî biryar daye herin hilbijartinan.
Helbet, hesp hespê wan û camêr dikarin li hespên xwe siwar bibin û rakin ser piyan, bibezînin.
Di vir da tu kêmanî nîne. Hilbijartinin û tu dikarî biryarê bigirî, bireqisî û xwe li ba bikî.
Ka de were bibêje, di vê teqûreqiyê da tu ji coş û kelecana Kurdan ra dikarî çi bibêjî?
Eha, mesele ev e û tiştê ku me elaqeder dike jî dîsa ev bi xwe ye. Heke ku ji te hatiye û tu dikarî tu were bersiva vê pirsê bide, qurban.
Belê, ger ku ji te hatiye. Te ku karî tu bersivê bidî ji xwe da reş li alikî û sipî li alikî dimîne. Mejî jî nabe çeqilmast û tevlihevî jî namîne.
Wek her gavî dîsa mij û dûxan e û delîl dayîka te Kurdî. Ger ku aj li ser koka xwe şîn bibûya ji xwe min pirsekî wiha ne ji xwe û ne jî ji we dikir.
Pirs in, pirs hene bibersiv û pirs jî hene bersiva wan wenda ye.
Tu berê xwe bidî Tatosê jî tu nikarî persivê jê ra peyda bikî û tu berê xwe bidî Gimgimê jî…
Belê, pirs û bersiv?
Meriv ku tabîyê Tirkan bibe ne pergal dimîne, ne jî helwest. Çer hebe helwest nemaye, Şam şêrin û Enqere jî şekir…
Xalê me taca serê me û Meclîs-î Mebûsan jî mala me ye. Kurdo nemire bihar tê.
Simbêlboq, ne siwarê hespê xwe ye. Ne tenê ew, lê serokên me yên din jî ne siwarên hespê xwe û li hespê xelkê siwar bûne. Bi tev da ne siwar û peyan e. Berê xwe dane Enqerê û ji Romiyan hêvî dikin. Hela hela.
Ne ew kalik kalikê te bû digot, berê xwe nede kaşan û nebîne xewnê şaşan. Te çi zû ji bîr kir, Qardaş. Ji pirsa Kurd û Kurdîstanê ra çareserî?
Nizanim ka ez bigîrîm an, bikenim.
Qet naxwazin bînin bîra xwe ku di wê meclîsê da Usiv Ziya, Hesen Xêrî hatine sêdar kirin. Gelo ka çi gunehê Usiv Ziya hebû? Çima Hesen Xêrî baweriya xwe bi Tirkan anî û bi şal û şapikê Kurdewarî beşdarê Meclîsa yekem bû?
Gotina kalikan e; heta pozê merivan neşewite meriv nabe mêr. De emê bipirsin gelo pozê kurdan qet şewitiye an, ne…?
Ger ku sed sal e neşewitîye ewê neşewite jî. Ev her şeş serok şaş in an, ne şaş…?
Çima baweriya xwe bi neyarên xwe tînin, ka çima…?
Tew de yê min jî gotin e, ez dikim. Kurd du qism in; Kurd û Mankurd? Meriv ku bibe Mankurd û bihele ev pirs ji wan nayê kirin û ne di cîh da ye. Ax, de pirs e, dikî. Ji Kurdan dikî û Mankurd jî xwe tê da dibînin. Ji ber wê yekê min jî kir û çû, jê veger nîne. Ger ku te ji gotina bav û kalên xwe ders negirtibe ne dizanî Rom bêbext û bextê wan nîne, ne jî vedigerî xwe û xwe dibînî.
HDPyî, Ortak Vatancî ne. Mêrikan helwesta xwe daniye û rê û rêgeha wan kifş e. Meriv nikare lome û gazinên xwe ji wan bike.
Na! Ne Sezar, lê tu bibêje Se se sezayî ye û derbas be. Ma pênc partî. Di rengê xwe da wek şima û ew jî pirr û hindik ’Ortak vatancî…’ne. Kurdo nemire bihar tê.
Ax, xalo rebeno xalo! Tucar bihara vî welatî nebûye û ji Kurdan ra bihar nîne. Heyran, madem tu diherî hilbijartinan bibêje, “em her penc partî, dixwazin li welatê xwe jî bi navê netewa xwe dixwazin parlamentoya xwe damezirînin. Ger ku hûn vê şertê me qebûl bikin wê çaxê em dikarin bêşdarê hilbijartinên we bibin. Ger ku hûn qebûl jî nekin em hilbijartinên we protesto dikin û bêşdar nabin. Eha, ev rê jî rê riya me û helwest jî helwesta me ye.
Lê belê xwaziyek wiha nebû. Kurdiyatî û çirtik nabe. Partiyên ku me pê bawerî hebûn rindik û hindik in û ew jî “Ortak Vatancî“ derketin.
Simbêlboq, sibê ku çû meclîsê ewê bibêje, ”Namûs û şerefim özerîne yemîn ederim ki sizin hizmetînîze amade ve vatanin bölünmez bütünlüğüne sadik kalacağima yemin ederim”.
Hecî jî yê wisa bibêje û Sofî jî û Qardaş jî. Werhasil, tu dikarî bibêjî ku van camêran ne welatê xwe, ne dîroka xwe û ne jî neyarê xwe naskirine.
Li hespê bêbavan siwar bûne û berê xwe dane Enqerê.
Hewqasî bi xwe bawerin ku tu dibejî qey yê meclîsê bihejînin. Nizanin ku dek û dolabên Tirkan naqede û carekê din têne xapandin.
06.05.2018