Nikarî bifirî; bireve, ku nikarî birevî jî, bimeşe
Nikarî bifirî;bireve. Ku nikarî birevî jî, bimeşe.
Nikarî bimeş î…? Bi çarlepkan here.
Here, lê çer dikî bike pêşveçûna xwe bidomîne.
Ezmanek çîk sayî, roj di bejnek du bejnan da bilind, siya kelê ji mêrgê kişiyabû û di pey ra jî xwe dabû nîvê gir. Xişîn bi dar û beran ketibû, dimizmizand. Bi kevir û baxirên xwe va Warê Dîhar li layê çepê û Kela Gola Maran jî, di rêzê da hema wiha li aliyê rastê diket û di navbeyna herdu aliyan da jî çir û ji çirê, wek kefa sabûnê sipî, avek zelal bi ser kevir û zinaran ra girtibû, ber bi mêrgê va diherikî û dixulxulî. Navdar, bi êşa canê xwe û hespê wî jî di mêrgê da bi kêfa xwe bû.
Ji cihê xwe liviya û di pey ra jî serê xwe rakir, dêna xwe da mêrgê û li hespê xwe mêze kir. Ji alîkî va bi mêzekirina xwe û ji alikî va jî bi miremira xwe bû, Navdar.
Got:
“Erê, lo. Ma ezê çima bibêjim na? Çer hebe kêf kêfa te û tu jî wek min ne bi zarîna dil î.
Yê ku bêhal û nexweş jî ne tu, lê reben ez im malim xirab. Na, di mêrgê da qet nesekine û hema bi kefa xwe here û were. Eha, tu halê min dibînî û hal jî ne hal e, qurban. Qey ji vî halî ra gotin heye ku ezê bikim û bibêjim. Ji vî halî ra bizare bizare ancax dil dizare, Şamran.
Îja li vî çiyayî han ji ber sir û sermayê ka kî nateviziye ku ez jî netevizim.
Erê, wele! Wele, sir û sermaya şevê bi ser min ra girt, lê rind girt. Di min da ne qidûm û ne jî bi navê taqetê tiştekî maye ku ezê ji te ra qalê bikim û bibêjim. Per û bask li min şikestî û ez jî êdî ne ez im.
Ne dikarim ji cihê xwe bilivim û ne jî rabim…” Gilî û gazinên wî li ser hişkayiya şeva buhurî bû.
Dîsa serê xwe danî ser zîn û pêra jî pelûyên çavan da hev. Xwêdanek sar bi ser eniya wî ra girtibû û diniqitî. Serda jî tî û birçî û nedibû li cihê xwe wiha bimine û ranebe. Na, nedibû.
Destên xwe da ber xwe û pêra jî got:
” Ya Ezdanê Dilovan, tu heyî û tu mezin î…!” Rabû, di pey ra jî berê xwe da çaviya golê, devê xwe kir avê û qirm bi qirm vexwar. Av jî, avek sar û te nedikarî hema weha devê xwe bikira.
Vexwar şûn da jî di bêhaliyê da gavên xwe avêt û çû li ber zinarê devê golê sekinî û qederekê bi mêzekirina xwe ma. Tiştên ku yekem li wir bala wî kişand jî kevir û xîçên ku bi zinarî va hatibûn zeliqandin. Bi panikiya xwe ji wan xîçan yek nişanek ji nîşana miradxwaziyê û ji bawariya şêniyên vê herêmê dihat. Kal û pîr, xort û qîzên li ber miradan gava ku berê xwe bidana vê ziyaretê yekem kelên xwe li vî zinarî dibirîn û pişt ra jî derbasê ser golê dibûn.
Li wir jî bi kelegirî di lavayên xwe da banga Xizir û Xwedê dikirin û ji vê ziyaretê jî çi miradek wan hebûye dixwestin, loqmeyên ku bi xwe ra anibûn belavdikirin û didan haziran.
Li ser vê ziyaretê ne tenê bi kevirên xwe yên biçûkî va zinar, lê bi pîrozahiya xwe wek zinarê vê devê golê jî, ji daran dareke bî hebû. Tu çiqêlek vî darî nebû ku bi ben û paçikan va nehatibe girêdan û nexemilîbe. Wek her bawariyê Riya Heq jî, bawariya şêniyên vê herêmê bû.
Beriya ku qurbana xwe jî bikin, yekem dihatin ser vê ziyaretê û dû ra jî diçûn gund û li wir jî ya ji karikan kara beş û ya jî ji berxan berxê kol û beranê kel serjê dikirin. Belê, ne kêm û ne zêde ev jî rengek ji rengê bawariyê bû.
Ji ziyaretê nîv seat dûr gundek û li wî gundî jî camerekî jiya. Gund bi navê xwe Kovik û camêr jî, Cibê Momin bû. Beriya ku Cib biçe ber heqiya xwe vegeriya dost û yarenên xwe û ji wan helalî xwest. Wek dewrêş û arifekî çawa biaxife bi wî awayî axifî.
Got:
“Bi qasî ku jiyan heq be, mirin jî bi ewqasî heq e. Tu evdekî ji evdê Xwedê nikare ji vê rastiyê bireve. Na! Ne bi zor, lê dor bi dor e. Belê, dor bi dor. Felek xayîn û ji tu kesî ra ne yare, bira. Dinya ji kesî ra nemaye ku ji Cibê Momin ra jî bimîne. Mirinê jî ku berê xwe dabe min û hatibe, dibêjim, ser seran û ser çavan ra.
Ezîzno…!
Bila wasiyeta min li we be, ku ez mirim bila tu kes li ser meyîtê min negîre û rondik û hêsiran nebarîne. Nebarînin, lê bibêjin li vî gundî bi navê xwe Cebraîlek hat, konê xwe vegirt, çer hat, wer jî çû. Çû, lê beriya ku here jî vegeriya me û got:
“Binivisin li ser qebrê min; min hezkir ji Ûsên dixwaze kar dixwaze zirar…”
Ji wî gundî tenê Cîbê Momin jî negot û li pey wî jî Şaoyê Welî, gotina xwe kir.
Di meramê da jî wî wiha got:
“Dixwaze toz, dixwaze duxan, ez ku mirim şûnda axir zeman…” Emê lê zêde nekin, wan jî wer zanî û wer got.
Bi biharê ra bila ji ser wî gundî ra ji qulingan qulingek neyê û derbas nebe. Tu dikarî bibêjî ku li wî gundî gundiyan ji qulingan û qulingan jî ji mêrg û çîmenên wî gundî hez kir.
Ji wî gundî ka kî nebû negota:
“…hey lê wayê de wayê qulingo
qulingo mala te şewitî de bes e ser min da wisa neke
welle per û baskên te şikestine koka qanadên te çamur e
…
way li min way qulingo…”
Ji hatina dengê qulingan kêf û şayî bû diket nav gund.
Ji wî gundî kal û pîrek nebû negota:
“Qulingo, te bi xêr û xweşî berê xwe daye me û tu hatiyî. Di dengê te da dengê Elî û di vê hatina te da jî mizginiya xêr û bereketê heye. Weyyy, tu bi xêr hatî û bi silametî biçe…”
Di vê bawariyê da tu dilek nebû bi dengî teyr û tûyîran şa û bextewar nebe. Xwezanî ye û wan jî xwe wer zanî û wer anî zimên. Doje û behîşt…?
Ax, de bawarî ye. Li gel vê bawariyê doje jî li vê dinyayê û behîşt jî li vir bû. Herwiha cihê qencî û xirabiyê jî dil û qinyatê merivan bixwe bû. Ne hewceyê gotinan ku tu yê lê zêde bikî û bibêjî. Wan jî wer zanî û wer got.
Navdar, hê li ber wî zinarî û bi mêzekirina xwe bû. Piştî demekê jî xwar bû, ji erdê kevirek, ji kevirên pan hilda û di pey ra jî ceriband bi wî zinarî va bizeliqîne, zeliqand jî.
Ava golê bi bilqîn, dilê wî jî bi zarîn bû. Zêde li wir nema, gav avêt û ber bi jêr çû. Kincên xwe li ber dara biyê derxist, tazî-şilt bû. Di pey ra jî ket avê û di golê da bistekî hat û çû, lê… Nexweşî û ava sar..!? Di avê da zêde nema û jê derket. Derket, jiber ku zinginî bi dev û diranên wî ketibû û dicirifî. Ji xwe di şeva buhurî da li ber sir û sermayê mabû, pêra jî qerisî bû. Ketibû ava sar û niha jî bi çeqeçeqa dev û diranên xwe bû.
Xwe bi xwe kir bilabila û got:
“Kuro, Navdar…! Lo lawo, îja yê te jî îşê aqilan e ku tu radibî dikevî ava sar. Di vê payîza çiyayî da tu û avjenî…Xwedê aqil û fêmê bide te. Qey tu nabînî tu bi arsimê ketiyî û di xwedanê da mayî. Ka îja çi îşê te bi xweşûştinê heye, mala ava.
Ziyaretê li te nedayo, erê wele û bile…! Navdaro, ev av jî ava ziyaretê ye û bila xwedê bi xêr bike…!”
Kincên xwe li xwekir û berê xwe da cîhê berê. Bistekî jî li ser piyan hat û çû, destên xwe bi hev ra kir û di bala xwe da hinekî sivik bû. Dû ra jî dêna xwe da mêrgê û ber bi hespê xwe va carekî din mêze kir. Dît bi gevza xwe ye, di devê xwe da tiliya yek kov kir û fîtik lêda. Bi dengî fîtikê va hespê Şamran, xwe li wî girt û hat.
Bi destê xwe yê rastê Navdar, li sing da û got:
“Heyran, îja ne bes e. De were ezê avê bidim te û di pey ra jî emê bi rêbikevin…” Da pêşî û bi xwe ra bir ser avê. Hespê xwe avda, şûn da jî bi zin û hefsar kir, lê siwar bû. Berê wî li Kevirê Haman û riya wî jî ber bi gundê Kovikê bû. Di rê da ji nişka va hîrîn bi hespê Şamran ket û kir hîrehîr.
Keniya û got:
“Lo, dîsa çi bû û çi bi te hatiye ku tu dîsa wiha bi hîrehîra xwe yî. Di mêrgê da jî qet deng ji te der nedihat, mal ava. De bila li ser xêr be…”
Dû ra serê xwe rakir û li layê çepê nihêrî. Dît du qîzên ezep, ji alikî va xwe li ba dikin û ji alikî va jî berê xwe dane qoriyê û diçin, Qoriya Kortê…
Wan siwarê hespê Şamran dîtibû û pêra jî dest bi sitranekê kiribûn. Navdar, ji alikî va hespê xwe ajot û ji alikî va jî guh da sitranê.
Deng û meqam xweş û sitrana wan jî bi ya dilî bû:
’Wey lo siwaro tu li zozanan lo lo lo çi digerî
De ezê nizanim tu siwarî, lo lo yan peyayî,
Yan ji koma xwe xeyidî, yan jî lo tu dilmayî
De were siwaro, lo were siwaro
Wey lo siwaro vê êvarê dilê min ji dilan dilekî sar e
Nizanim ji bextê min ra çima sala îsal,
Sitûyê min ser gede lawike lo min da xwar e
De were siwaro, lo were siwaro
Go wey lo siwaro, payize lo dinya sar e
De tu were li hewşa mala bavê min ji te ra hem bi gul e, hem bi dar e
De were siwaro, lo were siwaro…”
Navdar, xwe bi xwe got:
“Weyyy, seata we xweş û mala we dîlberan ava. We herduyan bi dengê xwe yê xweşik û delal ez helandim…
Sitrana ku we sitra jî sitranek xweşik û bi ya dilê min siwarî bû. Ka bibêje Şamran, bibêje te jî ji vê sitranê hezkir an, ne…?”
Sîwarê hespê Şamran, ji alikî va dabû rê û diçû, ji alikî va jî dîsa
wek her gavî ketibû bîra, bîranînên xwe yên borî…
Beşek ji Romana Yar û Miradê