Ne dem ew dem ne bihar ew bihar e
Ne dem ew dem ne bihar ew bihar e.
Dema meriv li rewşa welatê winda mêzedike meriv dibêje qey tofan û xezeba Xwedêye bi ser çiya û baniyên wî ra girtiye û dibare.
Siyaset mirî, hêviya ku bide nîne û nema ye. Heta ku meriv dost û dijminê xwe nebîne, ji hev safî neke ne dikare rê bigire û ne jî dikare tu hêviyê bide.
Pirs e û dive meriv ji xwe bike ka îja çima kurd ketin vî halî?
Çima dilê axê li welatê min bizarezar û dizarîne, çima?
Na, li vî welatî aj li ser koka xwe şîn nebûye, nehîştine ro bibîne û şîn bibe. Ger ku bixwazî welatekî bi xwe ra girêbidî hişê wî ji wî bigire.
Dîrok hişê netewan e, hiş ku jê hatibe girtin gêj e. Gêj nikarin rê bigirin û herin, timî li dor xwe tên û diherin. Siyaset bi tecrubeyên dîrokê pêşerojê dide avakirin.
Kurd?
Ne min got haya wan ne ji wan û ne jî ji dîroka sedsalan heye, mixabin. Ku hebûya di vî halî da nediman. Bi vî aqilî tu kes îflah nebûye ku kurd jî bibin.’
Gelo qey pozê me neşewitiye ku em nebûne em. Pirr û pirr şewitiye, lê… Werhasil, meriv dikare bibêje ku ev hêviya ku siyaset dikare bide ma ji sal û zemanekê din ra, pîrê nemire bihar tê…
Kerkuk dilê Kurdîstanê bû, ji destan filitî û çû, bû qurbaniya Talabaniyan. Xiyanetê lêxist, lê xirab lêxist.
Şengal, ronahiya herdu çavên me bû û Heyder Şaşo, şaşbû û tê da rî…
Efrîna rengîn li ber pêla Romiyan ket û bû Qurbana kantonîzmê. Ne bine bibe û ne jî bi tevra bike.
Neyarê bav û kalan ne dostê lawan e. Neyar e tu yê çi bibêjî dike. Êş di hundir da ye, xiyanet. Îhsan Nurî Paşa, dibêje: ”Kurd ku ji hev ra ne xayîn bin, bi neyarên xwe ra ne tekildar bin, pişta wan tu car nayê erdê…”
Bar e û barê me kurdan jî barekî gran û rêka me jî dûr û dûr e…