Mirovê rast ew e ku li ser esl û esasê xwe disekine
Ji alikî va ba û bahoz û ji alîkî va jî lêkiribû lepe lepe berf dibarî û pera jî li ba dikir. Dar û ber, kevir û zinarên Çemê Zoro di xewa şîrîn da û bilî zûrîna gur û vavikan, wek din jî bêdengîbû. Gotin e, berxên nêr ji bo kêr. Ji rojan rojekî dijwar û xwînî li pey xwe hîştibûn û di pey ra jî derbasê vê şikeftê bûbûn, li ber tîna egirî hevnişîbûn.
Helbet, dema ku mirov li gel hev be, babet jî heye û axaftin jî. Ji xwe ra qederekê axifîbûn û di pey ra jî ji xem û qisawetên xwe parikî dûr bibûn. Babet e û babet jî nîne bi yek rengî be.
Babeta xwe ya şevê jî li ser jiyana Mîrê Zirav, helwest, kar û barên wî yên rojane danîbûn û axifîbûn. Pirs ji lehengan û bersiv jî ji Serdar Xeto hatibû. Ji lehengan yê ku ji dil û can guh nedabe bersiv, axaftin û şiroveyên wî nebû. Suhbet e û gotin her bi gotinan dikewe, reng digire û pêda pêda germ û şirîn dibe.
Belê, axaftin e û qet nayê zanîn. Car heye di tama xwe da wek şîr û şekir û car jî heye tu dibêjî qey jahra marê reş e.
Ax, de Serdar Xeto ye! Di dawiya dawiyê da jî ji ber bêhntegiya xwe kiribû ’ax û wax, ufff û puff…!’ û bûbû sedemek ji sedemê rabûna du lehengan. Ji wan yek Navdar û yê din jî xortê êla Hesenan, Balî. Beriya ku rabibin jî Navdar, ji Serdar Xeto destûr xwestibû.
Meram e, di xwestina destûrê da jî wî weha gotibû:
“Serdar min, ez nizanim ka destûra cenabê we heye an, ne? Ku hebûye bi Balî ra dixwazim bîstekî derbikevim derva. Herweha, ji alikî va dixwazim guh bidim dengê şevê û ji alikî va jî li dorhêlê çav bigerînim ka qet çi heye çi tuneye.
Dizanim derva him sar û him jî berfbarane. Ax, de bila be, ne xem e. Ne zêde, lê hima weha ji bo bîstekî ku derbikevim baş dibe. Ji xwe piştra jî em ê dîsa vegerin û werin.” Ji Serdar Xeto destûr hatibû xwestin û wî jî negotibû, na.
Negotibû na, lê gotibû:
“Belê, destûr destûra weye. Hûn dikarin herin. Herin, lê bila haya we jî ji we hebe û dereng nemînin. Hûn ê di alikî da neçin, ha. Herin, lê bi baldarî…”
Nêt û mebest e û her tişt jî nayê gotin. Çi dibe çi nabe.
Na! Navdar, ji Serdar ra ne raz û ne jî nêta xwe eşkere kiribû. Eşkere nekiribû, lê beriya ku rabibe jî ji Balî ra çavekî xwe qirpandibû. Di pey ra jî çek û silêhên xwe hildabûn û ji şikefta tarî derketibûn. Derketibûn, lê derketin jî ew derketin…
Tarî, wek xwe namîne. Namîne û piştî tariyê jî ronahî ye…
Rûpelek ji romana min, „Yar û Mirad“ê…