Mîrê daristanê Şêro, Çarsim Axa û Sofî
Mîrê daristanê Şêro, Çarsim Axa û Sofî
Dema weşanê: Êlûn 1, 2019, 8:55 Dîtin: 438

Dibêjin hebûye tunebûye li daristanê şêr û di xizmeta wî da jî rovîyek hebûye. Şêro, tu û bikeve vî halî. Ji birçîyan qidûmşikestî bûye, ne dikare rabe û ne jî dikare di cîhê xwe da bilive. Ê de birçitî yê, heyran. Dema ku li serî dide jî ne hal dihêle û ne jî deyax. Wek çawa Kekê Ikram Oğuz dibêje, ’jana can dide ziman…’

Di wê hengamê da li xizmetkarê xwe sofî vedegere û dibêje:

“Kuro, teresbav ma tu nabînî ez birçî me, serda jî bêhal û bê mecal im. De rabe, lawo! Rabe, here û çi dikî bike ji min ra xwarinê peyda bike û bîne. De rabe, kuro! Ger ku tu ranebî ez radibim û di rabûnê da jî bi guhê te va digirim û te parçe parçe dikim, bê namûs…”

Bi zikê xwe va dikigire û xwe bixwe jî wiha dibêje:

“Delîl dayîka min şêrî, delîl. Eha, çi bûm û ketim çi halî…”

Dibîne sofî hê tere û tê, ne xema wî ye. Dengê xwe bilind dike û dibêje:

“Lawo, de here teres…! Ka hela bibêje tu li benda çi yî û çima narî? ”

Werhasil, rovî berê xwe dide newalê, Newala Pûngê û tere. Pirr û hindik rê digire û dibîne di newalê da li ber avê, di wê hêşinayîyê da kerek diçêre. Tilorên wî goşt girtiye û ji qelewa wî ra jî gotin nîne ku meriv bike. Ê de dema ku heyran heyran jî li merîyan mêzê dike meriv dibêje qey siltanek ji siltanê wî warî ye. Rovî, bi ken û henekan nêzî dibe û dibeje:

“Weyyy, weyyy, weyyy ez kî dibinîm kî…! Hela tu were min û vê rindî û vê bedewîyê yê. Lo, Çarsim Axa! Ka hela bibêje tu qet çawa yî, halê te ehwalê te…? Ez hêvî dikim ku tu yê baş û rehet bî…”

Çarsim Axa, ji gotinên rovî mest û mestane ye û bi hatina wî jî gelek û gelek kêfxweş e. Melûl melûl li sofî mêze dike û dibêje:

“Bi te xêr e? Ji kû tê û wiha dixwazî ber bi kû herî, Sofî bira …?”

Rovî, lêvedigerîne û dibêje:

“Çarsim Axa, ev bûye çendekî Mîrê daristanê Şêro, ji hal ketîye û pirr û pirr jî nexweş e. Hatim û dixwazim jê ra hinek pûnga ber avê berhev bikim û bibim. Ha…! Nizanim gelo ka haya te ji nexweşîya wî heye an, na? Li van çol û çîyan tu lawirek nema ku neyên hal û ehwalê wî nepirsin û jê ra şêfa xêrê nexwazin. Lê ez dibînim qet ne xema te ye. Bi serê heft bavê xwe sond dixwim ku bibîhîze tu nehatîyî ewê pirr û pirr hêrs bibe. Tu bi ya min dikî berê xwe bide wî, here silavekî lêbike û bila dilê wî ji te nemîne…”

Çarsim Axa, bi tirs û xofek li rovî vedigerîne û dibêjê:

“Gelo îca ji boyê min ne metirsî ye? Ditirsim, heyran. Çi zanim bela ku hat, tê…”

Sofî, bi gotinên wî dikene û bi Tirkî wiha dibêje:

“Korkma kardeş, korkma. Îyî şeyler olacak. (Netirse birako, netirse. Her tişt ber bi rindîyê diçe) Ez li cem te me û bi te ra me. Cihê ku ez lêbûme metirsî nîne. Na, na! Qet ne bitirse û ne jî jê bikeve şikê. Hema bide pey min û em bi hev ra herin…”

Werhasil, dixapîne, dide pêş û dibe cem şêr. Şêr, çawa kerê nêr dibîne hema dixwaze bide ber lepan û di carekê da bixwe. Jiber wê tirsa şêr kerê nêr, çirtikan dide xwe û berê xwe dide newalê.

Şêr, li rovî vedigere û dibêje:

“Ew çi bû, çima wî kerê kurê keran wiha kir û revîya?”

Rovî, lêvedigerîne û dibêje:

“Mîrê min, îca yê te jî îşê aqilan e. Te pirr ecele kir, pirr. Eha, lewma jî ji te tirsîya û revîya. Feqîrê min çi bike? Kî hebe direve. Xwezî te wî bidaya ser çokên xwe û jê hez bikra, misd bidaya û di guhê wî da gotinek xweş bikira û dû ra jî…”

Şêr, lê vedigerîne û dibêje:

“Lawo, zêde neke bilabila. Çer dikî bike, here carekê din bide pêşîya xwe û wî kerî ji min ra bîne.”

Rovî, dide rê û tere. Dibîne dîsa li cîhê berê û jixwe ra diçêre. Vedigere wî û dibêje:

“Weyyy, mal mîrat! Çi bû? Hema bi carekê te çirtik da xwe û revîya yî. Nêta wî ne xirab û dixwest ji te hez bike. Piştî hatina te jî li cokên xwe xist, ax û wax kir. Tu ji Xwedê bawer bike herdu çavên wî bibûn wek kanî û dibarîn. Wax wax wax. Bi hatina te ez jî xemgîn bûm…”

Werhasil, bi fend û fîtên xwe dixapîne û bixwe ra digire digire û tîne.

Şêr dibîne ker hat, dikene. Dibêje:

“Weyyy, tu ser serê min û ser herdu çavên min ra hatîyî, Çarsim Axa. De kerem bike were ser çokên xalê xwe, xalê te bi qurbana te…” Dide ser çokên xwe û serê wî misdide û jê ra gotinên xweş dike. Piştî demekê dide ber lepan û serê wî di ortê da kerî kerî dike û diperçiqîne. Li sofî vedigere û dibêje:

“Yekem tu mejîyê wî bide min û ez dixwazim ji mejî dest pê bikim.”

Rovî, hestiyek duşeqî dide şêr û dibêje:

“Fermo, mîrê min”

Şêr, hestîyê ku girtiye dişikênîne û dibîne vala ye, dibêje:

“Lawo, te got mejî di vê hestîyê da ye. Ka mêjî?”

Rovî, bersiva şêr dide û dibêje:

“Ger ku hiş û aqil, mejîyê wî hebûya ne dida rê û ne jî dihat û derdiket huzura te…“