Min deng da, lê ji halê min ra sandiq giriya…!
Min deng da, lê ji halê min ra sandiq giriya…!
Dema weşanê: Hêzîran 24, 2018, 9:02 Dîtin: 442

’Delaliyê!
Min çi gotiye dilê te ji min maye,
Bi awirê çavan birînekê kûr li ser cegera min veda ye !!!’

Zeriyên gundê me li ser kanika berderî kom bûbûn, bi ken û henek û laqirdiyên xwe bûn. Ka îca ji wan kê nebû ku li ser deng û rengê xwe bi dengekî zîz û zelal neaxife. Helê(Helîmcan), di temenê xwe da mezinê tevan bû. Dengê wê wek yê şalûl û bilbilan û ciwanika delal, tene bi tene axifî.

Got:

“Gelî dilberan!

Ji hilbijartinan hilbijartinek hat û derbas bû. Wele, îro çûm ser sandiqê û min dengê xwe da. Min dengê xwe da, Xêrnedî. Erê, meraq e û dixwazim ji we jî bipirsim. Gelo ka we dîlberan dengê xwe da kî…?”

Qirşokê, bı kefıka destek xwe biskên xwe da alikî û wer axifî.

Got:

“Deng e, nedî nabe. Min deng da, lê min bi gurpegurpa dil da. Min dengê xwe da Boxê. Min deng da wî, ji berk u ew dikare hêvî bide. Boxeyê ku min deng da bi qiwet û ezmûnî ye. Sitûna pêşeroja min û xortekî esmer û bi bejin û bal e. Ew, evîna vî dilî û hebûnek ji hebûna min e. Îca ezê dengê xwe nedim wî bidim kî?”

Dilzîzê, li pey wê axaftina xwe kir û got:

“Qîzê Helê, îca meriv dengê xwe dide Xêrnedî? Meriv bide bide dide, Ebadî. Dide Êxte, lê nade Xêrnedî. Me ji xêrnedî çi xêr dîtiye ku tu diherî didî wî…Min dengê xwe da ’Mihê, Ortak Wetancî.”Ji ber ku mêrik xweş û xweş dikare teqle li ser teqleyan biavêje, dikare çiv bide xwe  û here were. Ser da jî pirr û pirr baş dizane girarê bi kevçiya şimşat bixwe, rabe û rûne.

Mîhê Ortak Vatancî, bi dengekî bilind dikare sonda qesemê bixwîne û li ser telaq û jinberdanê sond bixwe. Dema dibêje şeref û namûs por li serê merivan gij dibe û dilê meriyan wek yê çûçikan lêdide. Eha, ji ber wê yekê jî serê sibê rabûm min pel û potên qutnî li bejin û bala xwe kir, pora xwe şekir, temeziyên rengîn li dor enika xwe girêda û di pey ra jî wek xwezalan li ser herdu lingên xwe reqisîm min çû deng da Mihê û vegeriyam. Ax, Mihê agir bi mala te neketo! Tu hatî gund û te ji me deng xwest, lê min rebenê ne tasek dew da te û ne jî  min karî ezê îskanek çay bidim ber te. Ax û ax…!”

Axaftin e, axaftin jî dor bi dor û ne bi dare zor e. Îca qîza Ehmoyê Hotî Lêlê, li ser deng û reng axifî û gotina ku dixwest bike, kir. Bi dengekî xas û nas bû. Fistanek golgolî li bejin û balê û ji ciftexas bû. Axifî, lê xweş axifî.  Axaftina wê ji dil û can bû. Axafî, lê wek çawa Ava Muradê pêl bide xwe bi wî awayî axifî. Çima neaxife û çima dîtinên xwe nebêje. Lêlê, ku biaxife meriv guh need, dibe?

Got:

“Gelî delal û dilberên vî welatî! Min ji kul û kesera vî dilî guh da we. Helê, deng daye Xêrnedî. Qirşê daye, Boxe. Dilzîzê jî, çûye daye Mihê. Weyyy la li min rebenê, min porkûrê. Çil sal e ku Xêrnedî, rê li ber me girtiye û naxwaze em bi miradê xwe şa bin. Heft hezar gundê me hilweşiya û bu kavil û kolxane. Bi hezaran kurd hatin kuştin, lê nayê bîra kesî. Halê Zimanê Kurdî jî li ber çavan e, û ne hewceyê gotinê ye. Êş e, lê çer êş…! Qîzê Helê! Ez heft şev û heft rojan qise bikim û bibêjim jî dîsa ez nikarim vê tûrikê bi kul û derdan dagirtî vala bikim. Aqilê sivik bare giran e. Min guh da Qirşika Vîtvîtanî jî. Wê jî berê xwe daye sandiqê û çûye deng daye, Boxe. Ax, de dil e. Dil jî ji kê hezbike ew paşa ye…” Dû ra çavên xwe li Qirşoka Vîtvîtanî girt û wer axifî.

Got:

“Qîzê Qirşik, xweliya Emeran û heft newalanli serê te! Ka bibêje te çima deng da, Boxe?”

Erê, jê pirsî, lê li benda bersiva wê nema û vegeriya axaftian xwe.

Got:

“Ev bûye sed sal e ku hûn diherin ser sandiqan û deng didin. Ka ji we kî dikare bibêje. Gelo ka heta niha we çi bi navê me belengazên Koleîstanê bi dest xistiye…? Hûn bibêjîn ku ez jî bikaribim heq bidim we. Ma hûn nizanin ku Rom xayîn e û bextê Romiyan nîne. Qey hûn nizanin ku li gel romiyan ne dîn û ne îman e? Ma hûn nizanin ku Romî her bi dek û dolap û lîztikên xwe ne. Gelo ka hûn çawa baweriya xwe bi Romiyan û Meclîs î Mebûsan tînin? Erê, çima? Dema ku hilbijartin tê yek dibêje, ji aliyê dê va ez jî Kurd im. Yek dibêje xaltîka min jî di wext û zemanekî da bi melê gundê we ra zewicî bû û ez jî kurd im. Yek dibêje, bi esil û feslê xwe ji welatê winda me û paşê jî li ber pêlê ketime û heliya me. Firq nake ha em Tirk û ha Kurd bûne. Di encamê da em birayê hev û Tirk in.  Yek jî dibêje, qet firq nake, lo.

Sala par mozikek me di nav garana we da, di mêrg û zeviyên we da çêriyaye. Û yek jî dibêje, ger ku tu li koka min mêze bikî koka me digihije 7 bavan û bavê minê heftan jî bi esil û fesilê xwe Kurd e.

Çiroka me kûr û  dûr e, jê ra  jî ne taqet û ne hedûr e. Na, min ne dengê xwe da ’Ortak Wetanciyan’û ne jî min xwest ezê bidim Meclîs î Mebûsan. Ji min ra çi? Min ku hezkiriye ji axa bav û kalên xwe dixwaze kar, dixwaze zirar.

Min ku hezkiriye ji dîrok, ziman û helwesta bav û kalên xwe dixwaze kar, dixwaze zirar. Min deng neda û nadim jî. De bi xatirê we…”Gotina xwe bidumahîk kir, elba avê bi hêrsek rakir û berê xwe da mal. Ji ser kanika ber malan dûr bû, lê guhê wê li axaftinên wan kezîzeran bû. Qirşokê digot, Boxe. Helê digot, Xêrnedî û Dilzîzê jî digot, xwezî min dengê xwe nedaya Mihê.