Li Koleistanê kole, ji halê xwe razîbûn
Li Koleistanê kole, ji halê xwe razîbûn
Dema weşanê: Gelarêzan 4, 2018, 2:08 Dîtin: 491

Koleyên koleîstanê li hev civiyabûn. Ne bi zimanê xwe, lê bi zimanê koledaran dest bi axaftinên xwe kiribûn û li ser babeta ku danîbûn, diaxifin.

Ji koleyan Hesoyê Reşik, mafê axaftinê girt û got:

“Hûn bi Xwedê dikin, bi Îsa, Musa, Mihemmed dikin ji min ra nebêjin tu kole yî. Ez ne kole, lê şerîatxwazim û ji vê halê xwe jî pirr û pirr razî me û dibêjim, bila Xwedê me ji ometa Mihemmed bêpar neke. Na, ji min evdalî ra carekê din nebêjin tu kole yî. Ji ber ku ez ne kole me.”

Rêvebirê parsû qalin, di ereniyê da serê xwe hejand û mafê axaftinê da Eloyê Pêxwas.

Elî, yekem bi pêşgîra sor û sipî pozê xwe paqij kir û dest bi axaftinê kir.

Got:

“Hevalno, ez jî ne kole me. Ev bûye demekê ye ku ez vê gotinê dibîhîzim. Gotin bêmirad e. Ji ber ku vê gotinê ne ji xwe mirad girtiye û ne jî ber girtiye. Dar ku bêmirad be, ne şîn dibe û ne ji digihîje ezmanan.

Min guhdariya birayê Reşik kir. Dimoqrasiye û her kes dikare rengê xwe eşkere bike û bibêje. Ji me kes hene wek birayê Reşik reş û kes jî hene wek min sor rengî ne. Ez sosyalist im û ne kole me. Sosyalîst im, ji ber ku kedkar im. Heta ku ez vê xaniyê çênekim kesek nikare tê da rûne. Welat, al, ziman, ax û wax ne girîng e. Heta pro azad nebin, Ala Sor hilnedin ji me ra jiyan heram e. Çi firq dike ha em Kurd bûne ha Tirk. Ha Ereb bûne ha Kurd. Ha Ecem bûne ha em bi navê xwe ne em bûne. Îlkel, tirşikçî ji me ra dibêjin hûn kole ne. Na, em ne kole, lê em li pey biratiya gelan û gel bira ne…”

Dirêj û dirêj axifî. Rêvebirê civînê yekî Simbêlboq û pirçikin bû. Serê xwe di erêniyê da hejand û penûsa di destên xwe da girtibû li ser masê danî û mafê axftinê da yekî kamkinik.

Camêrê kamkinik, yekî zerik bû.

Got:

“Erê, min guhdariya herdu camêran jî kir. Ji wan yek şerîatxwaz û yek jî sosyalîst e. Ser çavan ra û wek min herdu jî ne kole ne.

Bi Tirkan ra dijîm û bextewar im. Bi Ereban ra dijîm û pirr xweşhal im. Bi Bi Eceman ra dijîm kêfxweş û ne hejar im.

Elhemdullîahî saya serê van dewletan bi sê zimanan dizanim; Erebî, Tirkî û Farisî. Na, bi Kurdî nizanim û ne girînge jî. Li Koleîstanê girîng ew e ku meriv bi van hersî zimanan bikaribe binivise, biaxife û xewnan bibîne.

Bi herdu hevalan ra hemfikirim, em ne kole ne. Ji min ra dibêjin ’Orta Yolcî’. Na, ne tirşikçî, ne kole û ne jî ’Orta Yolcî’me. Ez, ez im û ez jî ne kole me.”

Rêvebirê civînê, bi peşgîra hevalê xwe pozê xwe paqij kir û got:

“Hevalno, em hatine dawiya babetê. Di encamê da min guhdariya we kir û dikarim bibêjim, babeta me bi serkeftî derbasbûye. Di vê warî da ez jî bi we ra me û dibêjim li Koleîstanê em ne kole ne.

Yek: Al ji paç û ne giring e.

Du: Helwest tiştekî pûç, vik û vala û ne bi wate ye.

Sê: Ziman tiştekî ne hewqasî balkêş e ku emê li ser biaxifin. Meriv ku bixwaze dikare bi her zimanî tekilî dayne û biaxife. Di vê civînê da jî we dît; me tevan bi Zimanê Tirkî axaftin kir û herkes ji herkesî memnûn e.

Feûlun mefaûlun feûlûn…

We famkiriye ez çi dibêjim.

Çar: Bi çarekoşeyî dibêjim, ger ku di axftinên min da şaşitiyek hebûye bila Xwedê belayê min bide. Dibêjin her aj li ser koka xwe şîn dibe. Derew e, meriv dikare li ser koka dara biyê aşî jî bigire. Di encamê da dîroka her kesî dîroka me û diroka me jî babokê Xwedê ye. Em ne kole ne û qediya.

Civîn qediyaye û hûn dikarin herin dîlanê û dilan dîlana we ye…”