Kurmê dare ku har bû, ne bavê xwe û ne jî welatê xwe nas dike
Xwedê tu xira bikî Deşta Mûşê, Deşta Hewlêr û vê Bexdayê.
Di berbangê da rabûye û her bi qareqar û zîvezîva xwe ye. Lê belê feqîrê min Tajî ne qaz, ne quling û ne baz e. Wek mare reş çawa çivê li xwe bide û bi meriyan va dabide bi wî awayî çiv li xwe da û derket koşk û seraya vê Bexdayê. Bexda tu bi wê navê xwe qet nebî.
Tenê Bexda?
Na, Şam û Tehran jî bi pê ra.
Welato, tu bişewitî ne tê da tam ma û ne jî hewes.Gotin e, Şam şekir û welat şêrîntir e, lê Bexda ji welatê qedîm şêrîntir derket. Tu yê werî çi bikî ku carekê li ser vê axê mixanetî, neyarî û xiyanetê aj û şax daye û dawî jî lênaye, lêbînî.
Xwezî ji xêra Xwedê ra ya bila Mîrê Zirav, ya Ferzendeyê Silêmanê Ehmed û ya jî qertalê Çiyayê Agirî Îhsan Nurî Paşayê Bedlîsê bihata vê gazî û vê hawarê. Nizanim gelo ka çima Keremê Qol Axasî ne xuyaye? Ger ku xweş bûya qey berê xwe nedida vê Bexdayê. Helwest û mêrxasî ye, helbet dida. Elî Can jî ku xweş bûya wî jî nedigot, na. Berê xwe dida Bexdayê û bi ser neyarê xwe ra digirt.
Meriv dema ku berê xwe dide salên 1920an Qaso dibîne, Qasoyê Temîran. Dû ra? Dû ra jî ka kê bi wê ixaneta xwe nayê ber çavên meriyan ku merî nebîne. Gaxo, Rayber, Qaso, Heso û Meso…
Delîl dayîkan kurdan, delîl. Niha jî Tajî, Gapîr, cewrikên reşik li hev civiyan e û ewê emanê bidin nîne.
Berê xwe didim Diyarbekirê mêrxasê hêja, rewsenbîr, siyasetmedar DR. Fûad û Bavê Tujo bi wê ezameta xwe tên bîra min. Dibêjim ka rewşenbiriya vî welatî li kû ye, çima bi ewqasî kor û xwe nabîne.
Hela tu were min û vê belayê.
Dibêjê: ”Li min ferz û ji min ra jî wezîfe ye ku ezê li Iraqê xwedî derbikevim. Yekîtiya Iraqê nayê perçekirin û ezê rênedim vê yeke…”
Belê, yekitiya Tirkan, Ereb û Eceman li me gişkan ferzbûye û nabe were perçekorin. Na, qet dibe!? Dizanim siyaset mirî û hêviya ku bide jî nîne û nemaye. Ya herî baş ewe ku meriv ji xwe ra timî berê xwe bide salên 1920an û qehremanên vî welatî bi yad bike.
Qebra wan jî nîne meriv ji çiya û baniyên welatê xwe gulek bigire û here li ser gora wan dane. Çi êş çi êş…! Ew canê xwe ji bo vî welatî didin, lê qebra wan nîne û winda ye.
Di vê babetê da meriv diweste. Na, qet ne dixwaze binivise û ne jî bifikire. Lê ji vê babetê ra kilama herî xweş jî qimil e.
Hat qimil e, yar qimil e
çer genim xwar, ma sumul e
Qimil hatî qimil hur e
Li ser genim buye lur e
Qimil hate ji Rihayê
Berê xwe da vê Bexdayê
De here ku tu qimil î…
Têbinî: Keçika Êzdî Nadiyayê, xelata Nobelê girtiye. Ne xelat, ne zêr û zîv, ne pere û pol, ne jî malê dinê êşa dilê dayîkên kurdan vedimirîne. Ew êş her wek êş dimîne. Çi wextê welatê wan azad bû, belkî belkî ew êş namîne.