Hêdî biajoyê sîwaro, birîndar im
Hêdî biajoyê sîwaro, birîndar im
Dema weşanê: Adar 4, 2018, 8:36 Dîtin: 518

Îro çûm qehwexaneya Tirk û Kurdan. Kurdên ku bûne Tirk, bi Tirkan ra radibin û rûdinin. Kurdên ku haya wan ji dîroka wan nine û heliyan e. Kurdên ku nikarin bi zimanê xwe tekilî danin û biaxifin. Kurdên ku di navbeyna du giran da mane û haya wan ji wan nine.

Kalo nemire bihar tê, kero nemire kivar tê.

Carekê hatiye bîra min nebêjim qet nabe. Xalê Îkram jî, li benda nivîsa min e.

Ez qet nizanim gelo ka kê bi vê çîrokê nizane…?

Çîrok, çîroka bav û kalan e û naxwazim dirêj û dirêj bikim û bikim wek çorosa Hemê Elî…

Bi esl û feslê xwe ev çîrok, çîroka me bi xwe ye. Di zarokatiya xwe da min guh dabû û ne ji bîra min çû û ne jî yê biçe. Heke ku ez ê nebêjim û nenivisim îşev xewa min direve.

Destpêka çîrokan e, hebûye tunebûye (…) hebûye.

Ji qijikan qijikek reş hebûye. Qijika(qirik) reş, per û baskên xwe vedike û ji refê xwe dûr dihere.

Erê, her çiqas hatibe gotin; her teyr bi refê xwe ra difire, lê qijik ji refê xwe aciz e.

Werhasil, rê digire û dihere.

Pir û hindik êdî Xwedê dizane. Ez bibêjim di deh rojan da çûye û tu jî bibêje: Na, heyran! Na, çi deh roj, di heft rojan da…

Di encamê da gihiştiye cihê ku xweştiye lê be, li wir e. Qijika me li ser zinarekî bilind per dide hev û li dorhêla xwe mêzedike û bistekî ji xwe ra radiweste.

Piştî demekê ye îja ew ê çi bîbîne baş e, ji kevokan kevokekî/ê perspî. Agir bi mala te neketê kevok, rindî dibe lê ewqasî rîndî jî ne hatiye dîtin û ne jî bihîztin.

Reng bibêjî çîlspî, deng bibêjî wek qedîfe û ji xwe ji hatin û çûyîn û meşmeşa wî/wê ra jî gotin nîne tu yê bikî.

Hiş û aqil ji serî diçe û berê xwe dide dûkana Hesoyê boyaxçî, bi rengê spî xwe di boyaxê da dihêle û dîsa vedigere û tê, tê û li du kevokê disekine, dest bi teqlîta deng û çûyîna kevokê dike.

Kevok vedigere qijika reş û dibêje:

“Heyran bi te xêr e? Ev çi ye te daye pê min tu tê û diherî?”

Qijik:

“Ez dixwazim wek te bim; bi reng û deng û meşa te…”

Kevok, dikene û dibêje:

“Na heyran, na! Tu bi reng û deng û meşa xwe delalî. Nebe wek min, lê wek xwe bimîne. Tu bi hebûna xwe rind û xweş û pakî. Ne hewceye ku tu yê wek min bî. Jiber ku her kes wek xwe delal û pak e. Bimîne wek xwe û ji xwe aciz nebe…”

Dawiya çîrokan e. Çîroka me li vir qedîya, rehma Xwedê li miriyê we guhdar û xwendevanan.

Êşa me êşa salan e. Em miletekî dadwerin, lê me ji xwe tu miradek negirtiye.

Em bûne her tişt, lê em nebûne em. Em bûne Elewî, Êzdî, Misilman, qominîst, brayê gelan û hwd.

Em nebûne em.

Ziman li me winda, helwest winda, rê û dirb di tariyê da ew jî winda û winda…

Dirok hafizaya netewan e.

Miletên ku haya wan ji dîroka wan nîne, gêj in. Wek kavirê gêj li dora xwe tên û diherin û di encamê da jî nikarin rê bigirin.

Me tu rê negirtiye û bi vî aqilî jî sed salên din bi ser ra derbas be, dîsa em nikarin rê bigirin.

Hal û ehwalê me kurdan ev e, Mîrê min.

Her aj li ser koka xwe şîn dibe, lê em…?

Em jî siwarê hespê xelkê û ne siwarê hespê xwe ne.

04.03.2018