Du nav û du kes: Yek ji me û yek ji wan e…!
Du nav û du kes: Yek ji me û yek ji wan e…!
Dema weşanê: Êlûn 28, 2016, 8:03 Dîtin: 527

xalit begGer ku hûn ji Tirkekî bipirsin û bibêjin, Mistefa Kemal kê ye?
Ew bi kêfxweşî û bi serbilindî bersiva pirsa we didin û di bersiva xwe da jî ji we ra wiha dibêjin:
– Mistefal Kemal, bav û kal e. Ew, deha ye. Ew, hebûna me û ji me ra rûmet û serbilindî ye.
-Ji bo her evdê xwedê Xwedê çi be, Mistefa Kemal jî ji bo me ew e.
( Na! Ne tenê Tirk, lê Ayselê jî, û serokê me jî pesnê Mistefa dan û xwe jî lewitandin. Tabura çepên Tirkan û murîden dema me jî di derheqê Mistefa da heta îro gotinek xirab nekirine û nakin jî.…”
– Her peyxamberek ji bo omeda xwe çibe, Mistefa Kemal jî bo me Tirkan ew e.
-Mistefa hebûn e, wefa ye, sîmge ye û hwd.

Belê, Mistefa Kemal ji bo Tirkan tiştekî wiha ye, û nuha jî li Enitqebrê bi defnkirî û navnişana wî jî ne winda ye.

Gelî camêr û ciwanikên Kurd!

Di dema wî da camêrekî hebû.

Wî camêrî, ji bo azadiya welatê xwe, hem mal û milkê xwe, hem jî canê xwe fêda kir. Ne mezela wî heye, û ne jî Kurdên xwefiroş dixwazin qala wî navî bikin. Gelo qey xwefiroşên me nenasî wî navî ne?

Çawa, bêguman nas dikin. Nas dikin, lê belê ebeden naxwazin qalê bikin. Qalê nakin, jiber ku qalîkirina navê wî mirina kalikê wan e. Dema kalikê wan xulam û xizmetkar û li ber deriyan gavan û şivan bû, camêrê ku em qalê dikin kelemê çavê neyaran bû.
Mistefayê Selanikê ji bo Tirkan çi be, navê ku ez qalê dikim jî, ji bo me Kurdan bi navê xwe navekî pîroz e.

Bi firqek: Yek navê dagirkerî û tawanbarî û tunekirinê ye, navê din jî bi esalet û rûmeta xwe simgeya miletê bindest û evîndarê ax û azadiyê ye.

Na! Ne mezela wî kifş e, û ne jî kesekî dikare bi gulek berê xwe bide gora wî û li ber wî bi rêz û giranîya xwe serê xwe li ber xwe bitewîne.

Herduyan jî di Herbiyêyê da bi hev ra xwendiye. Mistefayê Selanikê, salekî ji wî mezintir e, lê camêrê birûmet jî, sê salan beriya wî dibistanê biserkeftî diqedîne.

Mistefa, navê qirkirinê ye.

Lê ew jî navê azadî û serxwebûnê ye. Serxwebûna me Kurdan.

Ger ku tu wî ji Kurdên xwefiroş bipirsî ew di bersivê didin û wiha dibejin:
-Ew, feodal bû.
-Na, na! Ew, axa bû.
-Na, lo! Ew, bi dîn û îman û bi oldaran ra radibû û rûdinişt.
-Na! Ew jî ne rast û ew, paşverûyekî bû.
-’Na, lo! We kêm got û Fileyên vî welatî bi şûrê wî qir bû û wî kok li Ermeniyan anî…( R. Maraşli)

Belê, ev bersiv bersiva xwefiroş û ixanetçiyên wealtê me ne.

Ger ku tu ji lêkolîner Olson bipirsî, ew jî di bersiva xwe da wiha dibêje:
“Ji mekteb-î Hemdiye 25 xwendevanên Kurd mezûn bûne. Ji wan xwendevanan 11 kesan daw û doza Kurdîstanê şopandine û ji wan qehremanan yê herî navdar jî ew bixwe ye…”

Çaxa tu li arşîvên Urisan mêze bikî û bixwînî, di derheqê wî da gotina herî xas dibînî û ew bêbextiyê li navê qehremanên me nakin.

Gotin ji arşivê ye:
“Ew merivekî pirr û pirr zana ye. Di warê leşkeriyê da merivekî pispor û deha ye. Di nav Kurdan da yê herî dîrokzan ev camêr bixwe ye. Bi heft zimanan dizane û wek zimanê xwe bi kar tîne. Li ser zimanê Kurdî jî dixebite û ji xwe ra wek karekî pîroz dibîne. Ji siyasetê fêm dike û siyasetvan e…û û…”

Ger ku tu çav li pirtûkên emsalên wî bigerînî ew jî Birîtûs dikujin, lê mafê Birîtûsî jî didin. Ji wan yek M. Xalid Firad e, û di dema wî da ji Tirkan ra milîsî kiriye.
Ew jî wiha qala wî camêrî dike:
“Di vê sed sal a me da kesek wek wî ne hatiye û ne jî wê were. Di warê ehlaq, seknan û duristiya wî da ji ser wî ra kesek, nîne”

Kortom: Yê her kesî mezîyetek wî heye. Li ser vî camêrî birûmet jî her kesî gotina xwe kiriye.

Bi esalet û maqulî û navê xwe yê giran camêrê qalê dikim:

XALİD BEGÊ CİBİRÎ bi xwe ye.

27-9-2016
W. Sebrî