Di nîvê rê da, Rêwî…
Di nîvê rê da, Rêwî…
Min dest bi Romana Rêwî kiribû û hatime nîvê rê..
Bi Rêwî ra bûm rêwiyek ji rêwîyên rê û dirban.
Min bi Rêwî ra berê xwe da gundan û di bîranînên borî da hatim û çûm. Belê, bîranînên ku ji jiyana kesirî didin pey te û te rehet nahêlin.
Roman ew e ku dema te xwend, te bi xwe ra bigire û berê te bide çiya û baniyan, zozan bi zozan bigire û bigerine. Gelo ka îja ev bes e.
Na, ne bes û divê di zimanê xwe da jî xweş û bi hewes be. Min di Romana Rewî da ev xweşî û dewlemendiya zimanî dît. Ger ku zimanê Romanê xweş û bedew bûye te digire û pêl bi pêl digire û bi xwe ra dibe.
Kek Ikram, di qelema xwe da xurt, di babeta xwe da wek siwarê hespê kihêl e. Nivîs herikbar, dilê mirovan germ dike û bi wî awayî berê mirovan dide gundek ji gundên Tatosê. Roman dilsoz e, Roman ji derewan dûr û rastiyek ji rastiya welatê xwe ye.
Roman, xal bi xal berê te dide kûrahiya dil, tînê û dibe. Geh li himber zilm û zordarî serî hildide, geh bêçare û bêdeng e.
Ziman hebûn e, lê roj bi roj wek berfa belanî dihele.
Roman, di qumaşê xwe da xas û ji hizr û ramanên nivîskar reng digire. Werhasil, dikarim bi rehetî bibêjim ku Kek Ikram, mîrê peyvên Zimanê Kurdî û hostayê hevokan e. Zimanekî zelal, hestewar û xeşik di Romanê da derdikeve pêş û dibêjim mala te ava.
Meriv çawa bi devgema hespî va bigire û berê xwe bide zozanan bi wî awayî min bi Rêwî ra berê xwe daye newal û neqeban, di nivê rê da me û Konê Bavê Lalo, hê ne xuyaye. Tam û kêfa ku min ji Romana Rêwî girt, nayê gotin.
Bi taybetî ziman û dewlemendiya xwe, hevok û xwediyê xwe, Rêwî û helwesta xwe wek ava Çemê Muradê bi leme lem e.
Asê, li ber çem rûniştiye û li benda Hesenîkê xwe ye. Romana Rewî jî hê li benda xwendina min û min xwest bi we ra hestê xwe, nêrîna xwe û kêfa xwe bi we ra parva bikim.
Min Tatos nedîtiye, lê di Romanê da Tatos, ji bo min Gimgim e, Xinûs, Tekman û Şûşar e…
Dibêjim mala te ava û tu bi wê penûsa destên xwe her û her hebî, Kek Ikram.
Rêz û silav ji, Welî Sebrî