Deyndarî zor e û deynê xwe bide…
Berê xwe dabû vî warî û ji rêyek dûr û dirêj hatibû. Li ber kaniya binê malan ji hespê xwe pêya bû. Di xwedanê da bibû av.
Di temenê xwe da 40 salî û çil teqle avetibû û ketibû vî halî. Bi simbêlek dirêj û badayî û di balê da jî yekî esmer bû.
Piştî demekê ji cîhê xwe rabû û li ber çirêkê destê xwe vekir û xwest ji kanîyê avê vexwe. Kanî hêrs bû û got:
„Bes e, lawo. Bes e, tu deyndar î û deynê xwe bide. Te ji kalikê xwe qet nebihîst, digot; ‚bi qasî avê ezîz bî.’
Ez ezîz im û tu jî deyndar î. Te bi vê hebûna min çi kir û çi nekir. Roj hat te bi tasan min girt û li canê xwe yê qilêr kir. Roj hat te got, ez tî me û te berê xwe da min û min qirm bi qirim vexwar. Te ez kirim çay û da ber xwe. Te çekên xwe bi min şûşt û paqijiya xwe bi min kir. Te min lewitand û qilêr kir. Te pezê xwe anî ser min, golika xwe bi min av da.“
Di tûrkê avê da çi ku hebûye got û bi wî ra parva kir. Got, lê bi gilî û gazin û hêrsa sal û mehan got.
Camêrê simbêlboq, destên xwe bi para va girt û îca jî lingê xwe yê gemar ber bi avê bir. Bir û di birinê da jî sol şil bû. Sol jî wek avê vegerîya wî û got:
„Hela tu were min û vî şindokî. Qet fedî nake û radibe min şil dike. Tu deyndarê min î û te hê deynê xwe nedaye, deynê xwe.
Ez ji lingê te ra bûm pêlav, qît û dirî neman bi min nekevin û min neperitînin. Xîç û kevir neman ji min nekişînin. Gîyayek nema jiber min nepelixin. Morî neman pêlê nekim. Ji min nebûya te ne rê digirt û ne jî xwe li ba dikir. Îca tu nizanî tu deyndarê hebûna min î. Lê dibînim ne qedirzanî û ne jî rûmet ma ye.
Hela tu were min û vî simbêlboqî, çawa jî ez şil kirim. Rabû şil kir û dû ra jî da ber tavê…“
Tav ji hebûna vî camêrî xeyîdî û derbasî bin ewrekî reş û tarî bû.
Got:
„Lawo, av jî, sol jî di gilî û gazinên xwe da mafdar in. Tu ne tenê deyndarê av û solan, lê tu deyndarê min î jî. Roj hat te xwe bi min gerim kir. Ji min nebûya te nedikarî dar û ber, kevir û kûç bidîta. Ji min nebûya jiyan li te dihat xezebê û tu nedibûyî. Haya te ji te nîne, lê tu deyndar î, deyndar.“
Pir got. Dît fêm nake gotina xwe birî û deng nekir. Di bin wî da ax zarîya. Dor hatibû axê, nebêje nedibû.
Got:
„Hey, Xwedêyo. Li ser min pal daye, lê nizane ku deyndarê min e. Ka bibêje îca çima tu deynê xwe nadî. Bê dîn û bê îmano heta çi wextê tu yê deyndarê min bî. Te ez rakirim û kirim zevî. Te ez kirim herî, te afat bi ser min da anî û kirim sêwî, bi min te genim rakir, kartol ajot, çewderê ku dixwî ji bereketa min e. Gilgil xenîmê te nebîyo, ew jî dîsa bi saya serê min e; xiyar ji bereketa min, gul û sosin jî dîsa ji min…Tu deyndarê min î , deynê xwe bide…“
Li ber çavên xwe çi dîtibe hatibûn ziman, deyn û deyndarîya wî ji wî ra digotin.
Av û ax, gul û sosin, roj û hîv, ba û bagêr, heta solên lingan, wek çawa orkestra deng vede bi wî awayî hatibûn zimên û ji wî deynê xwe dixwestin. Deng ku wek naxmeyên senfonîyê bi hev ra rabe îca meriv gêj nebe?
Gêj dibe, lê cer gêj. Hişê xwe wenda dike, riya xwe şaş dike û li kevir û xiçan, newal û neqeban diqelibe.
Deyndar, dengê xwe bilind kir û got:
„Ez ne deyndarê we me. Ez deyndarê hebûna xwe me. Can şêrîn e, lê bila ev cane şêrîn bi qurbana wî be.“
Deyndar, ji cîhê xwe rabû, ji terkiya hespê xwe kapek girt, ew anî û avêt guçîlê darê.
Dar xeyîdî û got:
„Par van çaxan jî tu rabûyî te guçîlê hevalê min birrî, tu dawa çi dikî?
Ka bibêje jiber vê xezeba te îca ezê berê xwe bidim kû û di kû da herim. Deyndaro, tu deyndarê min î…“
Canê şirîn deyndar bû; deyndarê teyr û tuyîran, ava çem û kaniyan, berfa gir û belanan, dar û bîyan, mêrg û zevîyan, newal û neqeban, lê ne deyndarê wî bû.