Destpêk…
Helbet, deng jî balav dibe û gotin jî. Çawa belav nebe…?
Xalê min ku ji min ra bibêje: ”De kerem bike. Kerem bike û derbasê vê goşeyê bibe…”
Eha, ya ku tê serê min jî, tê… Xalo, ku bi vê gotina xwe jî bimîne dîsa tiştek nabe, lê de Xalo ye. Di pey ra jî heter kir û got: “Lo, de derbasê ser minderê be, weyyy. Na, na! Ne li wir û here goşe û li wir cihê xwe bigire û rûne..”
Gotin ku ev be, ne carekê, lê heft carînan tê serê te. Hatiye serê min û ez ê çawa nebêjim û qalê nekim. Xalê Îkram, ku weha bibêje qey dayîka min Cemîle, nabihîze. Ew jî dibihîze û xaltîka min jî. Dayê, dayê tu were ji taxa jor berê xwe bide taxa jêr û here li ser Kaniya Melan, ji qîz û bûkên gund ra weha weha weha bibêje.
Dayîk e û dibêje. Wê jî weha gotiye: “Wel wel wel, dibêjin Weliyê min jî bûye nivîskar. Qîzino, ka guh bidine min, guh. Dibêjin Weliyê min gotiye, qelem ji şûr tûjtirîn e. Wey bavo, tu were min û vê gotinê; qelem ji şur tûjtirin… Bavê Weliyê min ku xweşbûya wî jî heq dida. Romî ne, dayika min. Romî ne, bav di 68 saliya xwe da hat girtin û tade ya ku nema, dit. Wî dît û min rebena Xwedê ji berê xwe da bajarek ji bajarên dûr û kor. Belê, min got kor ma ne weha ye? Niha jî hun ê bibêjin çima kor…? Hat bîra min û ez ê ji we ra mesela Helîme bibêjim û ji wir dest pê bikim.
Di sala erdhejê da(1966, erdheja Gimgimê) Helîma Kovikê, berê xwe dide Gimgimê û diçe mevaniya brayê xwe. Feqîra min ji gunde Kovikê çûye û cara yekemîn e diçe Gimgimê û dibe mevanê birayê xwe, Zabût. Dixwaze ji xwe ra bîstekî bigere û bibîne. Di nav bareqeyên ku hûkmatê ji bajariyan ra çêkirîye tê û diçe, lê nikare rêya ku hatiye dozbike û vegere. Zabût, dibîne Helîme nehatiye radibe û lêdigere. Di dîtinê da jî dibêje: ’Xwengê, çi bi te hat û te nekarî tu werî. Eva bûye saetek li te digerim, mal ava” Helîma delal, bi xemgînî bersivê dide û dibêje: ”Qurban, qurban! Şeherê kor e, kor. Him mirovan dixwe û him jî rê li mirovan dibire. Geriyam, lê min nekarî rêya malê bînim. Ne ez, lê bajar bajarekî kor e…” Bajarek bicûk û Helîme tu were û li vir rê nebîne û winda bike. Helîme jî çû! Çû û gund xalî ma. Qeda li dinyayê be, dor bi dor e. Eha, rojeke dor tê me jî. Belê, ez ê werim Welîyê xwe.
Dibêjin li ser sê qesem û jinberdanê sond xwariye û dibêje ziman û ziman, wek din jî tiştekî nabêje. Dibêje ziman hebûn e, ziman ji xezna Karun birûmetir û nabe em dev ji hebûna xwe berdin. Eha, di goşê da ew ê rûne û bi qelema xwe be. Xwedê bi te ra be, lawiko. Xwedê… Qelema te tûj û rêya te jî vekirî be. Tu ji Îkramê min ra jî silavên min bibêje…”
Belê, xwendevanên hêja! Mamoste ji berdestiyê xwe ra dibêje: “Ka Ehmed, tu peyva şekir di hevokekê da bi kar bîne” Ehmed, bersivê dide û dibêje: “Mamostê delal, îro min şûşekî şîr vexwar”
Mamoste: “Hela hela, min got şekir tu dibêjî şîr. Kûro, şekir şekir. Ka şekir li ku ye? Tu şekir di hevokê da bibêje.”
Ehmed jî, dibêje: “Mamoste, şekir di şîr da bû.”
Hûnê bibêjin ka siyaset û nizanim çi û çi… Ez jî dibejim gişkî di strana min da û strana min jî, Zimanê Kurdî ye. Gişkî yê di zimanî da bin.
Rêz û silav.