Axîna Zimanê li ber mirinê.
Zarîn û zivîna zimanê li ber mirinê, xwe li deşt û zozanan girtibû, çiya û banî dabû ber xwe, bi hawar û gazî bû. Tenê ne bi hawar û gazî, lê bi jan û keder, êş û elem bû. Di nav nivînan da li ser kêlek û xemgîn bû. Geh bêdeng û geh bi axaftin bû. Ji gotinên wî ra dil diheliya û kezeb diperitî.
Ne ji şayiya dilî ra, lê ji wê belengaziya xwe ra digot û digot. Şev nehîşt nebêje, roj nebû ji gotinên wî ra axa nezare. Roj li ber wî hat secdê, lê wî qebûl nekir.
Xwe bi xwe axifî û got:
“Zimano, ax zimano! Te ji destê zilmê edî çi dît û çi nedît. Wele, ku te jî bi tê ra xwe dît û dît. Te hem dît û hem jî got. Eş bûn te dît, jan û keder û hesiriya Xwedê bû te dît. Roj hat bêhnteng û roj jî hat bi kêf û şayî bûyî, zimano zimanê lal. Dibêjim delîl dayîka te zimanî.”
Ji nav qatê nivinan derket, pişta xwe da balgiyê û çavên xwe kuta diwar û bi wî awayî axifî.
Got:
“Min êş dît ji êşan xirabtir bû. Min mirin dît ji vî halî çêtir bû. Min ziman dît, lawaz û ji min jî ne dewlemendtir bûn. Emirê min ji yê wan mestir, dengê dilê min ji yê wan xweştir bû. Hê jî ji yên wan xweştir e. Resen bûm, di qedir û qîmetê da tu kesekî ji min pêştir nebû. Hêviyek ji hêviya welatê winda û ji wan ra pêşeroj bûm. Lê çi bikim ku felek xayîn e. Ne ji min ra bû yar û ne jî xwest bibe mirad. Ez gotinek ji gotinên li ber devê dengbêjan bûm, hê jî wisa ye. Hevok nebû tê da nebim.
Di helbestên helbestvanan da ez, li ber sir û sermeyê dîsa yê ku disekinî jî ez bûm. Di qisawetin dayîkan da jî ez hebûm û yê ku di hembêza bûkan da dimilmilî jî dîsa ez bûm. Di tizbiya kalikê te da jî bi hebûna xwe ez, reng bi reng bûm. Roj hat bûm dengê dilan û di dawetan da reqisîm. Geh bûm şûr û mertal û min deng veda geh bûm belengazek ji belengazên vî welatî û min berê xwe da çiya û baniyan û zozan bi zozan geriyam.
Min qet nedizanî yê rojekî zilm û afata giran berê xwe bide min û bi ser min ra bigire.
Bi ser min ra girt, lê xirab girt. Dilê min yo yo dilê min yo yo. Delîl dayika min zimanî, delîl. Êşa min êşa sed salan e. Neyaran bi neyartiya xwe berê xwe dan min, delîl dayika min. Bi sê zimanan ra min şer kir. Li ber zilm û zordariya wan min serî netewand. Netewand, ji ber ku resen û esilzade bûm.
Niha? Niha jî li ber mirinê me. Canê min diêşê û birîndarim. Birîna min birîna sê gulan e, ji wan yek jî kurmê min e. Eha, ji te ra bû çar gule û gula çaran jî 40 sal e ketiye laşê min, dihêre û dikoje.
Balgiya li ber pişta xwe serast kir û axaftina xwe jî bi hesirên çavan domand.
Got:
“Min derfet nebû bibim kemerek ji kemera zîv û bi te ra hembêz bînim. Min nekarî bibim penûsa destan û berê xwe bidim lenûsan û bilîzim. Li ser pel û kaxizan min bi ya xwe nelîst û nelîst. Nehiştin, nexwastin û birîndarim, birîndarê bextê xwe me. Neyarên min har û hêr û di nav zimanan da bi serê xwe mam. Di dîwana giregiran da peyva ser zimanan bûm. Dengê dengbêjan, gula civatan û şewata dilê dayîkan bûm. Şûrê Romiyan şûrekî bêbext e, kes nikare ji ber bireve.
Dayê Rom xayîn e
Bavo Rom xayîn e
Defa hawarê digerîne
Wele, wê disa me bixapîne…”
Kuxîn bi pê ketibû, kûxiya û carekê din vegeriya zarîna wî dilî.
Got:
“Ez bûm her tişt, lê ez nebûm ez. Roj hat bûm solê lingan û min qiwet da we. Di sir û seqemê da bûm lepik û min destên we gerim kir. Roj hat bûm gustîla destê qîzan û min dil şa kir. Di dawetan da bi te ra û di şîn û giriyê da jî disa bi te ra bûm. Di mêrg û zeviyan da bi te ra û dîsa bi te ra min berê xwe dida zozanan. Niha di min da taqet nemaye û lawaz im. Li ber mirinê me û dibêjim mirin tu bimirî.
Ma tu nizanî belqitiyo, tu nizanî ku ez mirim tu jî bi min ra dimirî. Ez ku mirim dinya dimire û di wî dinyayê da tu jî heyî. Di xem û xiyalan da yê ku bimire dîsa tu yî.
Ez ku mirim çiya û banî, çem û kanî, sitranên dîlanan, teşiya destê pîrejinan, şeyê li ber çokan, qumaşê li bejin û balan, kofîka seriyan û temeziya li dor eniyan, gopalên destê kalan, şeng û şayî, qerf û henek, xwarina li ser seniyan, birrê pezê li ber şivanan, ava çem û kaniyan, şayiya dilan û û
Ma tu nizanî bi min ra tu jî dimirî…”
Bi nexweşiya giran ketibû û bi navê xwe jî zimanê li ber mirinê bû. Bi esl û feslê xwe hebûnek ji hebûna welatê winda bû.
Ji jana dilî ra got:
“De tu were min û vî halî. Çi bûm ketim çi halî. Hebûnek ji hebûna vî welatî bûm. Niha lawaz û hêsirek ji hêsirên dilê te evdalî me.
Bi hawar û gazî me û dibêjim min bibin ser doktor û tabîban. Min bibin li ser hekîman bigerînin û êşa min vemirînin.
Berê min bidin Ehmedê Xanê û bila ew bibêje ka derman çi ye. Ji wir jî min bibe teslîmê Baba Tahîrê Hemedanî bike, ew ûriyan ez ûryan im. Ku ew jî nebûye min bibe cem Feqiyê Teyran bila bi teyîr û tuyîran ra biaxife.
Min dûr nebe û bibe li ber Evdalê Zeynikî dayne ew dizane ka çawa min bi kartîne. Deng û awaz e, nayê zanîn.
Na, na. Ya herî baş ewe ku tu min bibî li dîwana Mîrê Zirav danî. Bila di helwesta xwe da qala min bike û ji vî derdî bê derman ra bibe çare…
Belê, min bibe cem Mîrê Zirav ( X.B.C) û li diwana wî dayne…”