Ax, derdê Metê kula Metê…!
Ax, derdê Metê kula Metê…!
Dema weşanê: Êlûn 8, 2018, 8:37 Dîtin: 561

– Metê, îsal rewşa we qet çawa bû?

Metê, bi kul û kederek serê xwe hejand. Hejand, lê xirab hejand. Dilopek hêsir ji çavên wê barî û bi ser siretê ra girt û wergeriya. Bi kefika destê rastê wê çavê xwe ziha kir û wer axifî.

Got:

– Bavê Metê, çi rewş û çi hal. Kulemarek ji kulemaran bû ket mala bavê min rebenê û ji Metê ra jiyan nehîşt û reş kir.

Par xalê çû ji me ra deh gisk, sê karikên beş û ji berxan jî du berxikên hilî kirî û anî. De tu çi zanî şivan lawê xelkê û dibe û dide guran. Pez li şevînê û şivan razaye, guro tu werî bikevî nav û yekek nehêlî. Derd ne yek û ne jî du ye. Yekê bibêjim yek dimîne. Ku ma jî di vî dilî da dibe kul û merez û wer dimîne.

Xalê te îsal çû rûyê mêrgê girt, giya çinî û anî kir lod. Agir berdan loda xalê te û şewitandin, gurzek giya nema. Gotin Ezoyê lawê Hemo şewitandiye. Wer gotin. Hemo, hat ezeba male ji Ezo ra xwest û me jî neda. Dibe ku Ezo şewitandibe. Xalê te çû bi Hemo ra şer kir, pevçûn û serê wî şikand.

Bihar e, rabû çû zevî ajot. Baran nebarî, ked û û emegê ku dabû li ber pêlê ket û jê tiştekî nema.

Agirê kulê ket mala Xalo û Metê.

Bavê mino, havîn e û havîna vî welatî jî nayê kişandin, bikişînî. Germ e, lê çer germ. Xwedan bi ser merivan digire û tu dibêjî qey ava çem û kaniyane diherike.

Xalê te çû ji qirş û qalan holikek da hev û ji me ra çêkir. Me got îsal emê ji xwe ra berê xwe bidin zozanan û hênikiyê.

Em çûn, lê xwezî em qet neçûyan. Baran barî, têrokê lêda û ji holikê tiştek nema. Xirb û xirabe ji pepûgan ra maye, bavê Metê. Ez naxwînim, lê wan perdaye hev û ew ji kul û kesera vî dilî ra dixwînin.

Gil û gazin, kul û kesera dilê vê Metê naqede, bavê Metê. Te pirsî û Metê jî got.

Heta sibê bibêjim naqede.

Me ji xwe ra berê xwe da gund û em vegeriyan. Tu nabêjî Hemoyê gurrî, giliyê xalê te kiriye.

Çend şev berê leşkeran avet ser gund, xalê te girtin û birin.

Nizanim êdî xalê te miriye an, xweş e. Na, haya me jê nine û pê nizanim.

Bavê Metê, lawikê min dil dabû bêbava qîza bêbavan, qîza Musê. Duh jî ew reviyaye.

Derdê Metê ne. Metê ji te ra çi bibêje, bavê Metê.